Di çarçoveya peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de koma çaremîn a dîlgirtiyên li gel hikûmeta demkî bûn ku ji 232 dîlan pêk tê, hatin berdan.
Dîlgirtî li gel Çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê bi coş û moraleke mezin ji hêla malbatan, gel û Fermandarên Asasyîşê ve hatin pêşwazîkirin.
Koma yekemîn di 10`ê Adara 2026`an de ku ji 100 kesî pêk dihat, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de ku ji 300 kesî pêk dihat û koma sêyemîn jî di 11ˊê Nîsanê de ku ji 400 kesî pêk dihat hatin berdan.

