Her roj binpêkirinên mafan li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî, zêde dibin. Yek ji van girtîgehan Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ye. Hat zanîn ku li vê girtîgehê mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş bi rengekî kêfî û bi ferzkirinên lêgerînên hundirê pêlavê û dev, tê astengkirin û bê navber bi ser hucreyan de tê girtin.
Bavê girtiyê nexweş Fîkret Kara, Îsmaîl Kara ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji ber ferzkirina lêgerîna ku rûmetê binpê dike, 30 meh in kurê wî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Kara ragihand ku bê navber bi ser hucreya kurê wî de girtin, pirtûk û nameyên wî tên desteserkirin.
‘HEM TEDAWIYAN ASTENG DIKIN, HEM JÎ BI SER HUCREYAN DE DIGIRIN Û PIRTÛKAN DESTESER DIKIN’
Kara bilêv kir ku beriya 3 mehan midûrekî nû yê bi navê Onûr Aslan hate girtîgehê û bi hatina wî re binpêkirinên mafan zêde bûn. Kara diyar kir ku sendroma Wernîcke-Korsakoff bi kurê wî re heye û ragihand ku ji ber lêgerînên hundirê pêlavê û dev ên ku rûmetê binpê dikin, kurê wê sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Kara anî ziman ku bê navber notirvan bi ser hucreya kurê wî de digirin û got: “20 notirvanan bi ser hucreya kurê min a ku bi du hevalên xwe re têde dimîne, girtin û pirtûk û nameyên wî desteser kirin. Xwarina wan bi gotina ‘evane zêde ne’ avêtin çopê.”
Kara destnîşan kir ku ji bo protestokirina van zextên kêfî, kurê wî û yên pê re hefteyekê greva birçîbûnê û çalakiya berzkirina dirûşmeyan lidar xistin û ragihand ku ji ber vê yekê bi dehan cezayên disîplînê li wan birîn. Kara ev tişt jî got: “Bi tenduristiya kurê min dilîzin. Jixwe kurê min gaziyê rojiya mirinê ye. Destpêkê di sala 1998’an de hate girtin. Di sala 2000’an de yek ji wan girtiyên siyasî bû yên ku li dijî avakirina Girtîgehên bi Tîpa F ketin rojiyê mirinê. Komkujiya 19’ê Kanûnê li Girtîgeha Umraniyeyê jiyan kir. Bi rengekî birîndar sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hate kirin. Ji ber mudaxeleya bi zorê ya ku di wê demê de hatî kirin, sendroma Wernîcke-Korsakoff pê re çêbû û di sala 2001’an de hate berdan. Lê di sala 2011’an de dîsa hat girtin.”
‘WEZARETA EDALETÊ Û MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ BERPIRSYAR IN’
Kara xwest ku ev zextên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin û got: “Min ev rewş bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî re parve kiriye. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em ê gilî bikin. Jixwe zarokên me li girtîgehê di şert û mercên zilmê de tên girtin. Tedawiyên wan asteng dikin, bi ser hucreyên wan de digirin, pirtûkên wan desteser dikin, bi vî rengî dixwazin çi bikin? Wezareta Edaletê, midûr û rêveberiya girtîgehê ji her tişteke xirab a ku bi serê zarokên me were, berpirsyar in.”