Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hêzê sersaxî ji malbata şehîd Ziyad Hemed xwestiye û soz daye ku li ser şopa wî û hevalên wî yên şehîd, destkeftiyên şoreşê biparêzin ta ku civakeke ewle û aram bi dest bixin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:
“Nav û paşnav: Ziyad Hemed
Navê bav: Xelef
Navê dayîkê Sûriye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Şedad, 14-8-20218
Cih û dîroka şehadetê: Şedad; 19-6-2024.”