În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li gel kiriye
Rojane

DEM Partî: Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li gel kiriye

DEM Partî wiha got, "Halîl Îbrahîm Karabûlût îxanet li îradeya gel kiriye. Divê bê zanîn ku kesên îxanet li gel dikin, wê tu carî neyên efûkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê de hat gotin, “Di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an, partiya me li Tirkiyeyê û li cîhanê bi awayekî ku mînakê wê nîne tevî gel li hemû herêman namzetên xwe diyar kiriye. Partiya me ku li zêdeyî 90 cihan hilbijartinên xwecihî pêk anî, pîvanên demokrasiyê bi cih anî û careke din bû mînak. Li herêmên ku şert û mercên hilbijartinên pêşî pêk nehatin jî, partiya me dîsa nêrîna gel esas girtiye û bi lêkolînkirina daxwazên wan namzetên xwe diyar kiriye. Li hemû herêmên ku me namzet nîşan dan, daxwazên gel esas hatine girtin.”

‘EW Ê BI KESAYETA XWE YA LEWAZ BÊ BÎRANÎN’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Bajarokê Awiskê yê Êlihê jî bûye yek ji navçeyên ku namzetên me li ser van rêbazan hatine diyar kirin. Partiya me li ser esasê pergala hevserokatiyê, Celîle Yildiz û Halîl Îbrahîm Karabûlût li Awiskê namzet nîşan dan. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de li bajarokê Awiskê Partiya me DEM Partî ji sedî 58.98 deng bi dest xist û namzetên me bi ser ketin. Gelê Awiskê DEM Partiyê weke îradeya xwe nîşan da û careke din xwedî li partiya xwe derket.

Piştî desteserkirina Şaredariya me ya Colemêrgê, hin nêzîkatiyên ku bi taktîkên şerê taybet hevşaredarên me dikin hedef, mîna berê di vê pêvajoyê de jî derketin holê. Desthilatdariya ku bi binçavkirin, girtin û desteserkirinê gefê li hevşaredarên me dixwe, hewl dide bi van rêbazan encamê bi dest bixe. Konsepta êrîş û girtinê ya li dijî partiya me ne cara yekê ye ku îro tê kirin û berxwedana me ya li dijî vê rewşê bi dehan salan e dewam dike.

Cihê dawî yê ku desthilatdarî û hevkarên wê konsepta şerê taybet xistin dewrê û bi gefan hewl dan biçewsînin Hevşaredarê Bajarokê Awiskê yê Êlihê Halîl Îbrahîm Karabûlût bû. Halîl Îbrahîm Karabûlût hefteya bihurî îstifaya xwe eşkere kiribû. Li ser vê yekê hefteyekê hin hevdîtinên çêker ji bo qezenckirinê pêk hat, lê tu encam ji van hevdîtinan nehat girtin. Rêbaza gefê ya ku desthilatdarî serî lê daye, di kesayeta lewaz a Halîl Îbrahîm Karabûlût de encam girtiye. Ev kesê mijara gotinê di 31’ê Adarê de li ser navê partiya me li bajarokê Awiskê deng bi dest xist û ew deng ji bo şexsê wî nehate dayîn. Gelê Awiskê dengê xwe da partiya xwe, ne da şexsan û ji bo partiya wan rêveberî bi dest bixe îrada xwe nîşan dan.

Em ji vir bang li Halîl Îbrahîm Karabûlût dikin. Ji niha û pê ve ew ê nekaribe nûneriya îradeya gel bike. Ew ê di çavên gelê Awiskê de bi kesayetiya xwe ya lawaz were bîranîn.”

‘GEL WÊ QET EFÛ NEKE’

DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de, ev peyam da: “Êrîş û polîtîkayên zextê yên li hemberî partiya me tên kirin, car din nîşan da ku di nava DEM Partiyê de hilberandina siyasetê îradeyeke xurt dixwaze. Em bi hêz û moralê ku ji gelê xwe werdigirin, wê li her derê feraseta xwe ya şaredartiya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê bidomînin. Xwedî derketin û parastina mîrateya ku Edîp Solmaz li Êlihê hiştî, deynê me ye. Her di çi şert û mercê de be, bila bibe em ê li dijî kesên ku xiyanet li îradeya gel kirine jî dest ji têkoşînê bernedin û em ê bi gelê re têkoşîna xwe bidomînin. Bila were zanîn ku gel wê xayînan qet efû neke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amed û Êlihê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê aqûbeta Vejdîn Avcil ê di bin çavan de hatî windakirin, pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandar Sozdar Hacî: Entegrasyon helandin nîne, divê hevpariya demokratîk be

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ'ê Sozdar Hacî destnîşan kir ku Peymana 10'ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê CPT bi rola xwe rabe’

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmet anî ziman ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakvanên li Bendava Tişrînê: Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne

Çalakvanên li Bendava Tişrînê gotin, “Dewleta Tirk wê nekaribe vê berxwedanê bişkîne. An em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?