Ciwanên ku çûn serdana Nobeta Edaletê ku ji Mêrdînê heta Êlihê, ji Amedê heta Stenbolê li gelek bajaran dewam dike, diyar kirin ku girtîgeh veguheriye “pergala êşkenceyê” û peyama “Em bindestên weke sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan li dijî hikûmetên zalim divê em piştgiriyê bidin hev.” dan.
MÊRDÎN
Nobeta Edaletê ku 75 roj in li Mêrdînê dewam dike. Ciwanên rêxistinên çep-sosyalîst ên Ewropayê li ser banga Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin Kurdistanê û çûn serdana çalakgeran . Ciwanan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgeran û anîn ziman ku ji bo berfirehkirina berxwedanê çi ji destê wan bê ew ê bikin.
Ciwanan di axaftinên xwe de zext û zordariya ku ev demeke dirêj e li ser gelê Kurd tê meşandin red kirin û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî tecrîd û zextên Tirkiyeyê rexne kirin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê li gel dayikan bi çalakiya Nobeta Edaletê re piştgiriyê bidin têkoşînê.
Di çalakiyê de li ser navê Dayikên Aştiyê Gurbet Tekîn axivî û diyar kir ku ew têkoşîna azadiya Ocalan dimeşînin û wê bidomînin û got, “Heta Rêbertî azad nebe ne jin ne jî civak azad nabe.”
Ji ciwanên enternasyonalîst Benjamin Rauch têkoşîna çalakgeran mînak girt û diyar kir ku ew piştgiriyê didin kesên ku di greva birçîbûnê de ne û kurtiye têkoşînê ew e ku ji jiyanê bi qasî ku di rêya wû de jiyana xwe ji dest didin hez dikin.
AMED
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê hat destpêkirin di roja 109’an de berdewam dike. Beşdarên çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” daxwazên xwe anîn ziman. Xizma girtî Încî Guler pêkanînên dewletê yên li girtîgehan şermezar kir û daxwazên dayikan bi awayekî zelal anî ziman. Di çalakiyê de timî dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
ÊLIH
Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengiya TUAY-DER’ê di roja 51’emîn de didome. Di çalakiya nobetê ya li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajêr de bal kişandin ser daxwazên azadiyê û şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li zindanan tên meşandin. Xizma girtî Herdem Koçer pêkanînên dewletê yên li girtîgehan nirxand û daxwazên dayikan anî ziman. Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtîgehan” dewam kir.
STENBOL
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) li Stenbolê hat destpêkirin di roja xwe ya 101’emîn de didome. Di çalakiya li Rêxistina navçeya Sultangazî ya DEM Partiyê de, daxwazên azadiyê û şert û mercên zindanan hatin rexnekirin. Di meşê de bênavber dirûşmên “Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, bibin dengê girtiyan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan” hatin berzkirin. Çalakî ji aliyê MATUHAYDER, DEM Partiya Fatîh û rêxistinên navçeya Kuçukçekmece û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Şaxa Hejmar 4 a Stenbolê ve hat ziyaretkirin Serdan bi stranên Kurdî û Tirkî bi dawî bû.