Gelê Kantona Firatê amadekariyên cejna Remezanê dike. Gel bi girseyî di nava sûkê de ji bo kirîna şîranî, cil û berg, kel û pelên cejnê di nava tevgerê de ne. Gel bi moral, kêfxweşî, bi wesîleya serketina gel a di hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, ruhê Newrozê û kêfxweşiya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cejna Newrozê pêşwazî dike.
Wê di sibeha cejna Remezanê de gel berê xwe bide mizgeftan û nimêja cejnê di berbangê de bikin. Piştre jî gel wê berê xwe bide goristanên şehîdan, piştî wê di nava civakê her kes cejnê li hevdû pîroz dikin.