Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç demildest bên berdan’
Rojane

‘Divê girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç demildest bên berdan’

Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Mustafa Yaşar û Mustafa Aytaç giran e û peyama “divê demildest bên berdan” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 645’emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” lidar xistin. Çalakî, li pêşiya avahiya şaxê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e, bi nexweşiya Wernicke Korsakofê ketiye û li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyên nexweş berdin” hatin hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.

Endamê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û got ku Yaşar di sala 1996 û 200’ê de ketiye çalakiya rojiya mirinê ya li girtîgehan û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Barût, wiha dom kir: “Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Etfalê ya Şîşliyê di rapora xwe ya sala 2006’an de got ku Taşar ji sedî 68 astengdar e. Dema di bin çavdêriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) de tedawiya pirsgirêkên norolojîk û KOAH’ê dibû hate girtin. Parêzer dibêjin ku heke neyê berdan, dê pirsgirêkên jêneveger bijî. Divê Mûstafa Yaşar û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan û mafê wan ê jiyanê bê parastin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 517’an de de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin.” hate hilgirtin.  

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Aytaç ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê tê ragirtin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen, da zanîn ku Aytaç li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra lenfomayê ketiye û dest bi tedawiya kemoterapiyê kiriye. Çevîrmen, da zanîn ku piştî tedawiyê Aytaş dîsa li girtîgehê hatiye veguhestin û wiha got: “Dema Aytaç li girtîgehê şert û mercên hîjyenê tune ne. Her wiha divê piştî tedawiya kemoterapiyê sexbêrkirina wî taybet be. Lê ji ber ku ji van bêpar e, tedawiya wî baş pêş neket. Piştî kemoterapiyê dîsa pet hatiye kişandin û hatiye tespîtkirin ku tedawiyê tu encam bi xwe re ne anîne. Piştre dîsa birin nexweşxaneyê.”

Çevîrmen, da zanîn ku Aytaç niha li Beşa Hemotolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Afyonê tê tedawîkirin û wiha pê de çû: “Piştî kemoterapiyê dereceyên xwîna wî dikevin, nikare baş xwarinê bixwe û ji ber ku cihê lê dimîne ne bihîjyen e, ev yek bandoreke neyînî li ser tenduristya wî dike. Hevjîna wî dixwaze xwarinan jê re bîne lê destûr nayê dayin. Tenê heta astekî destûra xurekên biambalaja girtî werin dayin. Her wiha di mijara serşûştin û sexbêra paqijiya şexsî de zehmetiyan dikişîne. Neçar dimîne ku serê xwe li daşira nexweşxaneyê bişo. Divê Aytaş emeliyat bibe. Tedawî maf e û divê ji ber mafê jiyanê tavilê were berdan.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî got ku AKP rewşa girtiyên nexweş nake rojeva xwe û vedihêle. Bozdag, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mafê tedawiyê yê gelek girtiyên nexweş tê astengkirin. Divê tedawiya van girtiyan birêkûpêk were kirin. Dema vedimîne, rê li ber xetereyên mezin vedike. Lewma divê bi hûr û kûr tevbigerin. Neberdana girtiyên nexweş û zexta tedawiya di şertên girtîgehê de, hewldana cînayetê ye. Binpêkirina mafê jiyanê ye. Divê girtiyên nexweş bên berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Silêman Cîhan edalet xwest
Nûçeya Pişt re Alpay: Redkirina Kurdî tê wateya redkirina rastiyê!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi boneya 56’emîn salvegera Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li kantona Cîzîrê kampanyaya hişyariya xwekuştin û hişbirê hate destpêkirin

Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi dirûşma…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga ji bo 4’ê Çileyê: Divê ‘Mafê Hêviyê’ bê pêkanîn

Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku banga tevlîbûna li mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir, xwest ku “Mafê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?