Bi pêşengtiya TJA’yê û di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Çalakiya xwendinê li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê hat lidarxistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Beriya destpêkirina çalakiyê qurdeleyên mor bi çîqilên daran ve hatin kirin û dovîzên “Azadî bi xwebirêvebirinê ve dest pê dike”, “Tecrîdê bi dawî bikin”, “Ji bo aştiyê gavên bicisaret hewce dikin” û “Jiyana em bi hesreta wê dijîn ne bi mucîzeyan, bi şoreşê dibe” hatin hilgirtin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît beriya çalakiyê axivî û got ku rewşa agahînegirtina mutleq a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Kaçmaz, wiha domand: “Ji bo li her qadê fikrên birêz Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Fikrên birêz Abdullah Ocalan hem li her çar parçeyên Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê hatin qebûlkirin. Em jî îro fikrên wî bi hev re dixwînin û nîqaş dikin.”
Piştre jî nivîsa Abdullah Ocalan a “Jiyana mirovan û fêmkirina heqîqetê ji bo kesên pêşketî tam mucîze ye” hate xwendin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.