Serdana şandeyê ya li Enqereyê, beriya serdana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a 9’ê Gulanê ya li DYE’yê pêk hat.
Serokê Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mîke Rogers, Endamê Komîsyonê Adam Smîth û şandeya pê re li Enqereyê di 28’ê Adarê roja Pêncşemê de dest bi hevdîtinan kirin.
Şandeyê destpêkê hevdîtin bi Wezîrê Karên Deve Hakan Fîdan re kir û têkildarî vê hevdîtinê wêneyek li ser X’ê hate parvekirin.
Şandeya DYE’yê wê di roja duyemîn a serdanê de bi Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler û Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclîsê Hûlûsî Akar re hevdîtinê bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, di hevdîtinê de wê êrîşên li ser PKK’ê û Rojava, pêvajoya tedarik û modernîzasyonê ya balafirên şre ên F-16 bêne nirxandin.
Hevdîtin di demeke welê de tê kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gefên nû yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan meha Nîsanê serdanekê li Iraqê plan dike û di 6’ê Gulanê de jî xwe amade dike ku biçe DYE’yê.