Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ: Em bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê mezin bikin
Rojava

YPJ: Em bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê mezin bikin

YPJ: Em ê bi ruhê berxwedan û serketina Kobanê dawî li dagirkeriyê bînin. Divê em bi ruhê Kobanê xwe biparêzin û têkoşîna bi hev re bimeşînin. Em bang li gel, jinan û gelên azadîxwaz dikin ku têkoşînê mezin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandiya Giştî ya YPJ’ê bi minasebeta salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di sala 2014’an de dema ku komek ji akademisyên demokratîk daxwaz kirin ku 1’ê Mijdarê bibe roja xwedîderketina li berxwedana Kobanê, di tevahiya cîhanê bi taybet jî gel, çîn û beşên bindest û azadîxwaz yên civakê û jinên têkoşer bi çalakiyên curbecur piştgiriya xwe ji Kobanê û berxwedaniya bêmînak ya Kobanê re raber kirin. Berxwedan ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû. Ji ber ku gelên cîhanê ferq kirin ku çeteyên DAIŞ’ê, ne tenê li dijî gelekê, li dijî mirovahiyê xeterî û metirsiyeke mezin e. Çeteyên DAIŞ’ê dijminê maf, azadî, demokrasî, hebûn û jiyana birûmet e. Herî zêde jî DAIŞ dijminê jin û civaka wê ye. Lewma li beramberî vê rastiyê jî jin û gelan pêdivî bi têkoşîneke xurt ya hevbeş dîtin.

Li hemû kolan û meydanên cîhanê, hemû dil û mêjî di 1’ê Mijdara 2014’an de bû yek. Ji Japonya heya Efxanistan û Îranê, ji Latîn Amerîka heya Awisturalyayê, ji welatên Ewropayê heya Rojhilata Navîn bi yek dengî piştgiriya berxwedana Kobanê hate kirin. Ji ber Kobanê li dijî koletî û bindestiyê azadî û rûmeta mirovahiyê parast. Jinên Kurd, şervanên azadiyê û gelê Kurd canê xwe kirin mertal û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê di nav şert û mercên bêmêzîn de şer kirin. Wan nîşan da ku vîna mirov dema ku bi eşqa azadiyê re bibe yek, tu tişt, tu kelem û tu dijmin nikare pêşiya serketinê bigire. 1’ê Mijdarê dema ku li hemû cîhanê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” hate bilindkirin, şervanên YPJ-YPG û gerîlayên azadiya Kurdistanê jî darbeyên xedar li çeteyan xistin û wiha jî berxwedanî bû cîhanî. Di vê wateyê de 1’ê Mijdarê roja yekgirtin û hevgirtina gelan ji bo azadiyê bi awayeke herî şênber e.

Îro di salvegera 10ˈan a vê hevgirtin û yekgirtina dîrokî ya gelan de hîna zêdetir pêwîstiya jinan û gelan bi têkoşîneke hevbeş û yekitiyê heye. Ji ber ku sîstema kapîtalîst û hêzên dagirker li dijî nirxên mirovahiyê, destkeftiyên gelan di nav êrişê de ne. Xetereya DAIŞ’ê jî bi tevahî bidawî nebûye. Dewleta faşîst ya Tirk ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê tune nebin, her awayî hewldanan dike. Li herêmên ku dagir kiriye wek Efrîn, Serêkaniyê, Idlib û Girê Spî çeteyên DAIŞ’ê hatine bicihkirin. Herî dawî çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih kirin. Ev rewş metirsiyeke mezin e. Lewma divê ku gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi baldarî vê rewşê bişopînin, li dijî wê bibin xwedî helwest. Ji bo ku dawî li çeteyên DAIŞ’ê were, ji bo ku em azadiya xwe bikin ewlehiyê divê ku bi ruhê Kobanê xwe biparêzin û têkoşîna xwe hevgirtî bimeşînin.

Em wek YPJ dubare didin diyarkirin ku em ê ji bo parastina maf, hebûn û azadiya jinan û gelan yek kêlî jî nerawestin û em ê bi ruhê Kobanê yê berxwedan û serketinê bi dawîkirina dagirkeriyê bigihînin lûtkeyê. Em ji gelên xwe, jinan û beşên civakî yên azadîxwaz re jî bang dikin ku têkoşînê bilindtir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ bang kir: Qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk bigirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiya Nobeta Edaletê de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransa amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike, Îsraîl li ber rabû

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê di meha Hezîranê de dewleta Filîstînê nas…

Ji aliyê Stêrk TV

KBDH: Em Şoreşa Jinan biparêzin

Konseya Giştî ya KBDH’ê, ji bo îsal bibe sala mezinbûna destkeftiyên Şoreşa Rojava, têkçûna dagirkeran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo perwerdeya Kurdî dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji mamosteyên li Hesekê çalakiya ji bo perwerdeya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?