Ahmet Tellî yê ku demek dirêje dihat dermankirin û çend roj berê hatibû entubekirin jiyana xwe ji dest da.
Federasyona Şoreşgerên 78an û Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê ragihandibûn ku Tellî hatiye entubekirin.
Di daxuyaniyek hevpar de ev tişt hatibû parvekirin: “Mixabin di dermankirina helbestvan Ahmet Tellî derbasî pêvajoeyek din bûn. Tevî rêbazên dermankirinê yên ku heta niha hatine kirin jî îro hat entubekirin. Wekî Federasyona Şoreşgerên 78an, Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê û malbata wî em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”

