Sêşem, 26 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê em dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Mehmet Dayangeç: Ewehiya canê min nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê Komîsyona Meclîsê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîr zext û gef zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Dersimê yê ÎHD’ê: Divê bendên kontrolê bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzerê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandarê Eyaletê Mordem Çewlîk şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberên Şengalî yên li kampan li dijî biryara wezaretê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Sîda Yildiz: Di cihêbûnê de ‘navbeynkarî’ wê jinê bêdeng bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajoya aştiyê bêyî jinan nameşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê hevdîtina jinan a aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên girtî: Birîna Ziman yan Rûreşiya Wijdanê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hapsa Xan: Pêşenga perwerdehî û têkoşîna maf

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo komkujiya li Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
Kurdistan

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Avînar û Rûken bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Milîtanên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê hevrêyên me Rûken û Avînar di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Zarokên hêja yên gelê Kurdistanê hevreyên me Rûken û Avînar ku tevlî karwanên şehîdan bûn, bi berxwedana xwe ya bêmînak mîrateyeke têkoşîne ku nayê jibîrkirin hiştin.

Hevreyên me Rûken û Avînar ên ji bo azadiya gelên bindest û gelê me tevlî refên gerîla bûn, bi îdeolojiya Apoyî di xwe de guhertinên muezem afirandin û bi gavên piştrast ber bi serkeftinê ve çûn. Hevreyên me ku hêrsa wan a dîrokî li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ku sed sal in li Kurdistanê didome hebû, ji xeynî jiyana şoreşgerî jiyaneke din qebûl nekirin û xwe fedayî gelê me kirin. Hevreyên me Rûken û Avînar ku di demeke ku êrîşên dijmin zêde bûn de li Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên girîng girtin ser xwe û derbên giran li dijmin dan, ji bo ala têkoşînê ya hevreyên xwe yên şehîd bi serkeftinê re tacîdar bikin bêyî dudilî şer kirin û tevlî karwanên nemiran bûn. Hevreyên me Rûken û Avînar ku bûn milîtanên Apoyî yên şert û mercên zehmet, bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.

Em peyrewên wan soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe Rûken û Avînar mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin, bi van hestan em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wan a hêja û hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Avînar Merîvan

Nav paşnav: Rozan Vîldan Kizmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zozan- Cuma

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

 

Nasnav: Rûken Spêrtî

Nav paşnav: Fatma Koyuncu

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Xezal- Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

AVÎNAR MERÎVAN

 

Hevrêya me Avînar li bajarê Amedê ku bi berxwedan û serhildêriya xwe tê naskirin û çanda Kurd bi kûr lê dijî, ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz bû, weke jineke Kurd a têgihiştî mezin bû. Hevrêya me ku bi çîrokên gerîlatî û berxwedana lehengane ya xalê dayika xwe hevrêyê me Şehîd Zemanî-Mustafa Gezgor mezin bû, di temenekî biçûk de sempatiya wê ji Tevgera me re çêbû. Di dibîstanê de rûyê rast a pergalê baştir dît û nakokiyan jiya. Hevrêya me ku nakokiyên ku her ciwanê Kurd dijî jiya û ket nava lêgerînan, haya wê ji polîtîkayên bêeslkirin û asîmîlasyonê ku pergal li ser ciwanên Kurd ferz dike çêbû û di nava xebatên ciwanan de cih girt. Hevrêya me ku hinek jî be bersiva lêgerînên xwe dît, li Amedê ku zanîngehê lê xwend, bi awayekî çalak di nava xebatên ciwanan de cih girt. Hevrêya me Avînar bi taybet dema birayê wê hevrêyê me Mervan Amed- Mehmet Zuhat Kizmaz di sala 2009’an de tevlî refên gerîla bû, gelek bandor bû û zêdetir eleqe bi gerîla anî. Di xebatên ciwanan de firsend dît ku rastiya Rêbertiyê û Tevgera me ji nêz ve nas bike. Hevrêya me ji ber xebatên xwe yên di salên zanîngehê de rûbirûyê zextên dijmin hat û gelek caran hat binçavkirin. Hevrêya me Avînar ku rastiya dijmin zû nas kir, lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevrêya me bi zanebûna ku bersiva herî mezin a li dijî neheqî û polîtîkayên înkarê yên dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare were dayîn, biryara tevlîbûnê da. Di demek ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava geş bû de tevlî refên azadiyê bû.

 

Hevrêya me Avînar ku di sala 2012’an de ji Amedê tevlî refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Metîna dît. Di perwerdeya şervanên nû de ji têkiliyên hevrêtiyê yên di Partiya me de gelek bandor bû. Hevrêya me ku dema gava xwe ya yekem avêt jiyana gerîla ku ji çîrokên lehengiyê guhdar dikir, şanaziya gerîlabûyînê jiya. Di perwedeyan de bi daxwaza fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi moral di demek kin de pêşketin nîşan da. Zanebûna xwe ya îdeolojîk di pêvajoya perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re jî parve kir û ji bo ew jî fêrî jiyana çiya bibe ked da. Hevrêya me Avînar ku bi kesayeta xwe ya kedar û fedayî di demeke kin de di gelek xebatan de zana bû, bi vê taybetmendiya xwe re rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêya me ku ji perwerdeya şervanên nû bi awayekî serketî temam kir, li qada Garê tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêya me ku dixwest derbên giran li dijmin bixe, tevî ku gerîlaya nû bû jî pêşniyarên çalakiyê kir. Hevrêya me Avînar di sala 2012’an de ji bo ku di aliyê leşkerî de zana bibe, di branşa çekên giran de perwerde dît û weke gerîlayekî pispor perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir. Hevrêya me ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de amade hîs kir, xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir. Ji bo ku bibe layiqî bîranîna birayê xwe, hevrêyê me Mervan Amed ê di sala 2012’an de di çalakiyên çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de cih girt û di sala 2013’an de li Geliyê Tiyarê şehîd bû, bi israr xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir. Hevrêya me Avînar ji bo ku tevlî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe, xwe di hunera şerê gerîla de zana kir û di sala 2013’an de derbasî herêma Xakurkê bû. Nirxandinên azadiya jinê û artêşbûna jinê ya Rêbertiya me xwend û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Weke Gerîlaya Modernîteya Demokratîk hem tim xwe hem di aliyê îdeolojîk û hem jî di aliyê leşkerî de pêş xist.

 

Bi vê taybetmendiya xwe re hem ji bo hevrêyên xwe bû mînak û hem jî wan ji bo perwerdehiyê teşwîq kir. Ji bo taktîka şerê gerîla ya serdema nû pêk bîne û pêşengiyê bike berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêya me Avînar ku xwest tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne û ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv, li herêma Xakurkê di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt. Hevrêya me ku nasnameya xwe ya YJA Star bi layiqî hilgirt, di şert û mercên herî zehmet de bi helwesta xwe ya birêgez û hevrêtiya xwe ya sade bû milîtanekî Apoyî ya mînak. Hevrêya me Avînar li herêma Xakurkê ku 6 sal gerîlatiyê lê kir, hema hema tu çiya û patîka nehîşt ku gav ne avêtibe. Hevrêya me Avînar ku bi tevlîbûna xwe ya bi coş di hevrêyên xwe de ezîm û biryardariya têkoşînê afirand û ruh da wan, bi vê taybetmendiya xwe re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi helwesta xwe ya zelal a di xeta azadiyê de, bi girêdana xwe ya bêdawî ya ji bo Rêber Apo û nirxên me yên azadiyê û bi hevrêtiya xwe ya xurt di hemû hevrêyên xwe de şopên nayên jibîrkirin hişt.

Hevrêya me Avînar Merîvan ku dema li herêma Xakurkê bû berpirsyariyên girîng girt ser xwe û li hemû qadên ku lê bû hezkirina hevrêyên xwe girt,  bi hevrêtiya xwe ya dirust û ji dil weke milîtana YJA Starê di têkoşîna me ya azadiyê de ciheke nayê jibîrkirin girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêya me Avînar ku di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi serkeftinê li ba bikin.

RÛKEN SPÊRTÎ

 

Hevrêya me Rûken li Silopyayê ku bajarê qedîm ê Botanê ye, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me ku di nava malbateke dilsozê nirxên xwe yên neteweyî û çanda Kurd de ji dayik bû, li gorî cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku di malbata wê û ji êşîra Spêrtî de tevlîbûn ji bo tevgera me ya azadiyê hebû, di temenekî biçûk de Tevgera me nas kir. Hevrêya me di temenekî biçûk de gerîlayan dît, xeyranên wan bû û xeyala gerîlabûyînê kir. Zilma ku artêşa Tirk a dagirker li Botanê li gelê me kir, şewitandina gundan û şehîdkirina gelek kesên me bi awayekî kujer diyar, hêrsa hevrêya me Rûken a li hemberî dijmin mezintir kir. Hevrêya me ku ji çalakiyên gerîlayan ên li dijî dewleta Tirk a qirker morleke mezin girt, di temenek zû de di xebatên siyasî de cih girt. Bi kesayeta xwe ya jîr û dilgerm ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin û guhdarkirin. Hevrêya me Rûken ji bo tola hevrêyên xwe şehîd hilîne û ji êrîşên îmhayê yên li ser gelê me tê ferzkirin re bibe bersiv, lêhûrbûnên xwe kûrtir kir. Ji ber xwe li hemberî lehengiyên di pêngavên tevgera me daye destpêkirin de deyndar dît, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê di sala 2012’an de ji herêma Cûdiyê tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me ku perwedeya xwe ya ewil li herêma Cûdî dît, di demek kin de fêrî jiyana gerîla bû û teqdîra hevrêyên xwe girt. Li gel ku şervana nû bû xwest xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe û ket nava lêgerîna ku derb li dijmin bixe û bi vê helwesta xwe re bû mînak. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Herekolê bû, tecrubeyên xwe yên ewil li vir qezenç kir. Hevrêya me li ser banga Rêbertiya me di sala 2013’an de di nava komên Meşa Çareseriya Demokratîk de cih girt û derbasî herêma Heftanînê bû. Hevrêya me ku li herêma Heftanînê li dibîstana operasyonê perwerde dît û zanebûna di branşên leşkerî de kir hedef. Di perwerdeyan de bi xwendina perspektîf û nirxandinên Rêbertiya me  û bi lêhûrbûna di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de di xwe de guhertinên girîng afirand.

Weke milîtanekî YJA Starê ku ji her erkê re amade ye, di sala 2014’an de li dijî êrîşên çeteyan ji bo li kêleka gelê me şer bike, derbasî qada Rojava bû. Li Rojava bû yek ji bi hezaran hevrêyên me ku xwe li hemberî komkujiuyên hat xwestin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bên kirin, kir mertal. Li qada Rojava ku bi ruhê seferberiyê çû, di geleke pêngavan de cih girt. Di sala 2014’an de li Cezaayê di şerê bi çeteyan de ji serê xwe birîndar bû. Piştî ku di demeke kin de tedawiya xwe temam kir, vegerî qadên şer lê giran e. Di berxwedana Kobanê de cih girt ku bi sedan hevrêyên me bi dayîna berdelên giran li dijî çeteyan pêşxistin û bû mijara destan û fîlman. Di sala 2015’an de di pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê de vê carê ji destê xwe birîndar bû. Ji xwe re tu hincetan qebûl nekir û her tim di refên pêş de cih girt. Hevrêya me Rûken ku 2 sal li qada Rojava tevlî gelek pêngava bû û bû xwedî pratîkekî serkeftî, ji bo bibe bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoya Berxwedan Xwerêveberiyê de bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Di sala 2016’an de di xebatên YPS’ê yên Silopyayê de cih girt. Hevrêya me ku piştre dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ji bo kêmasiyên di pratîkê de analîz bike û di aliyê îdeolojîk de xwe xurtir bike derbasî Akademiya Jinê ya Azad a Şegîd Bêrîtan bû. Perwerdeyan weke cihê xwe lêpirsîn û xurtkirinê dît. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de weke milîtana YJA Starê lêpirsîna pratîka xwe ya berê kir û encamên girîng bi dest xist. Bi felsefeya Rêbertiya me xwe baştir nas kir û ji bo xwe bigihîne kesyeta jina azad bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêya me Rûken ku gerîlayekî hêja ya YJA Starê û milîtana Apoyî ye, piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir.

Hevrêya me Rûken ku li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû û di demeke kin de fêrî wê derê bû, cihê xwe di xebatên pratîkî de girt. Hevrêya me Rûken li qadekî ku êrîşên dijmin lê giran bûn, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî, bi coşeke mezin di her aliyê şer de cihê xwe girt. Hevrêya me ku bi awayekî çalak di çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hat pêşxistin de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya wêrek û çavnetirs ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Rûken ku di jiyanê de bi helwesta xwe ya dilnizm û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê, 6’ê Nîsana 2018’an de tevlî karwanên şehîdan bû. Em di salvegera şehadeta hevrêya xwe Rûken de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bikin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê li dijî xespa vînê çalakî: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Nûçeya Pişt re Gund û zozanên êrişa dagirkeriyê lê heye, hatin qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Besta, Cûdî û Gabarê qedexeya dagirkeran

Rayedarên delweta Tirk li Şirnexê 11 qadên navbera herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rewşa tenduristiya Ecevît Pîroglû xirab e, jiyana wî di xeteriyê de ye’

Platforma Dengê Girtiyan wiha got: “Jiyana şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû yê ku ji aliyê dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin: Em ê tecrîdê bişikînin

Meclîsa Ciwanan a Wanê ya DEM Partiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, "Mejiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Fermandarê Eyaletê Mordem Çewlîk şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Mainburgê heta bi Qendîlê sembola sosyalîzma demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?