Li parlamentoya Iraqê biryara sererastkirina qanûna rewşa medenî hate dayîn, ji ber bertekên jinan û rêxistinên jinan heta niha jî wek pêşniyarek li parlamentoya Iraqê maye. Têkildarî vê yekê parêzer Gulistan Mihemed û derûnnas Xelat Salih ji ANF’ê re axivîn.
Gulistan Mihemedê da zanîn ku Hikûmeta Iraqê dixwaze sererastkirina qanûna rewşa medenî bixe meriyetê ku keçan di temenê neh salî de bizewicîne û wiha got: “Ev biryar dê encameke xerab bi xwe re bîne, ji aliyê tendurustî û derûnî ve tu berjewendiyeke jinan tê de tune ye. Ji ber vê yekê wek parêzerek, wek berdevka hemû jin û hevalên min ên jin ên di civakê de ez li dijî vê biryarê disekinim.
Ez daxwazê ji hemû jinan dikim bi tu awayî bi vê biryara parlamentoya Iraqê razî nebin, li gorî hemû lêkolînên zanistî jin di wî temenî de bi tu awayî ji bo pêvajoya zewacê ne amade ne û berevajî vê yekê ziyanbexş e ji bo jinan.”
Gulistan Mihemedê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku bi her awayî li dijî vê biryarê bisekinin û got: “Ez daxwazê ji jinan dikim ku hişyar bin, bi tu awayî wê biryara sererastkirina rewşa medenî ya Iraqê qebûl nekin û li dijî wê bisekinin.”
Her wiha der barê vê mijarê de derûnnas Xelat Salih jî axivî û diyar kir ku cîbicîkirina vê biryarê ji bo keçên neh salî û civakê metirsiyeke mezin e û wiha domand: “Ev biryara parlamentoya Iraqê li dijî mafên zarokan e, li dijî tendurustî û derûniyê ye, wek tundûtijiyê ye ku li hember keçeke neh salî tê kirin.
Ez daxwazê ji jinan dikim ku li hember vê tundûtijiyê rabin, ji ber ku bandoreke wê ya xerab li ser jinan heye, ev tundûtijî ye li hember keçên me û civaka me, divê em rê nedin ku ew biryar bê cîbicîkirin. Ji ber ku em hemû dizanin ku zewicandina pêşwext ji aliyê tendurustî û derûnî ve çi qas metirsîdar e. Lewma divê em vê yekê wek mafê xwe bizanin û li dijî wê bisekinin.”