Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Birayê Denîz Poyraz Suleyman Poyraz piştî 14 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxwaza ‘mafên Kurdan bên naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Berpirsyariya me ya ji bo şehîdan mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çanakkaleyê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bîranîna Kaytan û Altûn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Werîşe Muradî derneket rûniştinê, name ji gel re şand
Jin

Werîşe Muradî derneket rûniştinê, name ji gel re şand

Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ya ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, biryarên îdamê yên li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muradî hatine birîn, protesto kir û derneket rûniştinê. Werîşe Muradî name ji gel re şand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ya ku parastina xwe ya ji gel re ragihand diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî beşdarî rûniştina duyemîn a 4’ê Tebaxê nebû.

Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî bi parastina xwe ya ji jin û gel re nivîsandiye ragihand ku ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li dijî Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî, duh 4’ê Tebaxê beşdarî duyemîn rûniştina Dadgeha 15’emîn Dadgeha Şoreşê nabûye. Dadgeh ji bo ku Werîşe Mudarî tevlî dadgehê nebûye nehişt parêzerên wê parastinê bike û danişînê bi dawî kir.

Werîşe Muradî a ku di parêznameya xwe de behsa tekoşîna ku dide meşandin dike wiha dibêje: “Ez dadgehek ku biryarek edilane nade nas nakim.”

Berdewama parêznameya Werîşe Muradî ya ji gel re nivîsiye bi gotina “DAÎŞ serjê dike û Komara Îslamî jî ber bi darvekirinê ve dikişîne” dest pê kir wiha ye:

“Ji mehêkê kêmtire cezayê darvekirinê dayîn çalakvanên jin (Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî) îtîrafkirina Komara Îslamî li ser kêmasiya siyasî û bêçaretiya xwe ye. Îdeaya hikumeta nû ya xwe bi hêz nîşan dide, di arîfeya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, tirs avakirin, zext zêdekirin, ji xeyalan zêdetir tiştek din nîne. Bi vê ve girêdayî ez jî ji bo ku jinek û Kurdek im û ji bo ku lêgerînek jiyanek azad de me, ez bi “serîrakirin” re hatim sucdar kirin. Niha ez li bendê me ku piştî salekê ji desteserkirina xwe, roja 4’ê Tebaxa îsal bi serpereştiya dadwer Selavatî li Şaxa 15’emîn a Dadgeha Înqilaba Îslamî ya Îranê bê lidarxistin. Her çendî netevlîbûna min wek ‘naxwaze parastina xwe bike” were dîtin jî,  ez ji bo biryara darvekirinê ya li dijî hevalên min Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî protesto bikim naçim dadgehê û dadgehek ku biryarek edilane nade nas nakim.

Bi dehan caran, min parastina xwe di bin şertên zor û zehmet yên lêpirsînê de kir. Lê vê carê nameya xwe  ya parastinê ji bo gelê xwe yê her tim hişyar, zane û alîgirê azadiyê ye dinivîsim. Ez ji wan dixwazim ku min û karên min li gor pîvanên edaleta civakî darizînin.

Di Rojhilata Navîn  a sedsala 21’emîn de hêzên hegemon ên kûrevî û netew-dewletên dîktator ên heremî hewl didin nirxan û çandan xesp bikin û hegemonya xwe ji nû de ava bikin. Di vê navgînê de jiyankirin tê wateya li erdnigariya ku xwîn û hestirên çavan lê dibare û jiyankirina li erdnigariya ku şahidî ji qirkirinên rojane, homojenkirin, entegrasyona bi zorê û îlhakê dike.

li Kurdistanê jiyankirin jî di warê hiqûqî, aborî, siyasî, perwerdehî û hwd. tê wateya bêkarî, xizanî, cudakarî, girtin, îşkence, darvekirin û kuştina kolberan (şehîdên nan)!

‘DÎTINA RASTIYA HEBÛNÊ…’

Nasnameya kes û rewşên ku rasterast tê de dijî, ji bo dîtina çavkaniya zilmê û gelên din ên bindest teşwîqek û rênîşanderek e. Ev dibe sedem ku tu li gel wan bisekînî pirskirêkên wan çareser biki. Wekî jinek ez xwe dispêrim dîrok, çand û nasnameya xwe; lê rewş hertim bûye sedem ku tu ji nasnameya xwe dûr bikevî û ji cewhera xwe birevî. Wekî civakek ku bi dagirkirin, zayendperest, nijadperest û olperest re rû bi rû hatiye, li ser bingeha nasname, bawerî û çînî hatine tepisandin. Bi navên şaş hatin sucdarkirin, hatin binçavkirin û girtin, me îşkence dît û hatin darvekirin. Ev rewş ji bo kesên mîna min ên weke di rewşên newekheviya civakî, aborî, polîtîk û perwerdeyî re derbas dar e. Ev rewş wek kes û civak xwesteka ji amûrtiyê rizgar bûyîn û bûyîna xwediyê hebûnekê ye. Helbet van mijaran anîna ziman, nayê wê wateyê ku xwe bispêre nijadperestiyê û bi korî pêşdariya ziman bike, berovajî vê zanebûna nasnameyê ye. Ji ber ku ez dizanim nijadperestî her kesî ber bi faşîzmê ve dibe. Ev mijar mijarek ku raste em jê êşê dikşînin. Em xwe wek amûrek ku hêza xwe ya îfadekirinê tune ye û ger nasnameya xwe ya civakî îfade bike dê bi cudakariyê re rû bi rû bimîne dibînin. Ji roja ku min xwe naskir.

Di van salên ku min xwe nas kir de, min nekarî û ne jî nexwest normên civakî paşguh bikim û min nekir jî.  Min tercîh nekir ku ez li zozanên Zagrosê ku lê mezin bûm biterîkînim û li Rojava jiyanek bijîm. Min gelek êş dîtin û ez ji gelek êşan re bûm derman. Li pêşya min du rê hebûn: ya amûrbûn û jiyanek bi zextê ku minê tu carî berxwe nedana qebûl bikira, yan jî rastiya xwe ya hebûnê minê bijiya. Ji ber vê yekê min li şûna “Lanetê ji tarîtiyê re bikim, min mûmek vêxist!”.

Di dema destpêka xwendevantiya xwe de ez werzîşvan bûm. Hewldana min ya zanabûn û hişyariyê, ez berbi berjewendiyê kesî û koletîf ve birim. Di komele, saziyên civaka sivîl (STK), di komên xwendevanan de ji bo jin, zarok, ciwan, mexdûrên madeyên hişber, beşên xizan û ên ku ji werzîşê hez dikin û ji parwerdeyê mehrûm mane re xebitîm. Ez hem bûm mamosta, hem jî bûm piştevan. Min ji xwendevanan dersa hêzê digirt.

Di heman demê de bi komên cûda re xebitîm, ji bo famkirina ast û cûrên cihêkarî, bû sedem ku fam bikim ku bingehê hemû koletiyan di kolekirina jinê deye. Ev rewş ji bo ez asta hişyariya xwe û kesên din û pirsgirêkên malbata û civakê bi awayek rast fam bikim û analiz bikim û di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo ez hê zêdetir hewldan bikim bû çavkaniya motîvasyonê.

‘MIN FELSEFEYA APOYÎ NAS KIR’

Piştî demekê min fikir û felsefeya avakerê ‘çawa were jiyankirin’ niha ev 25 sale li greva Îmralî û di hucreya yek kesî û di nava îzalosyonê deye nas kir. Ev fikir û felsefe, ji bo îfadekirina civak û kesên ku nasnemeya wan tê înkar kirin, çareseriya wê ne di netew- dewlet, avakirina kîn û xêzkirina sînoran deye, di avakirina civaka demoqratîk, parastina nasnameyên tên înkarkirin û bi hevre jiyana kirina gelan di nava aştiyê deye. Ev felsefe, felseyek ku dikeve kurahiya heqîqeta civakê, derxistina zextan û alternatife. Min modelek ya jiyanê ku ne sînorên siyasî, yek ziman, yek milet û yek çand, yek ol û ji dîrokê bawer nake û xwe li ber nagre berûvajî hemû cûdahî, bawerî û gelan dixwe hesabê û hebûna wan îfade dikir û pir civakiyê temsîl dike hilbijartiye.

Bi naskirian vê fikir û felseya (Fikir û felsefeya Apoyî), min xebat û lêkolînên xwe bi bûna endama Komelya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) temam kir.

Li ser vê bingehê li cihên cûda yên Rojhilata Navîn ez bi pirsgirêkên jinan yên civaknasî re mijul bûm. Min ferq kir ku birînên jinan ên hevpar hene, ji ber vê riyên rizgariyê di heman rastiyê de û dibe hevpar be û dikarin xebatên hevpar bidin meşandin.

‘TI DEWLETÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê TÊKOŞÎN NEKIR’

Êrişa DAÎŞ li ser Rojava (Bakûr û Rohilatê Sûriye) li aliyekê armanca hêzên tarî yên li Rojhilat Navîn û ji bo hê baştir famkirina sedemê wê, li aliyê din cihê jeopolitik yê Rojhilata Navîn û têkiliyên hêzên siyasî yên aktiv yên hêzê hê baştir têbigihim û weke jinek aktivîst bû sedem ku ez fam bikim ku di aliyê pêkanina îstikrar, aştî û demoqrasiyê li herêmê  di wateya hê zêdetir beşdarbûn çêbibe . Ji ber vê ez çûm bajarê Kobanê, cihê ku hêzên terorîst ên DAÎŞ ku behs dikirin ku di migefta wê de nimêj kirine.

Ya wan ‘serê jin û zarokan yên jêkirî’ qêrînên me yên aştiyê ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Di heman demê de em vê navê serkeftina DAÎŞ me bi leşkerên xudayên li ser ruyê erde re şer dikir! Erka wan di nava sedsala were ya Rojhilat Navîn de pêkanîna pilanek ya cehnemê bû. Hêzek ku ji bo ronahiya Rojhilat Navîn tune bike bû. Ev hêza terorîst, di terzê çerxa navîn de (rêveberiyek paşdemayî) qaşo daxwaza edaleta Îslamê çêbike, ji bo avakirina xelîfet û hikumeta Îslamê jiyana gelan tune dikir. Tu dewlet li dijî vê hêza terorît têkoşîn nekir.

Dewleta Tirk piştgirya tam dida hêzên DAÎŞ, sînor ji bo şandina melzemeyên lojîstîk û leşkerî di vekir. Hêzên Koalîsyonê koçe bi koçe heta dagirkirina dawiyê bi baweriya serkeftin wê ya DAÎŞ’ê be lê meyze dikir. Weke ku li Xeza li qirkirina gelê Koban û Şengalê temaşe dikir. DAÎŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî, revand, esîr girt û weke ganîmeta şer firot. Lê belê li gel bêdengiya netew-dewletan, em bûn şahidê qêrînên gelê azadîxwaz yên li çar aliyên cîhanê. Li gel Koban û Şengalê heman deng bilind kir û rabûn ser lingan, di demek kin de çûn wêderê û li dijî DAÎŞ’ê beşdarî têkoşînê bûn. Piştre bivê nevê hêzên hegomonîk neçar ma maskeya xwe bixwe rûyê xwe û weke ku li hawara gelê Rojhilata Navîn werin xwe weke Mesîhek modern nîşan da. Ji xwe ew maske di zûde ketibû û gel bi xwe birîna xwe kemandibû.

‘EM DIKARIN XWE BIGIHÎNIN ARMANCA XWE YA ŞOREŞÊ’

Sedsala 21’an, sedsala daxwazên civakê û di çêkera netew-dewet û zîhnyeta wê de xwegihandina guherînên ji kokê ye, bi demokrasî û şoreşê re dikare bigihe armanca xwe. Êdî dawiya kirdeya dewletê heyberbûna civakan hatiye. Êdî dîrok, çand, netewperetî, ol, zayendperestî û îdeolojiyên pozîvîst yên dewletê, civakê bê hiş nake. Êdî demê ku dewlet şivane û gel jî keriye bi dawî bûye. Rojava (Bakûr û Rojhilatê Sûriye) ceribandinek ku dînamizim û îradeya xwe bi xwe nîşan dide ye, lê ev ceribandin, ji bo bilindkirina asta hişyariya civak û bi taybet ya jinê encama hewldana bi salan dom kiriye.

Jina hişyar tê wateya civaka hişyar, civaka hişyar tê wateya pîroziyên kapîtalîzmê lêpirsîn bikeye. Îradeya bi xwe ya gel, havkarîbûna gel di çareseriya pêvajoya îradeya azad de, tê wateya beşdariya aktîv ya civakê di qadên civakî, aborî, perwerde, siyasî û hwd. Li vêderê min fam kir ku hebûna jinan di jiyanê de têkiliya azadiyê ye. Li dijî DAÎŞ’ê hebûna min ya di têkoşîna mertal de, rastî roja ku ev herikîn ku ji bo dagirkirina Kobanê hemû hêza xwe bikar danî hat.  

‘DEMA ME LI DIJÎ DAÎŞ’Ê TÊKOŞÎN KIR, EM KETIN NAV LÎSTEYA MIRINÊ YA DEWLETA TIRK’

Dema ku li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyeyê gel mertalê mirovan ava kir, ji nav hezaran kesan de ez yek ji wan bûm ku bûyîna ‘zaroka Rojhilata Navîn’ me kişand wê derê. Piştî birîndarbûna min êdî derfet û hêza min a li cihê berxwedanê mayînê nemabû. Ji ber vê yekê ji bo berdewamkirina xebatên xwe yê civakî, perwerde û lêkolînan a li Rojhilatê Kurdistanê vegeriyam KJAR’ê.  Di vê pêvajoyê de têkoşîna min a li dijî DAÎŞ’ê bûbû sedem ku navê min di lîsteya mirinê ya hêzên îstîxbarata Tirk (MÎT) de cih bigire. Ji ber vê yekê hebûna min a li Rojava an jî herema Kurdistanê dihat wateya gefa sûîqastê ya ji aliyê dewleta Tirk ve.

Di salên dawî de li KJAR’ê bi xebatên xwe yê di qada sosyolojiya jinan û lêkolînkirina dîroka nehatiye nivîsandin a jinên li erdnigariya siyasî ya Îranê min hewl dida şopên civaka dayiksalar bibînim û bersiva pirsa li cihekî ku demekî bûye warê xwedawendan çima întîxar û kûştinên jinan ewqas gihiştiye lûtkeyê bibînim.

Di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li riya Senendec-Kamyaran ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve hatim girtin. Di dema girtinê de gule berdan, şikandina camên seyareyê, îşkence û êrişa fîzîkî, şerê derûnî, ji derveyî qadên kamera lê hene lêpirsîna di hucreya yek kesî de (îşkenceya spî)-ji bo tevgerên xwe û êrişên xwe yê derveyî exlaqî qeyd nekin, ji bo biçûkxistina îradeyê li pêşiya kamerayan biçûkxistin û zextên ku tevahiya 13 rojên ku ez li Îstîxbarata Senendecê mam hin ji wan zextan e ku li hemberî min hat pêkanîn. Ji min re gotin wehşî û gotin “Te jinbûna xwe wenda kiriye! Çima nagirî? HErî dawî tu kengê giriyayî? Herî dawiyê te kengê bêhna kûlîlkekî hilgirt?”

Paşê min şandin qawişa 209’an a Girtîgeha Evînê. Li wê derê 4 mehan di lêpirsînan de zextê li min kirin. Di nav van de îşkenceya spî, senaryoyên derewkar û bi nakok, geha sûîqesta keyasetê, bi darê zorê îtîraf girtin û hwd hebû. Êşa zêde ya serî, timî xwîn avêtin (ji difinê), zêdebûna êşa sitû û navtengê, diyariyên wan rojan bûn ku min di hucreya yek kesî de derbas kirin. Bi gotinekê din tişta ku îhtîmal hebû dewleta Tirk li min bike, Wezareta Îstîxbara Îranê pêk anî. Di 20’ê Kanûna 2023’yan de min şandin qawişa jinan a Evînê. Di dawiyê de di 9’ê Nîsana 2024’an de li Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tahranê ya Hejmara 15’an de bi sûcdariyên ‘endamtiya komekê mûxalîf’ û ‘serhildanê’ hatim darizandin. Lê pirsa bingehîn ew e: “Çima li hemberî hêzekî terorîst a mîna DAÎŞ’ê şerkirin, weke şerê li dijî Komara Îslamî û bi heman awayê tê dîtin?” Belê, îdiaya ku Komara Îslamê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyaye li ku derê dîrokê cih digire? DAÎŞ serê me jê dikir, Komara Îsmalê jî serê me bi sêdarê ve dike. Tu agahiyên siyasî-hiqûqî ne di wê hêzê de ye ku vê paradoksê çareser bike. Wê demê em hişyar bin.

Di pêvajoya girtîmayîna min a salekê de tenê sê meh û nîv mafê min a hevdîtina bi malbata min re çêbû. Di demên li pey wê de ez di hucreya yek kesî de mam an jî mîna niha li qawişa jinan mam, lê di derfetên tecrîdê de. Piştî 10 mehên li ser girtîbûna min di navbera dîrokên 15-17’yê Gûlanê de bê ku li paşeroja min û sîcîla min li ber çav bê girtin min bi DAÎŞ’ê re xistin heman kefeyê û weke terorîst binav kirin. Ji min re gotin ku ji aliyê dewletê ve bi ûnvana ‘Ya ku haremê diparêze’ çûyîna Sûriyeyê bes bû. Li gor van penasekirinan, her kesê ku li ser bingehê erkên mirovî li dijî DAÎŞ’ê şer dike divê terorîst be!

Di van sê mehên borî de wan hewl da ku sûcên nû li ser min bikin. Ji bilî guhdarîkirina îddîayên pûç û bêbingeh, lêpirsînên bi pêşniyaran, heqaret, gefên kuştinê, provokasyon û zexta ji bo îtirafkirina bi zorê pirsgirêkên din ên vê serdemê bûn. Niha di ser lêpirsîna dawî re nêzî sê meh derbas bûne, ne mafê parêzerên min heye ku dosyayê ji nû ve lêkolîn bikin, ne jî mafê min heye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim! Ez niha di heyama qedexeya ragihandin û hevdîtinan re derbas dibim.

Niha, li paşerojê û riya ku ez geriyam dinêrim; Ez tiştên ku min kirine diparêzim, ji ber ku min di ti dem û cihan de herî biçûk êrîşek li ser can û mal û canê kesî nekiriye û tenê sûcê min hest bi berpirsiyariya civakê ye. Ez hê jî têkoşîna xwe ya li Kobanê ya li dijî hêzên terorîst ên DAÎŞ’ê diparêzim û heya bi dawîbûna hemû zilm û zordariya li ser jinan, ji Kurdistanê heta Belûçîstanê, ji Îranê heta Efxanîstanê heta gihîştina îdealên “Jin, Jiyan, Azadî” heta dawî ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

Di dawiyê de ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku di sala derbasbûyî de ti gumanek herî biçûk der barê karîna min a ji bo pêkanîna erkên xwe yên mirovî li hember civakê û bi taybetî jinan de çênebûye û dê çênebe.

Ez jineke Kurd im ku li Rojhilata Navîn dijîm û tenê ji bo xwe nejiyam. Ji bo azadiya civakî ya niştecihên heremê çi ji destê min hat min kir û ezê vê yekê berdewam bikim. Ji ber ku jiyanek bi nirx û azad hêja ye ku mirov di oxira wê de jiyana xwe bide. Divê jiyan an bi heybet û bi wate bê jiyîn û bi azadiyê were xemilandin an jî divê neyê jiyandin.

Werişe Muradî

Qawişa Jinan a Girtîgeha Evînê

Tebax 2024”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bangladeşê çalakvanan bi ser avahiya Serokwezîr de girtin, îstîfa dan kirin!
Nûçeya Pişt re Li Heleb û Şehbayê tecrîd hate protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiya xizmên windayan de, nerazîbûna li dijî qetilkirina rojnamevanan

Li 4 bajaran xizmên windayan û endamên ÎHD’ê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de qetilkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Metînayê dewam dike

Piştî balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Kanê û Sêgirê yên li qontara…

Ji aliyê Stêrk TV

Di şeş mehên destpêkê yên salê de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Netanyahu ji bo Xezeyê peymana bi şert

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê ji ber bahozê herî kêm 21 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hindistanê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 17 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?