În, 4 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Bi destê TUÎK’ê mafê kedkaran tê desteserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Îmret têkildarî hevdîtinên li Elmanyayê axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka DEM Partiyê: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn
Kurdistan

Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn

Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû.  Ji bo  bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Meşa ber bi çiyayan tê wateya parekê ji agirê heqîqetê bigirin û dilê xwe bi vî agirî paqij bike. Her civak li heqîqeta xwe digere û heqîqeta xwe diafirîne. Kurd bi salan ji hrqîqeta xwe dûr ketiye û mehkûmî tariyê bûne. Ev heqîqet dîsa bi Rêber APO re hate ronîkirin û bi hezaran têkoşerên heqîqetê ji bo heqîqeta xwe û gelê xwe derxin holê berê xwe dan çiyayan. Dilê xwe di nava agirgeha PKK’ê ji nû ve afirand û bûn şopînerên herî dijwar û fedaî. Weke jinekê bûyîna şervana heqîqetê tê wateya xwe di vî agirî de bişo û xwe ji nû ve afirandine. Zîn ji bo bibe şervana heqîqetê berê xwe dide çiyayan û berê xwe dide ronahiya rêberê heqîqetê Rêber APO.

Zîn Farqîn bi nasnav Ferîhe Başkaleme yek ji wan kesan e ku ji bo bi gelê xwe re çîroka xwe jinûve binivîsîne ber bi çiyayan ve meşiyaye. Zîn di sala 1988’an de li navçeya Farqînê ya Amedê di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Farqîn navçeyeke ku bi paşeroja xwe ya dîrokî, welatparêzî û dilsoziya bi nirxên xwe tê naskirin. Ji bo welatparêziya xwe bedelên mezin da, lê tu carî serî li ber dagirkeran danaynî. Ji ber vê yekê jî dagirkeran her cure êrîşan pêk anîn û bi sirgûnkirina bajarên mezin û derxistina wan ji axa wan û girtinê hewl da teslîm bigire. Malbata Zînê jî para xwe ji polîtîkayên koçberiyê yên li Kurdistanê tên meşandin girt. Zînê zarokatî û xeyalên xwe li gund hişt û berê xwe da metropolan. Di zarokatiya xwe de li vî bajarê mezin her roj zêdetir bêriya gund û axa xwe dike. D temenekî pir biçûk de dibîne bê ked çawa tê mêtin, ji ber nasnameya xwe çawa rastî zext û heqaretan tê. Ev di temenekî pir biçûk de vediguhere hêrseke mezin. Li hemberî asîmîlasyon û jiholêrakirinê, li dibistanên pergalê naxwîne û dev ji dibistanê berdide. Ji bo alîkariya malbatê di temenekî biçûk de dest bi kar dike. Zîn; jin, Kurdbûn û kedkarbûn baştir fêm dikeî Li vir bi her cure mêtingeriyê re rû bi rû dimîne û ev yek di dilê wê de rê li ber hêrseke mezin vedike. Ew dizane ku tenê hêrsbûna di dilê wê de dê tiştek çareser neke. Ew fam dike ku divê ji bo jiyanek çêtir şer bike. Ew vana wekî qeder qebûl nake. Bi vî rengî di sala 2015’an de berê xwe da çiyayan da ku têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike û ji gelê xwe re bibe nefesek.

HATINA ÇIYAN GAVA YEKEM A BER BI HEQÎQETÊ YE

Bi helwesteke xurt û bi îrade di sala 2015’an de li warên Bêrîtanan jiyana gerîla nas dike. Perwerdeya xwe ya yekem li Xakurkê dibîne û bi vî awayî dibe parçeyek ji jiyana gerîla. Piştî ku li vir perwerdeya xwe temam dike, berê xwe dide eyaleta Geverê. Li vir pratîka yekem, cerebeya yekem a şer û hestên xwe yên herî xurt ên hevaltiyê dijî. Gever dibe cihekî pîroz a ku ji nû ve lê diafirîne.

Her çiqas nû be jî di jiyan û çalakiyan de roleke mezin dilîze. Weke ku bi salan li van çiyayan be û her tim şer kiriye, tevlî jiyanê dibe. Kesayetiya wê ya xurt di bin şert û mercên dijwar ên vir de hîn xurtir dibe. Li metropolên ku lê geriya, zarokatî û xeyalên ku li dû xwe hiştibûn, li çiyan dîtibû. Li van çiyayan dîsa dest bi xeyalên azadiyê dike. Di vê rêyê de bi bedewiyên ku jê hatine dizîn re rû bi rû dibe û ev yek li hemberî dagirkeran vediguhere kîn û hêrseke mezin. Ne tenê welatê wê, jiyana wê ya jinê, xeyalên wê û rastiya wê jî jê hatibû dizîn. Di vê jiyana ku Rêber APO afirandiye de, her roj zêdetir nêzî heqîqeta xwe dibe û êşa jinûve afirîna xwe dijî. Her kêliya ku xwe keşif dike, keramet û bedewiyên jiyana gerîlatiyê kifş dike.

BI CESARET, BAWERÎ Û RUHÊ TOLHILDANÊ DIÇE ÇALAKIYA YEKEMÎN

Şervana leheng a YJA Starê Zîn wêrekiya xwe ya jiyanê bi helwesta xwe ya çalakiyê nîşan dide. Her tim jiyanê meraq dike, dixwaze tiştekî xweştir biafirîne û bi wêrekî beşdarî jiyanê dibe. Ew jinek e ku her tim dixwaze tiştekî ji xwe li jiyanê zêde bike û ji bo vê jî her tim di nava lêgerînê de ye. Her tim bi hesta berpirsyariyê beşdarî jiyanê dibe. Di vê jiyana ku Rêber APO û bi hezaran hevalên jin ên şehîd afirandiye de hêza xwe û xwe weke jin kifş dike. Zîn weke şervaneke jin hewl dide layiqî vê jiyana ku bi nirxên mezin hatiye afirandin bibe. Zîn her ku Rêber APO dixwîne, xwe û dîroka xwe zêdetir hîn dibe û ji bo di îdeolojiya azadiya jinê de xwe kûr bike kedeke mezin dide. Di rêya yên ku bi şer xweşik dibin de bi şer xwe ji nû ve diafirîne. Ev bedewî di têkiliya wê ya bi hevrêyên xwe re û yekbûna wê ya bi çiyê re xwe dide der. Zîn yek ji wan kesan e ku bi bedewbûnê re rastiya jinê ya ku her ku civakî dibe jîndar dike. Kenê wê mîna roja biharê dilê hevrêyên xwe germ dike. Di berdêla bihara ku dagirkeran ji gelê wê dizîne, dibe bahozeke zivistanê û lê dixe. Zîn zane ku bihara welatê wê tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO re wê were. Zîn di gerîlatiyê de weke şervana modernîteya demokratîk şarezatir dibe.

Bi moraleke mezin û bi hesteke tolhildêrî beşdarî çalakiya yekemîn dibe. Her çiqas çalakiya wê ya yekem be jî, hem di xebatên binesaziya çalakiyê de hem jî di çalakiyê de bi cesaret û profesyoneliyeke mezin rola xwe dilîze. Weke ku her tim li benda vê kêliyê be beşdarî çalakiyê dibe. Bi çekên giran beşdarî vê çalakiyê dibe û di çalakiyê de destekeke mezin dide hevalên xwe. Dagirkeran gulebaran dike û dizane ku her guleya ku biavêje wê ji bo siberoja ku jiyana azad biafirîne bibe ronahiyek. Ji bo tola hemû komkujiyên li bajaran hatin kirin û tola gel hilîne bi çeka xwe bi kar tîne. Paşvekişîna hevalên xwe misoger dike û bi hevalên xwe re derbeke mezin li dijmin dixe. Dema ku dagirker bi wendahiyên mezin direvin, ew ji bo serkeftina çalakiyê pîroz bikin govendê digerînin. Zîn hesta ku di vê çalakiya yekem de jiyaye, di hemû çalakiyên xwe yên paşerojê de jiyaye. Weke jin di van çalakiyan de rola xwe bilîze û tola gelê xwe hilîne di dilê wê de mezin dike.

JINA KU DI PKK’Ê DE DILÊ XWE PAQIJ KIR

Zîn yek ji şervanên leheng ên serdemê ye û jiyan xwe bi şer dike yek. Dizane ku PKK tevgereke kedê ye û keda herî mezin bi pêşengiya jinan pêş dikeve. Diyardeya kedê ya ku jne biyaniya wê ye, li vir watedartir dide. Bi kedeke mezin beşdarî jiyanê dibe û ferq dike ku keda herî mezin keda ku daye hevrêyê xwe ye. Têkiliyên hevrêtiyê yên ku di nava PKK’ê de bêsînor in, ev jî wê hîn bêhtir bi jiyanê ve girêdide. Ew dizane ku her tişt li ser riya heqîqetê pîroz e. Dizanin ku demên herî dijwar kesayetên herî xurt derdixe holê. Her çiqas bi helwesta xwe ya jidil û lehengî her tim bayekî biharê dide dilê hevrêyên xwe, di rojên dijwar de jî ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya baweriyê. Bi bedewiya çiyayan û jiyana ku Rêber APO afirandiye ve girêdayî bû. Wê bi dilê xwe ji çiyayan hez kir û di vê jiyana ku li çiya hatiye afirandin de, xwest dilê xwe di nava agirê PKK’ê de paqij bike û xwe ji xweliya xwe ji nû ve biafirîne.

Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû.  Ji bo  bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê. Di encama êrîşa dagirkeriyê ya ku di 24’ê Tîrmeha 2019’an de li Geverê pêk hat de weke şervaneka mezin a berxwedêra bêhempa nemir bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Li Şerîda Xezeyê 63 kesên din hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Manavgatê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê jinek ji aliyê zilamê ku beriya du salan dest jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Doza Kobanê ya duyemîn destpê kir

Rûniştina destpêkê ya ‘Doza Kobanê ya Duyemîn’ ku derbarê 5 parlamenterên berê yên HDP’ê hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Kiryarên şewitandina înfazê xwe dispêre pergala li Îmraliyê

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê têkildarî biryarên şewitandina înfazê yên Desteyên Çavdêrî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sozdar Avesta: Di vê demê de wê li ser xeta şehîdan têkoşîn bê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zeynep Dûrgût: Gef li me tê xwarin, ji ber ku me rastî raxist pêş çavan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?