Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şaredariya Qoserê bi xisarên qeyûm ve mijûl e
Kurdistan

Şaredariya Qoserê bi xisarên qeyûm ve mijûl e

Yek ji deverên ku du serdem in ji aliyê talankeriya qeyûm ve gelekî balê dikişîne, Şaredariya Qoserê ye. DEM Partiyê şaredarî bi 106 milyon TL'yî bi deyn wergirt. Şaredariya ku ji bo paqijiyê jî personelên xwe yên têrker nîne, bi avê me mijûl e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman ku ji bo li navçeyê pirsgirêkeke cidî ya tenduristiyê li nava gel rû nede, wan hemû derfetên xwe seferber kirine.

Hevşaredara Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji roja wan şaredarî dewr wergirtine û vir ve di mijara bicihanîna xizmetên bingehîn ên ji bo tenduristiya gel de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman ku pirsgirêka destpêkê berhevkirina çopa li navçeyê bû ku beriya cejnê tenê 14 xebatkarên paqijiyê hebûn. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay diyar kir ku wan daxwaza personel û amûrên paqijiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xwestin, lê belê rewşeke bi heman rengî li wir jî heye û got, qeyûm beriya ku biçe ji bo gel ceza bike û şaredariyê tengav bike serî li rê û rêbazeke bi vî rengî da. Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay got, “Me destpêkê 36 personel tevlî qada paqijiyê kirin û destûr jî rakirin. Me bang li gel kir û qala rewşa xwe kir. Bi sedan mirov bi dilxwazî tevlî kar bûn. Her kes bi berpirsyariya kolana xwe rabûn û bi vî rengî me ew pêvajoya destpêkê ya zehmet ji holê rakir. Hîn jî dema ku pirsgirêkek rû bide, ji ber ku mirovên me bi rewşê zanin bi rengekî bi lez xwe bi rêxistin dikin.”

Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay ragihand ku personelên weke karkerên paqijiyê tevlî kar hatibûn kirin ji bo bi rêk û pêk kar nekin çi ji wan tê dikin, timî raporê werdigirin û got, “Qeyûm beriya biçe ev personel tevlî kar kir. Peymana hinekan ji bo sê mehan e, peyaman hinekan jî ji bo şeş mehan e. Beriya ku peymana wan biqede mixabin em nikarin wan ji kar derxînin, ji ber ku me şaredarî bi deyn dewr wergirt. Me bi 106 milyon TL deynê şaredariyê dest bi kar kir. Hatineya mehane ya şaredariyê 38 milyon TL ye, lêçûn jî 43 milyon TL ye. Deynên ku qeyûm hiştiye demkurt nîne. Di rewşeke bi vî rengî de em neçar in her tiştî yek bi yek hesab bikin û em rê nedin ku kesek mûçeyekî heq nake wernegire. Piştî ku peymana wan qediya jî em ê ji hevalên xwe yên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin avêtin, kadroyeke nû ava bikin.”

Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay diyar kir ku li navçeyê demeke ew bi pirsgirêka avê re mijûl in; li tevahiya Mêrdînê piştî çûyîna qeyûm li gelek deveran bi carekê pirsgirêka avê rû da, ev yek tesadûfî nîne û got, “Di nava hefteyekê de xeta avê teqiya. Ava me ji Ava Spî tê. Ava Spî di navbera Nisêbîn û Mîdyadê de ye û ji bo tevahiya Mêrdînê ji aliyê avê ve çavkaniyeke xwedîkirinê ye. Ava çend navçeyan ji wir tê. Bêguman di av û elektrîkê de dem bi dem dibe ku qutbûn rû bide, lê belê tiştekî normal nîne ku qutbûna demdirêj a avê piştî hilbijartinên xwecihî destpê kir. Gel di wê baweriyê de ye ku bi zanebûn bêav tê hiştin. Bêguman em lêkolîn dikin. MARSÛ’yê niha dest li rewşê werda û lûleyên teqiyayî diguherîne.”

Hevşaredar Hamdiye Bîlek Tûrgay anî ziman kuli Qoserê di nava du serdeman de xizmetên şaredariyê yên bingehîn, binesazî nehatiye kirin û got, “Gelê me zane ku me çi dewr wergirt, lewma em sebir û ferasetê ji gelê xwe hêvî dikin. Bi piştgiriya manewî ya ji gelê xwe werdigire em ê bi rengê herî bi lez pirsgirêkên bajarê xwe çareser bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QOSER

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Cihê me çiyayên Kurdistanê ye’
Nûçeya Pişt re Li Duhokê cenazeyek hat dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

671 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî ÎSÎG’ê ji sala 2013’an û vir ve herî kêm 671 zarok di cînayetên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji DYE’yê astengiyên nû ên seyahetê: Sûriyeyî û Filistînî jî di lîsteyê de ne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, li gel biryarnameyeke roja Sêşemê îmze kir,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê keştiyek noqî binê avê bû: Zêdeyî 40 kes winda ne

Li bakurrojavayê Nîjeryayê, keştiyek li çemekî noqî binê avê bû, herî kêm 40 kes winda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Êlihê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?