Duşem, 3 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê qeyûm werin vekişandin û girtiyên siyasî werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Li gel pêvajoyê jî budçeya şer zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêber Apo azad nebe em azad nabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji aliyê sosyalîzmê ve komun: Mînakên Zapatista û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan dewam dikin: Mafê jiyanê tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Cotmehê de 4 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê Komaleya Jinên Serbixwe hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Cejna Zimanê Kurdî de meş û panel hatin lidarxistin
Rojane

Di Cejna Zimanê Kurdî de meş û panel hatin lidarxistin

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Wanê meş û li Şirnexê jî panel hat lidarxistin. 

ŞIRNEX

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li eywana konferansan a avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) panela “Jin û ziman” li dar xist. Di panelê de pankarta “ Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hate vekirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. 

Hunermenda Kurd û endama KASED’ê Selma Ozelasî weke panelîst tev li bernameyê bû.  Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. 

‘HEBÛNA ME BI ZIMANÊ ME YE’ 

Piştre Sema Ozasî axivî. Ozasî, bal kişand li ser rol û mîsyona jin û ziman û wiha axivî: “Em şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Mirov li ku derê dinyayê be bi zimanê xwe tê naskirin. Dema ku mirov bi zimanê xwe nizanibe û motîfeke Kurdî li ser me nebe, tu wateya mirov jî namîne û ew mirov dibe keseke din. Ji ber wê em dibêjin me zimanê xwe heye, hebûna me bi zimanê me heye. Di têkoşîna gelê Kurd de her tim têkoşîna ziman hatiye dayin. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.” 

DI SERDEMA NEOLOTÎKÊ DE JIN 

Ozasî, di berdewama axaftina xwe de qala rola jinan a di serdema neolotîkê de kir û wiha got: “Di dema neolîtîkê de rol û mîsyona me jinan çi bû û me wê demê çi dikir û em niha çi dikin? Di wê serdemê de jin pêşengên civakê bûn, xweza bi destê jinan dihate afirandin. Di wê demê de jinan çandinî dikir, giya kom dikir û bi vê re zarok xwedî dikir. Jin û xweza di nav hev de dijiyan. Mêr nêçîrvan bûn lê jin hem xweza û hem jî mal birêve dibir. Heke ku ew dem di hundirê me de nebûya îro me li dijî pergalê li ber xwe nedida. Niha jî li ser jinê pişaftineke mezin tê kirin. Jin bi her awayî hedef hat nîşandan. Her berhemeke jinan weke berhemek mêr pêşkeşî civakê kirin. Keda jinê weke keda xwe nîşan dan. Ji ber wê di roja me de jin berxwedana hebûnê, çandê û ziman dide.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

WAN 

Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ARSÎSA’yê domiya. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. 

Di meşê de her wiha jinan dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Zimanê min welatê min e” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin. Beşdaran li pêşiya avahiya ARSÎSA’yê stranên bi kurdî striyan. Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbulut daxuyanî da. Akbulut, diyar kir ku zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya Kurd û mirovahiyê ye. 

‘ZIMANÊ KURDÎ ÇAVKANIYA SEREKE YA AZADIYA GELÊ KURD E’

Bi domdarî Akbulut destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Akbulut wiha domand: “ Zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya Kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê Kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.”

Di berdewamê de Akbulut destnîşan kir ku gelê Kurd her dem ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha pê de çû: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê Kurdî jî Celadet Elî Bedirxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.”

GOTINA OCALAN A ‘ZIMAN LAŞ E XWEDÎ LÊ DERKEVIN’ BI BÎR XIST

Akbulut, bi domdarî gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî di van 50 salên dawî de li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZP Kurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”

Akbulut, daxuyand ku çavkaniya bingehîn a hawara zimanê kurdî jinên kurd in û wiha derbirî: “Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin.  Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî,  Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Elî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in. 

Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in. Em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin.  Li şûna ku em tenê bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê dayikê derkevin’; divê em di heman demê de bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê jinê, jiyanê û azadiyê derkevin’.”

‘BI KURDÎ BIAXIVIN, BINIVÎSIN, BIFIKIRIN’

Akbulut, anî ziman ku ew ê bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîda ser zimanê kurdî ku parçeyeke li ser tecrîda Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser jinên kurd, çalakiyên cuda li dar bixin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi boneya salvegera 92’yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd, li rêzdar Abdullah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê Kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê  Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên Kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin û bi Kurdî bijîn. Jiyan, jiyan, azadî.” 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî!
Nûçeya Pişt re Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê giliyê Ziya Turk kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê qeyûm bi alîkariya polîsan daran radike

Qeyûmê li Şaredariya Êlihê vê sibehê bi piştgiriya polîsan jinûve dest bi rakirina daran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hem mîrateya çandî diparêze hem jî perwerde dike

Hamûdê Elo ku alav û amûrên ji çanda Kurd li mala xwe kom dike, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Îranê kolberek kuştin

Hêzên Îranê di saetên siharê de li Hengejale ya girêdayî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump gefa destwerdana leşkerî ya li dijî Nîjeryayê nû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şîrketa Lafarge li Sûriyeyê bi tewanbariya ‘fînanskirina terorê’ tê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?