Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mazlûm Ebdî: Hevalê Nûreddîn mîmarê operasyona li dijî Bagdadî bû
Rojava

Mazlûm Ebdî: Hevalê Nûreddîn mîmarê operasyona li dijî Bagdadî bû

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî anî ziman ku Nûreddîn Sofî ku li Rojava wezîfeyên di asta bilind de bi cih anî, di serketina operasyona li dijî Bagdadî de rola wî diyarker bû. Ebdî got, “Ji ber ku wî di vê operasyonê de israr kir û pêvajo ji nêz ve şopand.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî qala fermandarê mezin ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî kir ku 6’ê Nîsana 2021’ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Ebdî anî ziman ku şehîd Nûreddîn Sofî di serî de berxwedanên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li Rojava beşdarî gelek berxwedanan bû û got, Nûreddîn Sofî yek ji mîmarên operasyona kuştina şefê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî bû.

 

Fermandar Mazlûm Ebdî wiha qala welatparêziya malbatê û Fermandar Nûreddîn dike: “Heval Nûreddîn ji malbateke welatparêz, bi nirxê exlaq û olî ve girêdayî bû. Di gundekî de bû ku derdorê wan tevayî gelê Ereb bûn. Hem nirxên xwe yên netewî parastin, hem jî têkiliyên bi pêkhateya Ereb re di asta herî baş de bûn. Heval Nûreddîn jî li ser vî bingehî mezin bû. Vê yekê bandorek mezin li meşa wî ya di nava şoreşê de kir û bandorek gelek erênî bû.”

‘DI ZANÎNGEHÊ DE PÊŞENG BÛ’

Mazlûm Ebdî anî ziman ku wî û fermandar Nûreddîn Sofî bi hev re li Zanîngeha Helebê dixwend û ew roj bi van gotinan bi bîr anî: “Wê demê tevgera me ya şoreşgerî gihaştibû astekî. Xebatên me di zanîngehê de jî gihaştibûn astekî. Gelek alîgirên me çêbibûn. Heval Nûreddîn di demeke kurt de di nava xwendekarên Kurd de hat nasîn. Demeke dirêj di nava xwendekaran de xebat da meşandin û pêşengî kir. Di nava çalakiyên civakî de cih digirt, weke birêxistinkirina Newrozan, meşan, xebatên din ên civakî di hemûyan da hertim rolekî pêşeng dilîst. Ez dikarim bêjim hinek taybetendiyên xwe yên di nava şoreşê de jî ji wê demê girtin.”

Fermandar Nûreddîn ne tenê di nava zanîngehê de, di nava civakê de jî xebatên şoreşgerî dane meşandin. Mazlûm Ebdî dibêje, “Heval Nûreddîn li Helebê diçû nava gelê Kurd ê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Heyderiyê û xebat dida meşandin. Demekî çû Efrînê û xebat da meşandin.”

‘DIXWEST ROMANA ŞOREŞA ROJAVA BINIVÎSE’

Mazlûm Ebdî taybetmendiyeka din a fermandar Nûreddîn Sofî vegot û diyar kir ku ew kesekî rewşenbîr bû, ji nivîsandinê pir hez dikir. Di sala 1991’an de bi hev re ji salekê zêdetir di kovara Dengê Welat de kar kirine, fermandar Nûreddîn di hinek pirtûkên li ser şoreşê yên wê de dinivîsî. Mazlûm Ebdî got: “Bandora vê xebatê li tevayî jiyana wî ya di nava şoreşê de kir. Heval hemû dizanin tim meyla wî ji bo mijarên rewşenbîrî, xwendin, wêjeyî û zanistî hebû. Di nava tevgera me de wek şoreşgerekî rewşenbîr dihat naskirin. Her tim mereqa wî ya ji bo nivîsê hebû. Dema di nava Şoreşa Rojava de bû jî hewldanên wî yên nivîsîna romana şoreşa Rojava hebûn. Xebatên wî hebûn. Ez bawer dikim niha nivîsandinên wî yên hatine amedekirin jî hebin.”

‘CIHÊ BAWERIYÊ BÛ’

Mazlûm Ebdî qala xebata fermandar Nûreddîn Sofî ya di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û wiha got: “Di sala 2013’an de dema şoreşa Rojava gihaşte asteke pêwîstiya şoreşê bi pêşengan hebû. Hem di aliyê leşkerî hem jî siyasî de tecrubeyên xwe hebûn. Ji ber wê me heval Nûreddîn vexwend şoreşa Rojava. Hem di aliyê civakî û hem siyasî de pêşengî kir. Di pêşxistina Rêveberiya Xweser de cih girt. Di pergala me ya civakî û rêxistinî de, di navbera salên 2013-14-15’an de pêşketinên ku çêbûn destpêka avakirina pergala me ya civakî bûn. Heval Nûreddîn roleke pêşeng lîst. Ji ber xwedî proje bû, baweriya gel û hevalan pê hebû. Ev jî sedema yekem a serkeftina wî bû. Têkiliya pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryan û hemû pêkhateyan çêdikir. Bi rastî ji 2013’an heta roja şehîd ket em dikarin bêjin roleke xwe ya pêşeng di hemû qadên Şoreşa Rojava de hebû.”

‘WÎ MOHRA XWE LI TUNEKIRINA DAIŞ’Ê DA’

Fermandar Nûreddîn Sofî di dawiya 2016’an destpêka 2017’an derbasî xebatên leşkerî dibe û di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de roleke aktîf dilîze. Mazlûm Ebdî li ser têkoşîna wî ya li dijî DAIŞ’ê wiha dibêje: “Di pêngavên me yên li dijî DAIŞ’ê de hertim rolekî mezin lîst. Pêngava rizgarkirina Reqayê operasyona me ya herî zemhet bû. Ew kelha DAIŞ’ê û paytexta wan bû. DAIŞ’ê gelek tedbîr girtibûn. Di pêngava rizgarkirina Reqayê de biryardariya heval Nûreddîn, di meşandina şer de rolekî xwe yê sereke hebû. Dema şer dixetimî teqez jêrê çareseriyek didît. Di tunekirina DAIŞ’ê li Baxoza Dêrazorê de jî Heval Nûreddîn fermandariya şer kir. Wî mohra xwe li tunekirina DAIŞ’ê da. Gelê me, tevayî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara xilaskirina ji terora DAIŞ’ê de minetdarê heval Nûreddîn Sofî ne.”

‘DI OPERASYONA LI DIJÎ EL BEXDADÎ DE BI ROLEKE SEREKE RABÛ’

Fermandar Mazlûm Ebdî agahiyeke din jî da û got: “Heval Nûreddîn di operasyona kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî de roleke sereke lîst. Agahî hebûn lê hinek hevalan digotin ne rast in. Yê ku bi israr şopand û teqez kir heval Nûreddîn bû. Bi xwe teqez kir û hişt ku bibe biryara QSD û koalîsyonê. Mîmarê serkeftina operasyona li dijî Bexdadî heval Nûreddîn bû. Di fermandariya me de yê meşandî ew bû.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku fermandar Nûreddîn di şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de jî cih girt û pêşengî kir.

Mazlûm Ebdî anî ziman ku şehîd Nûreddîn di encama êrişeke balafirê ya dewleta Tirk de şehîd ket û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Şehadeta wî ji Tevgera Kurd a Rojava, tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re zirareke mezin e. Helbet dê bandoreke xwe hebe. Lê em ê wek hevalên wî têkoşîn û armanca wî bigihînin serkeftinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket
Nûçeya Pişt re 15’ê Tebaxê vejîn û misogerkirina hebûnê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

Li Colemêrgê derbarê çawişê pispor Îbrahîm S. yê ku milê E.T. yê 10 salî şikandibû…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê

Piştî êrişa çeteyên HTŞ'ê li Eyn Îsayê şerekî giran destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Qonaxa duyemîn a paqijkirina mayînan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nîjeryayê zêdetirî 80 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?