Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê têkildarî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan agahiyên dawî li ser malpera xwe ya înternetê parve kir.
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku kampanyayê 9’ê Sibata 2024’an destpê kir û bi tevlîbûneke mezin a gel ji hemû pêkhateyan dewam dike.
Hate ragihandin ku di nava 35 rojên kampanyayê de 2 milyon û 876 hezar û 709 îmze hatine komkirin.
Înîsiyatîfê diyar kir ku armanca wan komkirina 3 milyon îmzeyan e û heta bigihêjin vê armanca xwe wê karê xwe dewam bikin.