Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK’ê bang li Kurdan kir ku dengê xwe bidin vîna xwe
Jin

KJK’ê bang li Kurdan kir ku dengê xwe bidin vîna xwe

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya Hefteya Lehengiyê de soza berfirehkirina xeta serketinê da. KJK’ê bal kişand ser hilbijartinan û ev bang li Kurdan kir: “Di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêveberiya xwe û xwe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin:
“Meşaleya lehengiyê ya hevrê Mazlûm Dogan ku di rojeke Newrozê de di zindanên Amedê de bi sê zilikên şixateyê tarîtî ronî kir, rêya çiyayên Kurdistanê jî ronî kir. Di 15’ê Tebaxê de Fermandar Mehsûm Korkmaz ev meşale li çiyayên Kurdistanê jî bilind kir û pêxist. Vê meşaleyê ku bi lehengiyê agirê xwe geş kir,  tirs, mirin, bênasnametî û koletî tune kir û wêrektî, jiyana azad û nasnameya azad ava kir. Fermandar Mehsûm Korkmaz ku  di 28’ê Adarê de tev li karwanê şehîdan bû, egîdbûna zindanan li  çiyayên Kurdistanê yên azad jî nîşan da û ew egîdbûn Kurdistanê mayînde kir û kir xeteke azadiyê. Ji ber vê yekê di dîroka me ya têkoşînê de ji 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê hatiye îlankirn. Lehengî û fedekariyê di şexsê bi deh hezaran şehîdên me de xwe nîşan daye û vê xetê rastiya gel û jinan ya berxwedêr û serhildêr derxistiye holê. Em di şexsê Fermandar Mehsûm Korkmaz de ku di 28’ê Adarê de şehîd bû, bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng bi minetdarî û rêzdarî silav dikin û soz didin ku em ê li Kurdistanê,  li ser xeta têkoşînê serkeftin û lehengiyê berfirehtir bikin.
Ev xeta lehengiyê îro bi awayekî herî xurt di berxwedana bêhempa ya Rêber Apo de, di xeta gerîlatiya profesyonel a modern a hêzên me yên HPG û YJA/STAR’ê de, di çalakiya ku serketinê tacîdar dike de dijî. Em hefteya lehengiyê li Reber Apo ku li Girtîgeha Îmraliyê her tim bi berxwedaneke mezin rêya me ronî dike, li hêzên me yên HPG û YJA/STAR ên leheng, li gelê me yê welatparêz ên ku berê xwe dane çiyayan û gerîlayan, li jinên Kurd û hevrêyên şoreşger-demokrat, pîroz dikin. Di sedsala 21’emîn de xeta ku qedera Kurd û jinan di aliyê azadiyê de diyar dike, xeta Reber Apo û Egît e.
Meha Adara 2024’an bi 8’ê Adarê û Newrozê re mohra xwe li destpêka serketinê ya 2024’an xist. Gelê me yê welatparêz, dayik, jin û ciwanên me weke mîlyonan li dijî faşîzm û mêtingeriyê helwesta xwe bi rengekî pir zelal nîşan dan. Gelê me di xeta lehengiyê ya Mazlûm Doganan, Sarayan û Mahsûm Korkmazan de li her erdnîgariya ku Kurd lê dijîn girêdana xwe ya bi jiyana azad re bi dengê herî bilind anîn ziman. Gelê me û jinên Kurd careke din bi awayekî herî bi heybet ji her kesî re, ji dost û dijmin re nîşan daye ku ew di xeta Rêber Apo û şehîdên me yên leheng de hene û ew ê di vê xetê de her hebin.
Niha jî bi mezinkirina xeta Egîdan û derxistina wê ji bo qonaxeke nû, erka me heye ku faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin. Li her qada Kurdistanê û li her erdnîgariyek ku Kurd lê dijîn bi vê hedefê ve girêdanbûn û bi berfirehkirina rêxistinbûna xwe li dijî faşîzmê têkoşîn meşandin, wê bersiva herî bi wate û bi hêz ji bo şehîdên me yên leheng, Rêber Apo û gerîlatiya me ya berxwedêr be. 

DIVÊ KURD DENGÊ XWE BIDIN VÎNA XWE

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinên xwecihî li pêşiya me ye. Gelê me yê welatparêz û jinên Kurd ên li Bakur û metropolên Tirkiyeyê dijîn îradeya xwe û xwerêveberiyê hilbijêrin. Divê yek deng jî ji desthilatdariya faşîst a mêtinger AKP-MHP’ê û lîstika wê Hudaparê ya Hizbîkontra ku di her firsendê de Kurdan dikuje, digire û êşkence dike û bi awayekî pragmatîk bi kar tîne, neçe. Divê Kurd di sedsala 21’an de bibin xwedî helwesteke ku çarenûsa xwe diyar bike, xwe bi rê ve bibe û bi nasnameya xwe azad bijî. Ji bo vê jî divê di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêvebriya xwe û xwe. Sibeha 31’ê Adarê divê cîran, xizm, heval, hevjîn û hevalên xwe qanih bikin û bi rêxistin bikin, bi hevgirtinê re zehmetiyan derbas bikin, bê hincet biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Û divê di sindoqan de dengên xwe biparêze û rêxistiniyeke ku pêşî li hemû gendelî û sextekariyê bigire pêş bixe. Divê gelê me yê li metropolan, hêzên ked û demokrasiyê, hemû gelên bindest û komên olî bi heman hesasiyetê tevbigerin û serkeftina demokrasiya xeta sêyemîn li bajarên Tirkiyeyê jî pêş bixin. Divê ji bo vê bi berpirsyariyeke mezin tevbigere.

Bi taybetî divê jin bi dengên wekhevî, azadî, temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê xwedî li vîna xwe derbikeve û di jiyan û siyasetê de bibe deng û hêza biryarê. Hilbijartin divê ew be ku li dijî komkujî, destavêtin, îstîsmar û her cure îstîsmarên jinan hevgirtin û rêxistinbûna jinan hîn zêdetir were berfirehkirin û polîtîkayên jinan ên ku van hemûyan bi ser bixîne were pêşxistin. Divê jin hêza xwe ya axaftinê û biryargirtinê û temsîliyeta wekhev di siyasetê de pêş bixin da ku ev dewlet û zîhniyeta serdest a mêr were derbaskirin. Bi vê boneyê em bang li hemû jinên Kurd, Tirkmen, Ereb, Ermenî, Suryanî, Laz, Terekeme, Gurcu, Çerkez, Tirkiye û Kurdistanê dikin ku dengê xwe bidin wekhevî û azadiyê û rêxistinbûna hevgirtina jinan hîn berfirehtir bikin.

Erka me ya sereke ye ku em wate û hêza çalakiyê ya mezin a 8’ê Adarê û Newroza hefteya lehengiyê li her qadên têkoşînê berfireh bikin û bidomînin. Bi awayekî çalak û berhemdar beşdarbûna hilbijartinên herêmî jî parçeyek ji vê erkê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezinkirina xeta sêyemîn, xeta demokrasî û azadiyê, wedîderketin û mezinkirina nirxên hefteya lehengiyê cihekî pir girîng e. Em bang li hemû jin û gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên li Tirkiyeyê yên ku piştgiriyê didin demokrasî û azadiyê dikin ku vê erka dîrokî bi awayekî herî xurt bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parlamenta Fransayê komkujiya li dijî Cezayîrê ya 17’ê Cotmehê şermezar kir
Nûçeya Pişt re Girtiyên siyasî bang li Serokatiya Meclîsê û partiyan kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeyên Îtalya û Fransayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne

Şandeyên Îtalya û Fransayê ji bo hevdîtinê bi QSD û YPJ’ê re bikin, li Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Esenyûrt a Stenbolê de diyar kir ku pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên kantona Firatê sersaxî dan du malbatên şehîdan

Şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Kobanê û Mazlûm Kobanê re xwest. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kûbayê piştrast kir ku bi DYA’yê re hevdîtin tên kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?