Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Heta wergirtina encamê em berxwedanê mezin bikin
Jin

KJK: Heta wergirtina encamê em berxwedanê mezin bikin

KJK'ê bang li tevgerên jinan û gelan kir ku xwedî li doza Kobanê derkevin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamêng iran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike û heta wergirtina encamê têbikoşe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryarên Doza Kobanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrîşên AKP-DAÎŞ’ê ku dijminê Kurdan û jinan e yên li ser Rojava û Şengalê bi saya berxwedana mirovahiya cîhanê, jinan û gelan hate têkbirin û ji bo hilanîna tola vê têkçûnê darizandinên Doza Kobanê yên ne kêmî dadgehên Serxwebûnê dan destpêkirin. Doz bi birîna cezayên giran li siyasetmedarên HDP’ê di serî de hevserokên giştî û aktîvîstên tevgera jinê bi dawî bû. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin ku biryarên Doza Kobanê yên hevkarên AKP-MHP-DAÎŞ ên dijminê jinan û Kurdan, ji bo gelan û mirovahiyê di hukmê tinebûnê de ne, ji aliyê siyasî û hiqûqî ve jî wê bêne pûçkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Doza Kobanê tevî ku bi îdîaya raperîna 7-8’ê Cotmehê hate destpêkirin jî ku hingî gelê me yê Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên DAÎŞ’ê ji bo piştgiriya bi gelê Rojava rabû ser piyan, ev doz ji aliyê AKP-DAÎŞ’ê ve ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, jinan û dagirkeriyê yên li Şengal û Rojava, ji bo tarîkirina komkujiya sivîl a di çalakiyên 7-8’ê Cotmehê de hatin kirin û ji bo astengkirina darizandina vê yekê di asta neteweyî û navneteweyî de hate destpêkirin. Bi vê armancê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê, xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tine bikin û mirovahiya mezin a ku xwedî li berxwedana Kobanê derket ceza bikin. Di serî de hevserokên HDP’ê li siyasetmedar, siyasetmedarên jin, Kurd, çep û sosyalîstan cezayên giran hatin birîn ku ev yek tê wateya cezakirin û îzolekirina têkoşîna hevpar a gelên cîhanê, Kurdan û jinan.

‘ARMANC QIRKIRINEKE NÛ YE’

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo rejîma xwe ya qirkirinê rizgar bike û statuya mêtingeriyê ya navneteweyî ya Kurdistanê dewam bike, stratejiya xwe ya belavbûna li Rojhilata Navîn bi Neo Osmanî û senteza Tirk-Îslamê xiste dewrê. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê damezrîner û rêveberê rêxistina terorê DAÎŞ’ê ye. Li Rojhilata Navîn stratejiyeke nû ya êrişê ya neteweperestî, zayendîperestî û olperestiyê xiste dewrê, êriş bir ser şoreşa Rojava û Şengalê, li dijî jinan û gelê Kurd sûcê qirkirinê kir. Armanca têkiliya AKP-DAÎŞ’ê avakirina rejîmeke qirker a herêmî ya nû ya li dijî gelê Kurd e, raperîna demokratîk a bi pêşengiya jinan û gelan li cografya Ereb destpê kir bi olperestiya tundrew dejenere bike û bitepisîne. Bi vî rengî bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê dixwaze Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonîk ve jinûve mêtinger û kontrol bike. Mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn bi aqil û dilê xwe êrîşên AKP-DAÎŞ’ê li dijî tevahiya mirovahiyê weke gefekê dîtin û li dora berxwedana Kobanê berxwedaneke mezin a mirovahiyê afirandin. Li Kobanê jinan, gelan, hêzên demokrasî û azadiyê bi ruhekî berxwedanê yê enternasyonal ê nû şer kirin û bi ser ketin. Bi berxwedana Kobanê re AKP-DAÎŞ hate têkbirin, qirkirina gelê Kurd, hegemonya mêtingeriyê ya navneteweyî û dîktatoriya li ser gelên Rojhilata Navîn têk çû, stratejiya belavbûna li Rojhilata Navîn a li ser bingeha tifaqa dij bi Kurd hate têkbirin.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo vê hilweşînê rawestîne li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd plana têkbirinê xiste dewrê, Rêber Apo tecrîd kir, li ser Rojava dest bi şerê dagirkeriyê kir, li hemberî gerîla bi çekên taktîk nukleer û kîmyewî dest bi êrîşên îmhayê kir, li Bakurê Kurdistanê jî ji bo tasfiyekirina siyasetê pêvajoya Doza Kobanê da destpêkirin. Herî dawî di danûstandinên bi hikumeta Iraqê re bi Projeya Rêya Pêşketinê nêta xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tevlîkirina Mûsil û Kerkûkê li nava xaka Tirkiyeyê nîşan da, bi vî rengî dest bi amadekariyên operasyona leşkerî kir. Lê belê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk birin, li dijî tayînkirina qeyûm bi serhildana Wanê bersiv hate dayin û gel û jinên Kurd nîşanî cîhanê da ku têk naçe. Şefê faşîst Erdogan ji bo karibe hêza ku li cîhanê û herêmê winda kiriye ji nû ve bi dest bixe, ji vê rewşa têkçûnê rizgar bibe û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dewam bike dest bi gotina ‘asayîbûnê’ kir û ji bo belavkirina hêzên demokratîk ên di hilbijartinê de ava bû û bidestxistina înîsiyatîfa siyasî polîtîkayek xiste dewrê. Di vir de armanc tenêhiştina hêza çareseriya demokratîk û berxwedana demokratîk a gelê Kurd, tecrîdkirin e. Di vir de armanc ew e ku hêza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku di hilbijartinê de xwe nîşan da û rojeva parçekirina tecrîda li Îmraliyê belav bike. Di vir de armanc tafiyekirina ykîtiya têkoşînê û hêza demokratîk e ku li dijî faşîzmê serketin bi dest xist. Di çarçoveya vê armancê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî Kurdan, jinan û hêzên demokratîk rejîma tecrîdê ya Îmraliyê bi cih tîne. Divê bê zanîn ku asayîbûyîn tenê bi danûstandinên li ser bingeha lêgerîna li çareseriya demokratîk a bi muxatabên pirsgirêka Kurd dibe, bi rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dibe. Tecrîda li Îmraliyê û rejîma qirker tê wateya îzolekirin û tecrîdkirina Kurdan û biryarên encamê yên Doza Kobanê jî bi vî rengî hatin wergirtin.

BANGA LI GEL Û RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê doza kûmpasê tine bihesibîne, çalakiyên xwe yên berxwedanê mezin bike, heta ku encamê werbigire têkoşînê dewam bike. Di serî de Îmrali li dijî tecrîd û êrişên li ser girtîgehan hemûyan wê her kolanan veguherîne qada berxwedanê.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya demokratîk dikin; Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li hemberî berxwedana jinan û gelan têk çûye, têkoşîna parçekirina sîstema tecrîdê û mezinkirina berxwedana çareseriya demokratîk xurt bikin. Û biryarên Doza Kobanê pûç bikin.

Banga me li rêxistinên jinan ên li cîhanê, jin û gelê Kurd e!

Em bang li tevgerên jinan hemûyan û gelan dikin ku xwedî li doza Kobanê derkevin, xeta berxwedanê ya jinan a bêhmpa ku li dijî DAÎŞ’ê hate meşandin biparêzin, nîşan bidin ku berxwedana bi rûmet a gelan û azadiya jinê nayên darizandin û sûcên qirkriinê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê darizînin.

Di serî de Konseya Ewropayê em bang li hemû saziyên navneteweyî yên hiqûq û mafên mirovan dikin ku berpirsyariyên xwe bic ih bînin, mafên gelê Kurd nekin qurbanê bazarî û berjewendiyên siyaset û dewletê.

Li hemberî êrîşên tolhildana polîtîk û qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk divê hêzên demokrasiyê û aktorên polîtîk ên cîhanê dest ji helwesta ‘bi fikar in’ berdin û helwestê nîşan bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kiliç: Hewl didin li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bibin asteng
Nûçeya Pişt re Tevgera Ciwanên Şoreşger: Dijminên şoreşê dixwazin rastiyê berovajî bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê em hê bêhtir xwedî li pêngava azadiyê derkevin’

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nuha Omer got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê ji bo zarokan tûrnûvayê lidar bixe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê “Tûrnûvaya Futbolê ya Zarokan a Stêrkên Amedê” lidar bixe.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di qezayên leşkerî de û li cihên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?