Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ şehadeta Fermandar Zozan Hesekê ragihand
Jin

YPJ şehadeta Fermandar Zozan Hesekê ragihand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku yek ji pêşengên şoreşa jinê Zozan Hesekê şehîd bûye û diyar kir ku şehîd Zozan di têkoşîna xwe ya 34 salan de bûye dîroka têkoşîna jina Kurd û civaka Kurdistanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de nasnameya şehîd hat eşkerekirin û ev agahî hatin parvekirin:

“Em di kesayeta fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê de ku dema li ser erka xwe bû gihîşt şehadetê, hemû rêhevalên xwe yên di şoreşa azadiya Kurdistanê de canê xwe feda kirine bi minetdarî bibîr tînin. Ji bo malbata rêheval Zozan ya hêja û welatparêz, gelê me û rêhevalên wê yên têkoşînê sersaxî dixwazin.

Rêheval Zozan bi çanda axa bi bereket ya Hîlala Zêrîn xwe têr kir, hest û ramanên jina asî, têrker û zana bingeh girt. Rastiya xwe ji koka xwe ya civakî, ji nirxên dîrokî girt. Ji ber vê sedemê kesayeta rêheval Zozan kesayeta jina berxwedêr û şoreşger ya vê axa pîroz e.

Rêheval Zozan di sala 1990’î de ji bajarê Hesekê tevlî refên şoreşa azadiya Kurdistanê bû. Bi temenekî ciwan tevlî bû, bi hestên ciwantiyê heya roja şehadeta xwe tekoşîna xwe berdewam kir. Ji ber ku hevala Zozan ji damarê çanda dayiksalarî dihat bi taybetmendiyên sade, dirust,  xwezayî û mutewazî dihat naskirin. Di tekoşîna xwe ya jiyanê de bihêz, di zanebûna xwe de bi xwe bawer, di çareseriya pirsgirêkên civakî de heya dawiyê xwedî îrade û di zanebûna xwe de kûr bû. Rêhevala Zozan hevala rasteqîn ya hevalên xwe bû. Bi serkeftina xeta azadiyê heya dawî bi bawer bû. Ji ber vê  sedemê, li kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî ku jê dihat jî xwedî derket. Xwe ava kir. Bû ya xwe. Her wiha li çanda xwe ya dayiksalarî û civakî jî xwedî derket bû şoreşgera gelê xwe.  

Rêheval Zozan xwe li Akademîya Rêber Apo bi fikir û ramanên Rêber Apo re kire yek. Bi perwerdeya ku li qada Rêber Apo dît ronahiya rêya tekoşîna xwe diyar kir û di hemû jiyana xwe de kir bingeh. Li qadên gerîla, li qadên civakî, di xebatên perwerdehî û pêşengiya şer de wek jineke şoreşger ciyê xwe girt û rista xwe lîst. Li her eniya têkoşînê de rêheval Zozan bi biryarbûna zelal, bi hevaltiya rast û bi baweriya serkeftina şoreşê tevlîbûnek rast, baş û xweşik çêkir. Bi vê tevlîbûna xwe bû pêşengek şoreşa jinê.

Di hemû qadên têkoşînê de rêheval Zozan ciyê xwe bi keda xwe ava kir. Di têkoşîna 34 salan de xwe bi civak û nirxên şoreşê re kire yek. Ji ber vê sedemê dîroka têkoşîna rêheval Zozan dîroka têkoşîna jina Kurd, civaka Kurdistanî ye. Ev 34 sal bû bingehê têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ku jin û hemû beşên civakê li dora rêheval Zozan hevdû bibîne û nirxên hevpar dewlemend bike. Ji ber vê sedemê di nav şoreşa jin ya Rojava de ciyê rêheval Zozan xwedî bingehek dîrokî, civakî ye.

Di guhertin û veguhertina civaka demokratîk, welatparêz û azadîxwaz de li ser hîmên bingehîn xwe kir çavkanî. Her wiha di destpêka şoreşa Rojava de bi taybet li hember êrişên DAÎŞ’ê, berê xwe da şoreşa Rojava. Wek pêşeng û fermandara şoreşa jin cihê xwe girt. Li Kobanê, Serêkaniyê û Dêrazorê erkên xwe yên pêşengiya şoreşê pêk anî. 

Di van salên dûr û dirêj de rêheval Zozan wek Fermandareke YPJ’ê pêşengtiya şoreşa jinê kir. Heya nefesa xwe ya dawî di pêşxistina şoreşê de bi ked û zanebûna xwe emrê xwe feda kir û li ser erka xwe şehîd bû. Bi ked û kesayeta xwe ya sade, ji dil, wêrek û fedakar bû çavkaniya berdewamkirina soza serkeftin û berxwedanê. Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, jinên ji bo azadî û wekhevî tekoşînê dimeşin, dê li pey şopa Rêheval Zozan bin.

Cardin em ji malbata me ya hêja Mala Fatimê, tevahî jinên Kurdistanê, hevalên wê yên têkoşer re sersaxiyê dixwazin. “

Nasnameya şehîd:

Nasnav: Zozan Hesekê

Nav û Paşnav: Munever Fatimê

Cihê û Dîroka Ji dayîkbûnê: 1970, Hesekê

Navê Dayîk: Şemsa

Navê Bav: Enter

Dîroka Şehadetê: 02-04-2024

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hindistanê hilbijartina giştî dewam dike
Nûçeya Pişt re Ayşegul Dogan: Di dema nû de em ê tifaqên civakî bînin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê bernameya xwe ya li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir

Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 21'ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

KCK'ê di mijara êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn eşkere kir

YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn ku di 18’ê Çileyê de li Tebqayê di şerê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?