Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akbay: Wezîfeya bingehîn a ciwanan ew e ku paradîgmaya nû ji civakê re ragihîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlinê Partiya Çep yekemîn e, li Mecklenburg-Vorpommernê AfD’ê li pêş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Doza JITEM’ê ya Qoserê mînakek ji wan cînayetan e ku kiryar tê zanîn lê bêceza tê hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê: Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, serketina gelan e
Rojane

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê: Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, serketina gelan e

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê di salvegera 42’yan de Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û bang li her kesê kirin ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de kom bibin û faşîzmê hilweşînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê bi wesîleya salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, daxuyanî dan.

Daxuyaniya hevpar a komîteyan, bi vî rengî ye:

“Em dikevin salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê. Ev roja dîrokî weke Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê me hatiye qebûlkirin. Em di vê roja dîrokî de berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku di her şert û mercî de bibin layiqê wan. Bi vê wesîleyê di serî de Rêber Apo, em rojên rûmeta neteweyî yên hemû gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.

Dîroka mirovahiyê ya modernîteya demokratîk; li dijî desthilatdarên faşîst, zextkar û qirker dîroka têkoşînê ya gelan e. Hem ji bo Tevgera me ya Azadiyê, hem jî ji bo têkoşîna gelên cîhanê yek ji berxwedanên herî bi heybet, bê guman berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Ev berxwedan li dijî faşîzma mêtinger-qirker bû yek ji berxwedanên herî bi heybet a dîrokê û nîşanî hemû cîhanê da ku milîtanên PKK ji bo jiyaneke bi rûmet çawa li ber xwe didin. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê destaneke lehengiyê ye. Di bin şert û mercên herî zehmet de bi rengekî herî bi heybet nûneriya ruhê berxwedanê û xeta serketinê kirin.

BERXWEDANEKE LI DIJÎ MANKURTBÛNÊ YE

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî rejîma derbeyê ya 12’ê Îlonê hatiye raberkirin. Ev rejîm qada pratîka polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan, şoreşgeran, beşên muxalîf ên çep-sosyalîstan e. Ev rejîma derbeyê ya faşîst li nava hemû civaka Tirkiyeyê teror pêk aniye, bi deh hezaran kes girtiye, êşkence li ser girtiyan pêk aniye, hema bêje hemû beşên muxalîf hatine çewisandin û bi wî rengî xwestine wan teslîm bigirin. Yek ji cihên ku ev pêkanînên dermirovî û polîtîkayên teslîmgirtinê lê tên pêkanîn, Zindana Amedê ye. Di vê cihê taybet de hatiye xwestin ku di şexsê kadroyên PKK’ê de mirovahî teslîm bê girtin û gelekê ku bi tevgera PKK’ê re hebûn bi dest xistî, were tunekirin. Ne tenê Kurd, hemû beşên muxalîf ên demokrat û şoreşger hatine hedefgirtin. Hatiye xwestin ku li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê şoreşgerên ku pêşengiyê ji civakê re dikin bên teslîmgirtin. Mîna di roja me ya îro de, li derve jî hemû saziyên ku li ser navê heq, hiqûq, mirovahî û demokrasiyê xizmetê ji civakê re dikin hatine girtin, pêşî li rêxistinbûnên civakî hatiye girtin, civak xistine bin cendereya zext û zilmê. Bi kurt û cewherî faşîzmê ji karker heta gundiyan, ji Kurdan heta Elewiyan, ji çep heta her kesê hedef girtiye û xwestiye ku hemû beşên muxalîf bêdeng bikin û bixin nav rewşek welê de ku êdî nekarin serê xwe rakin û biaxivin. Faşîzma 12’ê Îlonê girtîgeha Amedê, veguherand êşkencexaneya mankurtbûnê. Berxwedana destanî ya hevrêyên me Kemal Pîr, M. Hayrû Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, berxwedaneke li dijî mankurtbûnê ye.

FAŞÎST ERDOGAN Û BAHÇELÎ JÎ WÊ MÎNA KENAN EVREN BÊN LANETKIRIN

Ji wê demê û vir ve, ji aliyê desthilatdariyên faşîst ên qirker, mêtinger ve zêde tişt neguheriye. Ji bo înkarkirina gelê Kurd û qirkirina Kurdan bi encam bikin, êrîşî muxalefên ku ji bo xwe rîsk dibîne dike û dixwaze ji holê rake, hemû navendên berxwedanê tine bike. Di vê polîtikaya xwe ya bingehîn de israr dike. Tişta ku guherî tenê qirkirin e, rêbazên qetlîamê zêde bûne û heta roja îro hatine. Faşîzim îro jî mîna berê, bi polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî re hewl dide yên ku dikare teslîm bigire digire, yê ku nikare îradeya wî/ê teslîm bigire jî tê girtin, êşkencekirin û tirsandin. Lê belê çawa ku faşîzma qirker, mêtinger bi îradeya çalakgerên rojiya mirinê yên li zindanên Amedê hate têkbirin û xeteke berxwedanê bi dest xist, pêngava me ya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ wê bi teqezî faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe û Tirkiyeya demokratîk a azad biafirîne. Her ku faşîzm were têkbirin wê hêzên demokrasiyê û yekîtiya gelan xurt bibin û faşîst Erdogan û Bahçelî jî mîna Kenan Evren ku aktorê sereke yê darbeya faşîst a 12 ‘ê Îlonê bû, wê nikaribin ji lenetkirina dîroka modernîteya demokratîk a gelan birevin.

GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA 14’Ê TÎRMEHÊ ZÊDE YE

Ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê ew pêvajo ye ku divê gelek wate lê werin barkirin. Têkoşîna 14’ê Tîrmehê feraseta têgihiştina parastina tevgera xwe û gelê xwe ya girêdayî her şert û mercî ya di asta herî bilind de temsîl dike. Di avabûna bîra kollektîf ya gelê Kurd de ku weke neteweyeke demokratîk pêş dikeve, girîngiya Têkoşîna 14’ê Tîrmehê gelekî zêde ye. Felsefe, îdeolojî û ruhê ku di cewhera wê de veşartî jiyanîbûna wê ye. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo rastiya Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Têkoşîna 14’ê Tîrmehê berxwedana li dijî derketina pergala serdest a li hêrêmê ye.

WERIN EM BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ HEYA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN

Ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê xeta serkeftinê ya gelê Kurd û gelan e. Ruhê hevrê Kemal Pîr ku digot; ‘Ez di xeta vê tevgerê de serkeftinê dibînim’ ruhê hevpar ê gelan e ku di roja îro de bi pêşengtiya dostên me, 1’ê Cotmeha 2023’yan li seranserê cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ hate destpêkirin.

Îro hevrêyên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo têkbirina planên faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Hevrêyên me yên li zindanan li gel pêvajoya çalakiyan tevî hemû zextan bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û pêşengtiya pêvajoyê dikin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û girêdayî bingeheke demokratîk Pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê ev têkoşîn tim berdewam bike.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê li dora pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ bibin yek û heya faşîzma qirker û talanker were têkbirin têkoşîna xwe mezin bikin û li hemû qadan serhildanan bidin destpêkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fûat Kav: Xwestin gelê Kurd li Girtîgeha Amedê tine bikin
Nûçeya Pişt re Salîha Zorlu: Divê qanûna pîşeyî bi şûn de bê kişandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd El Hesen li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen li Hesekê hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’

Polîsan li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’ pêk anî û Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li derdora Bendava Tişrînê liv û tevgera droneyan

Droneyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta veguhêz li ser Bendava Tişrînê difirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?