Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Yûnis diyar kir ku ew ê di vê demsalê de hemû berhemên genim û pembû ji cotkaran bikirin.
Ehmed Yûnis anî ziman ku biryara kirîna tevahî hilbirînên genim û pembû ji cotkaran piştî gelek civînan hate dayîn û got: “Armanca vê biryarê parastina depoya stratejîk a genim û pembû ye.”
Rêveberiya Xweser heta niha buhayên genim û pembû diyar nekiriye.
Rêveberiya Xweser par derdora mîlyonek û 300 hezar ton genim wergirtibû. Buhayê kîloyekê 43 sentên Emerîkî bû.