Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin.
MÛGLA
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navçeyên Menteşe, Bodrûm, Datça, Marmarîs û Mîlas yên Mûglayê bi daxuyaniyan hate protestokirin. Di daxuyaniyan de pankarta “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan. Endama DEM Partiyê Mehtap Çîfçî axivî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqî ye. Gelên Tirkiyeyê wê li hişmendiya qeyûman bide windakirin.”
TEKÎRDAG
Rêxistina DEM Partî ya Tekîrdagê li navenda bajarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan û dirûşmeyên “Mehmet Siddik Akiş rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partî yê Tekîrdagê Suat Sari li vir axivî û got: “Bi dehan caran we ev rê ceriband lê gel ev pêkanîn pesend nekir. Bi zext û tundiyê hûn nikarin vîna me teslîm bigrin. Desthilatê kûmpasek heman li Wanê jî pêkanîn, lê gelê Wanê berxwedanek bê hempa raber kir. Berxwedana Wanê li faşîzmê gav paş de da avêtin. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne û hûn nikarin xesp bikin.”
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgî bi daxuyaniyeke protesto kir. Her wiha li Edene, Mêrsîn û Antalyayê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Qeyûm derbe ye. Wê gel rê nede vîna wan a demokratik were xespkirin. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê derhiqûqiyê qebûl nake. Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin. Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin. Gelê me gelekî birûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.”