HDK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî şewata ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdîn de derketî daxuyaniyek da û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
HDK’ê wiha got, “Careke din me dît ku heta mirov di biryar û çavkaniyên têkildarî jiyanê de nebin xwedî gotin, heta ku pêwîstiyên mirovan û jiyana hemû zindiyan pêşî li biryarên siyasî û rêxistinbûna civakî neyê girtin, bûyerên xwezayî yên asayî li hemberî tenduristiya gel, welatiyan, hemû hebûnên xwezayî û tevahiya jiyanê veguhere karesat û cînayetan.”
HDK’ê di berdewamiyê de diyar kir ku ew ê hesab ji reyadarên siyasî û îdarî ên berpirsyar bixwazin.