Çalakiyên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalîst ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, di roja 3’an de dewam kir.
Di roja 3’an a çalakiyan de ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat lidarxistin û wê heta 7’ê Tîrmehê bidome de, ji ber barana zêde li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê semîner, li Îstasyona Navendî ya Strasbourgê jî xwepêşandan hat lidarxistin.
Di semînera li ser “Rastiya Rêbertî” de tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst afirandiye û her ku diçe kûrtir dibe hatin nîqaşkirin. Di semînerê de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî û ekolojîk Paradîgmaya Kofederal a Demokratîk e û îşaret pê hat kirin ku sedema bingehîn a tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirina fikrên wî ye.
Di semînerê de pirsa “Dema qala Rêber Apo tê kirin hûn çi hîs dikin?” pêwîstiya têkoşîna enternasyonalîst nîşan da. Di bersivên hatin dayîn de têkoşîna hevpar a jinan li dijî mêr û desthilatariyê derket holê û hate diyarkirin ku qada pêkhêner a vê têkoşîna hevpar Jineolojî ye. Bi berdewamî wiha hat gotin: “Rêber Apo ji bo jinan qada rêxistinbûn û têkoşînê afirand. Xwendin û hîskirina Rêber Apo divê ji bo jinên ciwan bibe tarzê jiyanê. Em cesaretê ji heqîqeta Rêbertî digirin.”
Di bersivan de hate diyarkirin ku kesateya azadîxwaz û têkoşer a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser jinên ciwan çêkiriye û gotina Abdullah Ocalan a “Hûn jinên ciwan divê min baş fêm bikin, ji ber ku guhertina zîhniyetê di destê we de ye” hate bibîrxistin. Semîner bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Jinên ciwan piştî semînerê bi danezanên têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Pergala Qirkirinê ya Îmraliyê xebata girseyî kirin.
Piştre jinên ciwan ên Îtalyan û Kurd li Îstasyona Navendî ya Strasbourgê bi awayê du koman dansên xwe yên xwecihî pêşandan. Pêşandan bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Freedom for Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.