Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa femînîst a Emerîkî Anderson piştgirî da pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kerkûkê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK’ê hişyarî da
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK’ê hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê yên li ser Şengalê hişyarî da û bang li hemû Êzidiyan kir ku nekevin xefika fitneyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser lîstokên dijî jiyana hevbeş a gelên herêmê, bi taybet jî hewldanên hinek aliyên ku kesên cuda weke nûnerên Êzidiyan didin nîşandan û got; “Em weke Rêveberiya Xweser timî xwedî vê fikrê bihevre jiyankirinê bûne û em ê her wisa jî berdewam bin. Tenê bi hev re jiyankirina gelan dikare me ji hemû cûre êrişan biparêze û di nava aramiyê de bigire. Lê di salvegera 10’emîn a fermanê de tê dîtin ku hinek derdikevin xwe weke nûnerên Êzidiyan didin nîşan û careke din dixwazin nîfaqê bixin navbera gelan de. Eşkere ye ku ev hewldaneke guhertina rojevê ye û ne tesadûf e.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rojhilata Navîn û bi taybet jî Iraq weke mozaîkeke gelan û baweriyan e. Bi hezarî salane karîne bi dostanî û li ser esasê pêkvejiyanê li ser van axan bijîn. Lê timî desthilatdar xwestine gelan û bi taybet jî baweriyan bixin dijminê hev û fitneyê bixin nava wan de. Desthilatdar û dijminên gelan li ser derxistina fitne û şerên di navbera gelan de temenê xwe dirêj bikin. Yek ji qurbaniyên herî mezin jî Êzidîn e. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ’ê û hevkariya PDK’ê rûberûyê qirkirineke mezin hat ku di dîrokê de nimûneya wê kêm tê dîtin.

PDK zemînê vê êrişê pêşiyê de amade kiribû, timî bi navê Êzidiyan xwest nîfaq û fitneyê bixe nava misilman û Êzidiyan de. Di encama van fitneyên PDK’ê û alîgirên wê de em weke civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bûn. Armanca sereke ya DAIŞ’ê jî ji holê rakirina feraseta bihevre jiyankirina gelan bû. Lê me van lîstikan di dema fermanê de ji saya Rêber Apo ferq kir û xwest bi projeya netewa demokratîk a pêkvejiyana hemû gelan esas digire, bersiv bidin. Bi vî awayî li dijî ya ew dixwazin li herêmê pêkbînin û gelên li herêmê bikin dijminê hev, me dostanî û biratiya gelan esas girt. Rêveberiya Xweser bi pêşengiya civaka Êzidî jî be, hemû pêkhateyên din jî girt nava xwe û xwest li Şengalê modela jiyaneke nû bersiva dijminên gelan bide.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê nûnertiya hemû gelên li herêmê dikin û himbêza me ji hemû gel û baweriyên li Şengalê û heta li Mûsilê dijîn re vekiriye. Em dixwazin ev nimûneya ku me li Şengalê ava kiriye, berbelavê hemû Iraqê jî bibe. Em dixwazin ev çeka ku desthilatdar dixwazin bawerî û gelan pê qir bikin, tune bikin û hemû bawerî bi rengê xwe û azadan e bijîn.

Em weke Rêveberiya Xweser timî xwedî vê fikrê bihevre jiyankirinê bûne û em ê her wisa jî berdewam bin. Tenê bi hev re jiyankirina gelan dikare me ji hemû cûre êrişan biparêze û di nava aramiyê de bigire. Lê di salvegera 10’emîn a fermanê de tê dîtin ku hinek derdikevin xwe weke nûnerên Êzidiyan didin nîşan û careke din dixwazin nîfaqê bixin navbera gelan de. Eşkere ye ku ev hewldaneke guhertina rojevê ye û ne tesadûf e. Di salvegera fermanê de gelê me û heta pêkhateyên Şengalê daxwaza darizandina berpirsên fermanê, yên hevkariyê bi DAIŞ’ê re kirine û bi taybet jî darizandina berpirsên PDK’ê kirin. Daxwaza sereke hesapxwestina ji berpirsên fermanê bû. Hîn ev rojev dewam dike, hinek kesên ser bi PDK’ê derdikevin dixwazin rojeva darizandina PDK’ê biguherin.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bêrêzî li beramber ti ol û baweriyekê qebûl nakin, ev ne berovajiyê fikir û felsefeya me ye. Di baweriya me ya Êzdayetiyê de jî xweşbîniya li ol û baweriyên din sereke ye, ji derveyî yên zirer dan me û destê wan di xwîna gelê me de heye, ti pirsgirêkek me li gel ti gelî anjî baweriyeke li herêmê nîne. Yên bê rêzî bi gelê misilman, sembol û nirxên wan dikin û bikin, temsîla civaka Êzidî û Şengalê nakin. Şengal bi pêkhateyên xwe xweşik e û wê bi pêkvejiyanê xweşiktir bibe.

Divê civaka me û her ferdeke baweriya xwe bi pêkvejiyanê heye û di bin sêwana Rêveberiya Xweser de neyên lîstokên PDK’ê û hêzên weke wan, ji bo dostaniya gelan û pêkvejiyanê bixebitin. Bi yên dixwazin fitneyê derbixin re jî têbikoşin, nehêlin bikevin bin bandora şerê taybet. Ev erka her Êzidiyek û pêkhateyeke Rêveberiya Xweser e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edene, Îzmîr û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’
Nûçeya Pişt re Îsraîl: Wezîrê Aborî yê Hamasê hat kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçberên ji Efrînê ji NY’ê re name şand

Koçeberên ji Efrînê, ji bo bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji NY’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirker êrîşê dibin ser Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê

Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev û vir ve êrîşê dibe ser Bendava…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê bîranîna Narîn Guran: Em şopdarê dozê ne

Meclîsa Jinan a Amedê ya DEM Partiyê Narîn Guran a 8 salî ku sala 2024'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Şamê careke din êriş birin ser taxên Kurdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD’ê banga agirbestê û diyalogan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Komên êrîşê derbên giran xwarin û paşde vekişiyan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Foza Yûsif: Êrîş xizmetê hêzên ku dixwazin li Sûriyeyê şerê navxweyî derxin dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?