Çalakiya nobetê ya li Beyoglûyê bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam dike. Nûnerên gelek partî, sendîka, sazî û rêxistinan îro piştgirî dan çalakiyê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariyê mafê dengdanê û hilbijartinê yê Kurdan desteser kiriye û got, “Yek ji lûtkeyên dijminatiya li Kurdan, pratîka qeyûmê ye. AKP partiya darbeyê ye. Em bi hikûmeteke darbekar re rû bi rû ne û tenê bi hevgirtinê em dikarin wê têk bibin. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû cîhanê bi vê dijminatiyê desthilatdariya xwe diparêz.”
DIJMINATIYA KURDAN RÊGEHA WAN A BINGEHÎN E
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn ji holê hatiye rakirin û bal kişand ser qetlîamên jinan û cînayetên li cihê kar û wiha dewam kir: “Hikûmet ji bo vê rewşê nixumîne dijminatiya xwe ya li Kurdan zêde dike. Dijminatiya Kurdan li hundir, li derve û li hemû cîhanê kiriye xala sereke. Li vî welatî jiyana wekhevî ye gelan ji bo desthilatdariya wan gefek e û rhebûna wan dixe xetereyê.”
‘RÊYA TEKANE BERXWEDAN E’
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ji bilî berxwedana li dijî qeyûman ti rê nemaye û got, “Ji bo hevşaredarên ku me hilbijartine neyên îxrackirin û tqeyûman neşînin, divê em li ber xwe bidin. Ma tiştekî ji vê xeternaktir heye? Ma sûcê wî çi ye? Dibin şaredar. Ez îdîa nakim, dizanim û bawer dikim; ger Mehmet Siddik Akiş ji bo hevşaredariyp nehatiba hilbijartin, ceza lê nedibirîn. Bi îhtimaleke mezin ew ê bê beraet kirin an jî dê dema qedexeyê biqede. Lêpirsînek ku ev panzdeh sal in didome. Û ew qasî ecela wan hebû ku li benda danişîna biryarê yê serokê me Siddik Akiş jî neman. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar bi daxuyaniyên xwe ev biryar dan. Çi hewcedariya dadgeran heye? Çi hewcedariya dadgehê heye? Çima hewcedariya darizandinê heye? Wan rûpel û rûpelên sûcdarî li pey hev rêz kirin. Ew çi bû? Hevşaredarê Colemêrgê sûcdar bû. Sûcdarên esasî ew bi xwe ne. Yên ku çav bera vîna gel dane û desteserkirin e sûcdar in.”
‘WÊ QEYÛM BIÇIN’
Rojnameger Ercument Akdenîz ê ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên qeyûman in û got, “Ji ber vê yekê em dixwazin polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin. Û ji ber vê yekê ez ê di 29’ê Hezîranê de beşdarî mîtînga Kartalê ya Stenbolê bibim. Ev ne tenê pirsgirêka Colemêrg û Wanê ye, ev pirsgirêka Stenbol, Enqere û Tekîrdagê ye jî. Eger hemû welat yekîtiya xwe pêk bîne, dê qeyûm ji holê rabin û gel bi ser bikeve.”
Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.