Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Martina Anderson: Divê kes mîna Ocalan neyê tecrîdkirin
Rojane

Martina Anderson: Divê kes mîna Ocalan neyê tecrîdkirin

Martina Anderson li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Em fêhm dikin bê tecrîd û ragirtina li hucreyê çawa ye. Lê belê divê kes mîna Abdullah Ocalan neyê tecrîdkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson di salên 1970’î de aktîvîsta ÎRA’yê bû. Martina Anderson ku sala 1986’an li Brîtanyayê hate girtin piştî giritna ji 13 salan bi Peymana Îna Bixêr hate berdan û li nava Sinn Feinê dest bi siyaseta legal kir.

Martina Anderson têkildarî têkoşîna xwe, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd û rola wî ya di pêvajoya aştiyê de ji ANF’ê re axivî.

Hûn destpêkê dikarin hinekî qala têkoşîna xwe bikin? Piştgiriya we ya ji bo Kurdan çawa destpê kir?

Em ji Îrlandayê tên. Beriya niha di çalakiyan de ez li ser Kurdan axivîbûm. Parlamentera Parlamenta Ewropayê bûm. Têkildarî têkoşîna Kurdan min gelek kar kir. Beriya niha dema ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû ji bo serdana wê bikim çûbûm girtîgehê. Destûr nedan me ku em derbas bibin. Ez jî li vegeriyam mala ku ew lê di greva birçîbûnê de bû. Lewma bi kesên ku di nava têkoşîna Kurdan de ne têkiliyeke min a baş heye. Dikarim bibêjim ku dema bi Peymana În a Bixêr em hatin berdan, hingî Abdullah Ocalan hate girtin an jî revandin.

Û hûn zanin, dema ku em hatibûn berdan ew hemû salan girtî bû. Lewma weke komargeran, weke komargerên Îrlandayî, em ji neteweparêziya pêşverû, her wiha ji enternasyonalîzma çalak bawer dikin. Ji bo em gelekî girîng e ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd, piştgiriyê bidin gelê Fîlîstînê û gelên din.

Hûn fikrên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk çawa dinirxînin?

Beriya çend hefteyan ez tevlî konferanseke li ser mehkûmên Kurd, mehkûmên siyasî yên herî kevn bûm û li wê derê qalê dikir bê Abdullah Ocalan, fikrên wî ji bo gelê Kurd tê çi wateyê, wateya wî ji bo jinên Kurdistanî çi ye. Lewma fikrên wî ji civaka Kurd jî derbas kir û bandor li gelek kesan kir. Firsenda min nebû ku nivîsên wî, hemû xebatên wî bixwînim, lê belê tiştekî welê ye ku ez ê bixwazim hîn bêhtir hîn bibim.

Hûn jî girtî man. Piştî Peymana În a Bixêr hatin berdan. Weke girtiyeke berê hûn jiyana Abdullah Ocalan a li girtîgehê çawa dinirxînin?

Bi dîtina min em xwedî kîjan tecrûbeya hevpar jî bin û hesta îzolasyonê çawa fêhm bikin jî; ez li Îngilistanê girtî bûm, ji bo malbatên me em ji Îrlandayê dûr bûn; ji bo serdanê jî qet nebe derfetên me yên serdanê hebû. Lewma dema ku em ji ber hin sedeman ji aliyê girtîgehê ve hatin cezakirin em fêhm dikin bê tecrîd û hiştina li hucreyê ji bo mirovan tê çi wateyê. Lê belê weke ku min beriya niha got, divê mîna Abdullah Ocalan kes neyê tecrîdkirin. Û bi dîtina min, ji ber ku alternatîfekê pêşkêşî sîstema kapîtalîst dike, yên ku ew girtine ji wî gelekî ditirsin; ji ber ku fikrên wî naxwazin. Ji wan heye ku bi girtina wî wê karibin li pêşiya belavbûna fikrên wî yên li nava civakê bibin asteng. Li gorî min hîn bêhtir mirov meraq dikin bê ew çawa tevdigere, dixwazin hîn bibin bê ev mirov kî ye. Çima bi vî rengî nêzî wî dibin? Dema ku mirovekî bi vî rengî pêşverû dibînin, fikrên alternatîf pêşkêş dikin, ya wî digirin yan jî bêdeng dikin. Xuya ye ya ku dixwazin bikin jî ev e; lê şukir ku nikarin vê bi ser bixînin. Ji ber ku têgihiştina wî, zanyariya wî ji civaka Kurd bêhtir li nava mirovan belav bûye.

Berê li Îrlandayê pêvajoyeke aştiyê hebû. Bi heman rengî li Tirkiyeyê jî di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoyek hebû. Bawerim we ev pêvajo şopand. Gelo li ser rola Abdullah Ocalan a di meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê de hûn dikarin çi bibêjin?

Ji aliyê lîderiya têkoşîna me ve, di navbera têkoşînên me de fikrên dişibin hev hene. Dema ku hewl didin alternatîfekê ji şer re pêşkêş bike, di nava sîstema serwer de kêm mirov dixwazin vê alternatîfê bibihîzin. Hemûyan dixwestin şer bi dawî bikin û di şert û mercên civakê de tiştek neyê guhertin û li ya berê vegerin. Û dîsa ew hewl dide alternatîfekê pêşkêş bike. Lewma têkoşîna me qet nebe ji bo we gelê Kurd, gelê Fîlîstînê û mirovên mîna we zext û zordarî lê tê kirin dibe hêvî, nîşan dide ku ti tişt nepêkan nîne, her tişt dikare pêk were. Û di roja rojbûna 75’an de hîn jî ragirtina Abdullah Ocalan li girtîgehê û nediyarbûna aqûbeta wî ji bo gelê wî gelekî zehmet .

Lê belê şopeke mezin li nava civakê hişt ku jê naçe û ev şopa wî wê piştî mirina wî jî dewam bike. Ji ber vê yekê di pêvajoya me ya aştiyê de, mîna di pêvajoyeke aştiyê de bi dîtina min hikumeta Tirk gav paşve avêt. Hikumeta Îngilîz jî ji gelek aliyan ve cuda nîne, dema ku mijar bû danûstandin hewl dan paşve gavê biavêjin. Me piştgirgî ji civaka navneteweyî wergirt. Eger ne ji piştgiriya civaka navneteweyî ya li Ewropa û Emerîkayê bûya, pêvajoya aştiyê nedibû.

Dostên gelê Kurd di 9’ê Cotmehê de bi navê ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dest bi kampanyayekê kirin. Hûn dixwazin der barê vê kampanyayê de çi bibêjin?

Sernav bê guman azadî ye. Pêvajoyeke azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re. Dema ku girtî bûm eger yekî ji min re bigota ez ê di nava hikumetekê de bibim wezîreke biçûk, ez ê bibim endama Parlamenta Ewropayê min ê jê re bigota ku rewşa xwe nebaş e, ev hemû wê ti carî pêk neyê. Lê belê ya ku nepêkan bû me pêk anî, hûn ê jî bi heman rengî bikin. Ev meseleyeke ku pêk were. Mesele ew e ku wê kengî pêk were. Lewma dev jê bernede.

Bi heman biryardariyê dewam bikin û ji wî kesî sûdê werbigirin ku bi tena serê xwe hatiye îzolekirin û ji nifûsa Kurdan jî wêdetir bandorê li jiyana gelek mirovan dike. Yanî lîderê ku li pêşberî we ye lîderekî bêhempa ye. Ew 75 salî ye. Ev yek di jiyana her kesî de demeke zehmet e. Em nizanin ku jiyan wê çiqasî dewam bike. Lê belê wê mîrateyeke welê ji we re, ji malbata we re, ji zarokên we re bihêle ku hûn demeke welê bibînin ku pêvajoya aştiyê wê bi pêş ve biçe. Li Tirkiyeyê wê her tişt biguhere û her tim wê heman hikumet li ser desthilatdariyê nemîne. Carna di siyasetê de hefteyek jî demeke gelekî dirêj e. Û dema ku li civakeke guhertî geriya, dema ku mekanîzmayên hûn jî di nav de hatin afirandin û bûn xwedî herêmên xweser, hingî wê di destê we de be ku hûn ê çi bikin. Lê belê çi dibe bila bibe biryardayina li ser paşeroja xwe wê di destê gelê Kurd de be, ne di destê kesî de be. Ji ber vê yekê dewam bikin, dest jê bernedin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê GULANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Ambargoya Şamê dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

KCK'ê bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, serketina "Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Afrîkaya Başûr ev du meh in bi sedan madenkar di binê erdê de ne

Hat diyarkirin ku li herêma Stilfonteinê ya Başûrê Afrîkayê li madeneka zêrî ya ku hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeyûman Qers parsel bi parsel firotine

Turker Oksuz û Ziya Polat ku ji sala 2020'î û vir ve weke qeyûm li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Siwêda bi çekên giran hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?