În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be
Rojane

Prof. Lemkow: Azadiya Abdullah Ocalan divê di navenda pêvajoyê de be

Prof. Louis Lemkow destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde li gel garantiyên hiqûqî divê azadiya Rêber Apo di bingeha pêvajoyê de be û got, "Yek ji gavên herî girîng ên ji bo pêşveçûnê azadiya Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşnûme qanûna “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ku di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de hate amadekirin, piştî ku radestî Serokatiya Meclîsê hate kirin destpêkê li Komîsyonan Edaletê, piştre jî li Civata Giştî ya Meclîsê hate nirxandin. Pêşnûme li Civata Giştî bi dengdanê hate qebûlkirin.

Ji civaknasên Zanîngeha Barselonayê Prof. Louis Lemkow ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ji ANF’ê re axivî.

Lemkow anî ziman ku sererastkirin gaveke girîng e lê belê çarçoveya wê kêm e û diyar kir ku qanûn dikare weke “gava destpêkê” bê nirxandin.

Lemkow ragihand ku qanûn zemînekê pêşkêşî muzakereyê dike û derfetê dide ku ji aliyê berdana girtiyên siyasî ve gavek bê avêtin. Lemkow got, “Ev qanûn her tiştên ji bo aştiyê li xwe nagire, lê belê li gel vê yekê jî girîng e.”

‘GARANTIYÊN HIQÛQÎ Û NAVNETEWEYÎ DIVÊ’

Prof. Lemkow destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê karibe bi pêş ve biçe pêwîstî bi garantiyên hiqûqî û siyasî yên zêdetir hene û anî ziman ku ev garantî dikare bi piştgiriya meqamên navneteweyî yan jî bi tevkariya komeke navbeynkar dikare bêne afirandin.

Prof. Louis Lemkow diyar kir ku hebûna navneteweyî wê tevkariyê li pêvajoyê bike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi qasî ku ez dibînim, tecrûbe nîşan dide ku hebûna navneteweyî her tim bi kêr tê. Li gorî min, zexta navneteweyî wê ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevkariyê bike. Zext û hebûna navneteweyî ji bo pêşveçûnê dikare bibe alîkar ku ev garantî bêne dayin.”

Prof. Lemkow anî ziman ku mijara vegera endamên PKK’ê û siyasetmedarên li sirgûnê ya vegera li Tirkiyeyê hîn nediyar e û ragihand ku hîn nediyar e bê qanûn parastina hiqûqî dide van kesan an na.

Lemkow got, “Em nizanin bê qanûna hatiye derxistin parastineke bi vî rengî ya hiqûqî li xwe digire yan na. Divê mirov bibîne. Sererastkirineke qanûnî divê van garantiyan bide. Girîng e ku ev li parlamentê hatiye qebûlkirin.”

‘EM DIXWAZIN HÎN BÊHTIR PÊK WERE’

Lemkow çarçoveya qanûnê jî nirxand û ragihand ku nayê fêhmkirin bê çima qanûn bi sala 2005’an hatiye bisînorkirin. Lemkow diyar kir ku ev bisînorkirin dikare hin aktîvîstan û endamên PKK’ê li derveyî qanûnê bihêle û got, “Ji ber vê yekê divê çarçoveya qanûnê bê firehkirin.”

Prof. Lemkow rargihand ku qanûna heyî têrê nake, lê belê dikare qadên nû yên muzakereyê veke û got, “Bi dîtina min ev yek hem tiştên em dixwazin li xwe nagire. Ev yek destpêkek e. Ji bo muzakere bê kirin, ji bo pêşveçûnê gaveke ku qadekê vedike.”

‘PÊWÎSTE OCALAN AZAD BIBE’

Prof. Louis Lemkow got, diyarnekirina statuya Rêber Apo hîn jî kêmasiyeke mezin e û bi bîr xist ku ji bo pêşveçûna aştiyê “Rewşa Abdullah Ocalan diyarker e.”

Lemkow axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bêguman divê Ocalan bê berdan. Ev eşkere ye. Dibe ku di demeke kurt de pêk neyê, lê belê ev dikare pêk were.”

Prof. Lemkow diyar kir ku zexta navneteweyî ji aliyê azadiya Rêber Apo ve dikare roleke girîng bilîze û got, “Li qada navneteweyî ji xwe derdorek heye ku daxwaza azadiya Ocalan dike. Dem ew dem e ku di vê mijarê de israr bê kirin.”

Her wiha anî ziman ku pêvajoyên aştiyê tevlîhev û demdirêj e û işaret bi mînakên Efrîkaya Başûr û Îrlandayê kir. Lemkow diayr kir ku di van pêvajoyan de li gel zor û zehmetiyan jî pêşketin çêbû û got, “Me karîbû girtiyên siyasî bidin berdan û xwe bigihînin aştiyeke domdar; ji bo aştî û aramiyeke rasteqîn me karîbû vê qadê vekin.”

‘DIVÊ MAFÊN GELÊ KURD BI QANÛNAN BÊ MISOGERKIRIN’

Lemkow diyar kir ku ew tevlî van rexneyan dibe ku dibêje, qanûn mafên gelê Kurd bi têrkerî garantî nake û destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde ne denê rewşa girtiyên siyasî di heman demê de divê mafên bingehîn ên gelê Kurd jî bi qanûnan bêne misogerkirin.

Prof. Lemkow bi taybetî bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û got, “Eşkere ye ku ev ne ew qanûn e ku em li bendê bûn. Em li benta tiştekî hîn xurtir bûn ku ev garantî dida. Divê ew qanûn bêne derxistin ku di zimanê dayikê yê gelê KUrd de, yanî di mijara perwerdeya bi Kurdî de garantiyan dide û mafan misoger dike. Ji bo ev maf bêne garantîkirin divê li her qadê têkoşîn bê meşandin.”

‘YEK JI GAVÊN HERÎ GIRÎNG AZADIYA OCALAN E’

Prof. Louis Lemkow destnîşan kir ku li gel derxistina qanûnê ji bo pêşveçûna pêvajoyê azadiya Rêber Apo wê bibe yek ji gavên girîng û got, “Bi dîtina min yek ji gavên herî girîng ên ji bo pêşveçûna pêvajoyê berdana Ocalan e. Li qada navneteweyî gelek parlamenter di vê çarçoveyê de bangê dikin. Dema herî baş ev dem e ku di vê mijarê de zext bê kirin ku azadiya wî pêk were. Her wiha divê paşeroja girtiyên siyasî û vegera siyasetmedarên li sirgûnê jî bê garantîkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îran cezayê darvekirinê li çalakvan Şerîfe Muhammedî birî

Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi sûcdarkirina ‘li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê 6 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di pevçûnên li bejahiya Minbicê de 6 çete hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza "heqareta li karmendekî cemaweriyê" ya ku der barê wê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?