Şemî, 17 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zîlan Vejîn: Armanca me ya herî mezin a vê salê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
Kurdistan

Zîlan Vejîn: Armanca me ya herî mezin a vê salê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn Newroz li gelên Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku armanca wan a bingehîn a vê salê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî banga mezinkirina têkoşînê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Peyama Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bi vî rengî ye:

 

‘BI TÊKOŞÎNA RÊBER APO NEWROZ BÛ XWEDÎ WATEYEKE DÎROKÎ’

“Di serî de Newroza 2024’an li Rêber Apo pîroz dikim. Her wiha li hemû malbatên şehîdan, dayikên şehîdan, dayikên aştiyê, hemû jinên têkoşer, hemû gelên azadîxwaz yên ku vê Newrozê weke sala nû wek Cejna Vejînê dibînin pîroz dikim. Cejna Newroz cejneke dîrokî ye, cejneke hem dîrokî hem ferhengî ye. Hember zordariyê hember desthilatdariyê ye. Gelek wateyên Newrozê hene. Hem serîrakirin e di hêla gelan de hem li hemberî needaletiya ku heyî roja Newrozê bi vî şewazî hatiye watedarkirin. Helbet ev wateya xwe ya dîrokî heta îroj jî bi vê şêwazê gav bi gav her carê wateyeke  berfirehtir lê hatiye barkirin. Heya roja îroj jî bi vê şêwazê berdewam dike û îroj jî ku em ber bi roja Newrozê ve diçin di pêvajoyek e ku em vê Newrozê di serdama ku em Newrozê pêşwazî dikin pîroz dikin. Bi rastî herî zêde li hemberî zordariyê li hemberî bê edaletiyê, bê mafiyê, dagirkeriyê, qirkirinê têkoşîn pêwîst dike, sekin pêwist dike ku me got yanê Newroz di şexsê Kawayê Hesinkar de dîrokek anî heta roja îro. Bi têkoşîna Rêber Apo ya ji 50 salî zêdetir bi agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar, Heval Mazlum, Heval Zekiye Alkan, Heval Ronahî û Heval Rewşen bi agirê canê xwe agirê Newrozê geş kirin û bi vî şêwazî wateyeke cudatir, girîngtir, dîrokî, çandî, îdeolojîk de Newrozê bar kirin û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de azadiya Kurdistanê de azadiya jinên Kurd de bû xeteke nû, bû gavek nû. Ev dîrok, ev sembol bûne sembolên Newrozê. Ev sembolanan her Newrozê de têne bîranîn. Û di heman wextê de gelek bedel ji bo Newrozê, gelek têkoşîn jî gelê Kurd dane. Carek din hemû şehîdên şoreşa azadiyê şehîdên Newrozê em bi bîr tînin. Bejna xwe li hember bîranînên wan ditewînin. Û bi rastî bi rûhê Newrozê em ê xeyalên wan em ê armancên wan bigihînin serkeftinê. 

‘NEWROZ LI BAKUR, ROJAVA Û ROJHILAT BI COŞ TÊ PÎROZKIRIN’

Me got di roja îro de jî hemû Kurdistan bi coş bi heyecan, bi taybet jin bi coş bi heyecan Newrozê pêşwazî dikin. Li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke xebateke berfireh ji bo hilbijartinê heye, xebata hilbijartinê bi Newrozê re bûye yek û ber bi Newrozê ve diçe. Bi vê rihê Newrozê wê hilbijartinê jî bi serketina we pîroz bikin. Ji niha ve ev coş û heyecan li hemû Kurdistanê jî bandor dike û çav li ser Bakurê Kurdistanê ve ne. Di heman wextê de gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi coş bi heyecanek mezin li hemberî êrîşî dagirkeriya faşîst dewleta Tirk disekine, têkoşîn dike û bi vî şêwazî pêşwazî dike. Ev jî seknek e, sekna gelê berxwedêr, sekna gelê têkoşer, sekna gelê ku ji azadiyê û demokrasiyê û serketinê xwe kîlît kiriye; bi îradeya xwe, bi vîna xwe bi hebûna xwe ber bi serketinê ve diçe. Di şexsê gelê Rojavayê Kurdistanê de mirov vê dibîne. Di heman wextê de di Rojhilatê Kurdistanê ku Newroz îsal bi rastî gelek bi coşek mezin bi heyecaneke mezin hate pîrozkirin, pêşwazîkirin. Hîn berî meha Adarê dest pê bike cejn û pîrozbahiya Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê, li Hewramanê dest pê kirin heya roja îroj jî berdewam dike. Ev roj diyar e heya roja 21’ê Adarê jî heya, roja Newrozê jî, piştî Newrozê jî wisa wê ev pîrozbahî hebin, berdewam bikin. 

‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÊWÎSTÎ BI HELWESTEK LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û FAŞÎZMÊ HEYE’

Bi taybet çawa ku li her sê beşên Kurdistanê, li hember rejîmên dagirker, li hember faşîzmê, li hember qirkirinê, darvekirinê têkoşîn tên kirin, berxwedanî tên raberkirin li Başûrê Kurdistanê jî pêwîst e ku Newroz bi vî şêwazî were pêşwazîkirin. Yanê li hemberî faşîzma dewleta Tirk li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk pêwîst e xwedî helwesteke hîn radîkaltir were diyarkirin. Hîn hevgirtin were diyarkirin û bi vî ruhî ve, bi vî ferasetî, bi vî helwestî, bi vî seknî ve ber bi Newroza Qendîlê ve çûn. Vê helwesta xwe li vê derê diyar kirin, dengê xwe li vê derê bilind kirin, sekna xwe li vê derê li hemberî faşîzmê raber kirin. Bi rastî ev gelek girîng e. Bi vê şêwazê çavên gelê Kurd li ser Newroza Qendîlê ve ye jî, li ser helwesta gelê Başûrê Kurdistanê. Ev berpirsiyarî dixe ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê û heman wextî de hêviyekî, baweriyekî jî li îradeya Başûrê Kurdistanê heye ku dikare vê dagirkeriyê ve faşîzma ku li ser Başûrê Kurdistanê heye bişkîne û pêşî lê bigire. 

‘GELÊ KURD BI RUHÊ JIN, JIYAN, AZADÎ NEWROZ PÊŞWAZÎ KIR’

Dema Newroz tê gotin bi rastî gelê Aryayî tê bîra mirov, gelê Rojhilatê Kurdistanê tê bîra însan, gelê Kurd bi taybet ji ber di Kurdistanê de roja Newrozê têkoşîna azadiyê, têkoşîna Rêber Apo ku wateyeke xwe yê cudatir girt. Di rojhilat de jî bi têkoşîna dîrokî, bi têkoşîna civakî, têkoşîna çandî ve reng dide Newroza Kurdistanê, deng dide Newroza Kurdistanê. Yanê gavek Newroza Kurdistanê de hîn pêşdetir diçe gelek girîng e. Bi taybet bi diruşma jin jiyan azadî bi ruhê jin jiyan azadî, bi hest û baweriya şoreşa jin jiyan azadî ve gelê Rojhilatê Kurdistanê Newroz pêşwazî kir û pîroz kir. Ev gelek girîng bû. Wateyeke dîrokî ya Newrozê heye me go. Wateya jiyana nû ye. Hebûna nû ye, îradeya azad e. Jiyana nû bi şoreşa, diruşma jin jiyan azadî ve gelê Rojhilat, gelê Îranê kirin yek. Îsal di Rojhilatê de Newroza jin jiyan azadî bû. Bi ruhê şoreşa jin jiyan azadî ve hate pîrozkirin. Bi taybet jin di 8’ê Adarê de li Îranê, li Rojhilat bi şêwazeke, bi helwesteke siyasî, îdeolojîk ve hatin gel hev pîrozkirin. Helwesta xwe li hember rejîmê dan diyarkirin. Yanê jin tenê ne li ber feraseta dewletê di malê de wek dayik tên mêzekirin. Wek jineke têkoşer, wek jineke azadîxwaz pêşengtî dike, bi vê şêwazê bû. Bi taybet dayikên ku di 8’ê Adarê de tenê ne bi munasebeta şehadeta zarokên xwe ew roj pêşwazî nekirin. Her dayikên şehîdan, her dayikeke şehîdên şoreşa jin jiyan azadiyê serdana hev kirin, ew roj pîroz kirin û çûne ser goristanan. Bi taybet di Newrozê de jî vê pêk tînin, pêwîst e vêya berdewam jî bikin. Çimkî hêma, pêşeng, hêvî, hest û baweriya vê şoreşê jî dayik in, jin in. Nirxên şoreşê şehîd in, ew jî xwediyê vê şoreşê ne, wan bedel dane, pêwîst dike bi vê şêwazê jî berdewam bikin Bi taybet di gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi diruşma ku 10’ê Cotmehê hatibû destpêkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di heman wextê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Bi vê dirûşmê ve esas Newroz hate pêşwazîkirin. Dîsa bi Newroza jin jiyan azadiyê ber bi azadiya gelan ve bi rastî Newroz rengeke cudatir girt, dengvedana wê cudatir bû. Gelek munasebetên dewlet hebûn, hilbijartin di vê pêvajoyê de derbas bûn gel bi girseyî ew roj pêşwazî nekirin, neçûne ser sindoqan, boykot kirin. Gel xwediyê van rojan e, xwediyê vê çandê ye. Xwe dibîne, bi xwe beşdar bû, bi xwe pêşwazî kirin. Ew bersivek, helwestek li hember dewletê bû.  Jixwe me go Newroz têkoşîna li hember dagirkeriyê ye. Di Rojhilat û Îranê de jî Newroz di vê demê de di vê pêvajoyê de, di van salan de têkoşîna li hemberî siyaseta darvekirin, dagirkerî, qedexe û îşkenceyê ye. Diyar e ev coş wê dewam bike. Em dikevin saleke nû wek gelên Îranî, wek jinên Rojhilatî, jinên Îranî em dikevin sala nû de. Ji bo her civakeke ku dikeve sala nû dibe destpêka salê, têkoşîneke nû, gavek nû û bi îrade û bawerî û vînekî nû ve ber bi pêş ve çûyîn e. Armanca ku me ji bo 2024’an pêwîst e ku em biçine serkeftinê. Erk hîn girantir dibe, çimkî em nêzî armanca xwe dibin, têkoşîn dijwartir dibe, hêz îrade hîn meztir dibe. Ku îro rêhevalên me di hemû çeperên şer de li ber xwe didin. Êrîşên dagirkeriyê dişkînin bi vî ruhî ve di her qada têkoşînê de di her qada jiyanê de, di her qada xebatê de bi vê ruhê ve ser erkê xwe çûyinê. Teqez wê me bibe serkeftinê. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Bi vê berpirsiyariyê pirsgirêka Kurd jî ji bo çareseriyê dikeve rojevê de. Ya girîng ev e ku em erken xwe yên vê demê, bi hestiyarî, bi berpirsiyartî ve nêz bibin. Payama Newrozê di heman wextê de yekîtî ye, hevgirtin e. Di rojhilat de jî bi vê hevgirtinê, bi hevgirtina gelên Îranî re, jinên Îranî re em bi rastî têkoşîna xwe ber bi rê ve bibin. Çimkî têkoşîn bi hevgirtinê dibe, bi beşekê tenê nabe. Pêwîst dike ew hêma, hevgirtina yekîtiya gelan bi şêwazekî demokratîk, bi şêwazekî bi plan bi pêş ve bibin û gel bi vê şêwazê jî feraseta xwe diyar kir. 

‘ÊŞA GELÊ BELÛCISTANÊ PARVE DIKIN’

Bi taybet gelê Belucistanê weke her sal îsal jî bi karasata lehiyê ve rûbirû hatin. Ev ji ber siyaseta ya dewletê, nêzîkatiya dewletê, sîstema dewletê ya ku li vê derê bi rê ve diçe, ji ber vê gelek zerer dîtin, gelek nexweşî jiyan kirin, gelek êş jiyan kirin. Bi vê rewşê niha Newrozê pêşwazî dikin ku li Kurdistanê gelek deverên Îranê alîkarî çû yanê hesta berpirsiyartiyê hebû. Vê Newrozê bi taybet li gelê Belucistanê pîroz dikim, êşa wan em parve dikin û rewşa ku ew tê de ne gele Kurd jî bi vê şêwazê jiyan dike. Ji bo ev çareser bibe ji bo têkoşîn hîn bihêztir bibe yekîtiya gelan gelek girîng e, têkoşîna gelan bi hev re meşandin li hemberî vê sîstema sêdaran, vê rejîma qirkirinê bi hev re meşandina têkoşînê gelek girîng e. Ji bo vê jî hemû gelê me yê Rojhilatê, hemû gelê Îranê pêwîst e vê êşê bi gelê Belûcistanê re parve bikin. Ev êş parvekirin di wateya çareserî pêşxistin e, wateya yekbûn e, têkoşîna xwebilindkirin e, têkoşîna xwe gihaştina armancê ye, serketinê ye. Ji bo vê ev girîng e. 

‘ADAR MEHEKE TÊKOŞÎN, NÛBÛN Û GAVAVÊTINÊ YE’

Wek giştî jî Adar meheke yanî tijî bi bûyer e. Hem pîrozbahî, hem cejnên gelek dîrokî hene tê de. Wek cejna jinên cîhanê, têkoşîna jinên cîhanê 8’ê Adarê heye. Dîsa em dibêjin roja Newrozê heye, sala nû heye û gelek bûyer, qetlîamên ku li ser Kurdan jî hatine meşandin hene. Di heman demê de Adar destpêka biharê ye jî. Yanî hem bi minasebeta xwe ya bi coş û heyecan hem bi van êrîşên ku li ser Kurdan ve hatine kirin vê mehê de. Yanî meheke têkoşînê ye, meheke nûbûnê ye, meheke gav avêtina di pêş de ye. Bo xwezayê jî wisa ye. Meha adarê meheke nû ye, meheke zindîbûnê ye, destpêka buharê ye. Xweza xwe nû dike. Têkoşîn û baweriya gelan de jî bi vê şêwazê ye. Yanî ev vê dide diyarkirin. Pêwendiya xweza û civakê ye. Xweza û insan çendî bi hev du re heye vê dide diyarkirin. Ev jî dihêle ku xwezayeke paqij û bi feraseteke ciwakî bûn, ya komînal bûn ya demokratîkbûn ber bi sîstemeke demokratîkbûnçûyîn e. Ji bo vê jî girîng e yanî bi vê zihniyeta neteweya demokratîk, civaka ekolojîk, azadîxwaziya jin ber bi pêşveçûyîn û serketin mîsogerkirin e. 

‘ARMANCA BINGEHÎN A VÊ SALÊ MISOGERKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ YE’

Armanca me ya herî mezin di vê salê de ev e ku em azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin. Vê kampanyaya ku dest pê kiriye bigihijînin armanca vê. Ji bo vê jî gelek wateyên vê Newrozê hene. Hemû wateyan em tînin gel hev du hemû armancan em tînin gel hev du bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em nikarin qut bikin. Dema ku me ev mîsoger kir, dema ku me ev anîn serketinê wê demê pirsgirêka Kurd jî tê çareserkirin, helbet bi xwe re pirsgirêkên din jî çareser dike. Em dikevin merheleyên gelek dîrokî. Wek gelên Kurd, wek jinên Kurd em pêşengtiya pêvajoyeke gelek dîrokî dikin, berpirsiyartiyên me gelek giran in çimkî Rêber Apo bi xwe vê pêşengtî diyar kiriye ev pêşengtî jî hêviyeke mezin daye jinên cîhanê daye gelên cîhanê yên têkoşer, azadîxwaz. Ji bo vê jî bi vê zanistê tevgerandin bi vê zanistiyê Newroz jî pêşwazî kirin helbet wê bihêle ku bi rastî em ê erken xwe bi cih bînin. Carek din Newroza 2024’an li Rêber Apo pîroz dikim. Her wiha li hemû gelên Îranê, jinên Îranê, Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikim. Bi taybet hemû gelên azadîxwaz ku bi rastî vê Newrozê pêşwazî dikin û pîroz dikin, pîroz dikim. Hemû jinên di girtîgehê de bi taybet di şexsê Heval Zeynep Celalyan de, di şexsê Leyla Guven de, di şexsê Gultan Kişanak de hemû jinên tekoşer ku di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de, di girtîgehên dewleta rejîma Îranê de wan pîroz dikim, berxwedana wan silav dikim, sekna wan silav dikim. Em ê bi ruhê berxwedana wan, sekna wan têkoşînê di her qada xebatê de pêş ve bibin û bigihêjine serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PÎK: Huda Par projeyeke dewletê ye
Nûçeya Pişt re Li çiyayên Kurdistanê şahiya Newrozê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji KONGRA GEL peyama 4’ê Nîsanê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK: Me li Amedê bazirganekî narkotîkê ceza kirin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Amedê bazirganekî narkotîkê binçav kirin û ceza…

Ji aliyê Stêrk TV

Zanyaran ‘fuzyona nukleerê’ ya dîrokî keşif kirin

Di fuzyona nukleerê de keşfeke dîrokî hate kirin. Zanyarên Emerîkî ragihand ku di fuzyona nukleerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hamaney bang li DYE’yê kir ku Rojhilata Navîn biterikîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?