Yekşem, 4 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser: Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin
Rojava

Rêveberiya Xweser: Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo rizgarkirina Efrînê ya ku 6 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ew ê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: “6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Piştî têkoşîn û berxwedaneke efsanewî ya gelê me yê li Efrînê ya li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya 58 rojan, Efrîn di encama komplo û bazarên di navbera hêz û aliyan de hat dagirkirin. Di encama dagirkirinê de bermahiyên DAIŞ, El Nusra û komên din ên tundraw li Efrînê bi cih bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rewşa heyî ya li Efrînê hate kirin û wiha hate gotin: “Li Efrînê rewşeke trajedîk heye, sedema vê yekê jî komên çete ne ku bi fermanên Tirkiyeyê tevahî kiryarên li dijî nirx, exlaq û pîvanên navneteweyî û hiqûqî pêk tînin. Di heman demê de demografiya herêmê tê guhertin, qetilkirin û revandin tên kirin, mafên jinan tên binpêkirin, destdirêjê û hemû cureyên îşkenceyê li wan têne kirin. Her wiha nîşaneyên dîrokî û xwezayî tên rûxandin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binpêkirina yekitiya Sûriyeyê û xaka wê ye û têkbirina hewldanên pêkanîna ewlehiyê li Sûriyeyê ye. Her wiha dagirkirina Efrînê wekî dagirkirina tevahî erdîngariya Sûriyeyê hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Efrînê, YPJ û YPG’ê hat bibîrxistin û hate gotin: “Xeta şehîd û lehengên Efrînê dê rêya me ya  ber bi serketin û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkeriyê ve be. Em bi xurtî têkoşîn û berxwedana gelê me yê li kampên Şehbayê di qonaxa duyemîn a berxwedanê de û girêdana wan a bi xeta vegerê ve silav dikin.”

Di daxuyaniyê de teqezî li ser van xalan hat kirin:

“1- Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî vebijêrka me ya stratejîk e. Ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera birûmet a xelkê me yê koçber li ser xaka xwe, em ê tevahî îmkanên xwe serferber bikin.

2- Bêyî rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî çareserî û ewlehî li Sûriyeyê tune ne. Em bang li hêzên nîştimanî dikin ku di rizgarkirina Efrîn û derxistina Tirkiyeyê ji wir de destekê bidin têkoşîna hêzên me.

3- Ya ku li Efrînê rû dide binpêkirina tevahî nirxan e. Em bang li komîteyên navneteweyî dikin ku rastiyên li Efrînê lêkolîn bikin, binpêkirinan belge bikin, di nav de rayedarên Tirk û sûcdaran sewqî edaletê bikin. Ji ber ku sûcên li wir têne kirin bi fermanên dewleta Tirk tên kirin. Divê rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin.

4- Em ji raya giştî ya Sûriyeyê re diyar dikin ku hebûna dagirkeriya Tirk, kiryar û bandorên wê, sînorê Efrînê derbas dikin.

5- Em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî dikin ku yekitiya xwe ava bikin, ji bo rizgarkirina Efrînê tevahî îmkanên xwe bixin seferberiyê, piştgiriyê bidin berxwedana gelê me. Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî rizgarkirina tevahî Sûriyeyê ji siyasetên parçekirin, derxistina nakokî û fitneyan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Borrell: Şerîda Xezeyê êdî ‘goristaneke servekirî ye’
Nûçeya Pişt re Cenazeyê nivîskar Fewziye El Mirî li Reqayê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 11’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

Ji pênûsa rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka "Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm" hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava çar salan de nêzî 60 hezar Tirk îltîcayî Emerîkayê kirin

Li gorî agahiyên dawî yên ji aliyê Saziya Parastina Gumruk û Sînor a DYE ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?