Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Lloyd Austin ji bo ku li Tokyayê bi hempîşeyên xwe yên Japon re li gel Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antonî Blinken hevdîtinê bike, hatin cem hev. Tê payîn ku avakirina avabûneke nû ya fermandariyê li Japonyayê ragihîne.
Rayedar, da xuyakirin ku ev biryargeha ku wê ji aliyê generalekî sê stêrkî ve were birêvebirin, bi hêzên Japon re ‘wê rê li ber xebateke kolektif amezintir veke û teşwîqî manevrayên hevpar bike’.
Rayedarê Emerîkî got, “Em vê yekê weke îlaneke dîrokî û yek ji xurttirîn têkiliyên xwe yên leşkerî yên 7 salan bi Japonyayê re dibînin.”
Her çend ji xwe li Japonya fermandariyeke leşkerî ya Emerîkî hebû jî, di esasê xwe de rola vê fermandariyê rêveberî bû. Niha wê roleke operasyonî bilîze.