Hunermend û pêşmergeyê dêrîn ê Kurdistanê Ehmed Mihemed Ferec ku bi navê Ehmed Derwêş dihat naskirin, di sala 1965’an de tê dinyayê û meha borî ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.
Îro piştî nîvro, li Hola Tewarê, li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya gelek pêşmergeyên dêrîn û hunermend û welatparêz û medyakarên Kurdistanê bi boneya çileyê hunermend û pêşmergeyê dêrîn ê Kurdistanê merasîmek hat lidarxistin.
Di destpêka merasimê de ji hêla Komeleya Neteweyî ya Hunermendên Kurdistanê ve axaftinek hat pêşkêşkirin û tê de amaje bi evîndarî û dilsoziya vî hunermendî ya ji bo ax û nîştiman hate kirin.
Piştre ji aliyê hunermend û helbestvan Cemal Newrolî û Karwanî Ney û Rewez Nebîna ve çend helbest û awaz û stran hatin pêşkêşkirin.
Di merasimê de sînevîzyonek li ser qonaxên jiyana Ehmed Derwêş hat pêşkêşkirin û tê de behsa hemû pêvajo û demên girîng ên jiyana wî hate kirin.
Di dawiyê de axaftina malbatê ji beşdaran re hat pêşkêşkirin û merasîm bi dawî bû.