Kî naxwaze bibe derman ji bo çar birînên Dayika Kurdistan? Bi hezaran destan li ser rêya birîndar a evînên bêhejmar ên ku ji bo wê dişewitin çêbûne! Bi hezaran çem diherikin dilê birîndar û di kêliya ku bi wate re bûne yek, jiyan ava bûye.
Çawa ku dema berxwedana Agirî li Agiriyê hat tepisandin li ser çiyayên me “Kurdistana Xeyalî li vir metfûn e” hat nivîsandin, niha jî bi heman armancê berxwedana sedsalan a ku PKK’ê ji bo gelê Kurd daye destpêkirin dixwezin bitepsînin. Dixwazin xeyalên gelê Kurdistanê bi dawî bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê hêzên herêmî û cîhanî ve êrîşeke mezin li dijî hemû nirxên me yên netewî û çandî tê kirin. Dema mirov ji nêz ve li pêvajoyê binêre dê were dîtin ku li ser Kurdistanê polîtîkayên çiqas qirêj tên meşandin. Loma jî divê em wek Kurdên azad êdî hay ji hebûna xwe hebin. Divê em zanibin ku ji bilî me êdî tu kes me naparêze.
Di kêliya herî krîtîk a şer de, rêhevalên nemir bi çalakiya ramana mezin a ku veguherî jiyaneke mezin, ronî dan têkoşînê, bi xîyanetê ketin nava xeleka mirinê, bi dilê xwe bersiv dan hêviyê. Hişmendî û jiyana birûmet parastin û jiyana xwe kirin mertal, di eniya şer de li dijî xiyanetê bûn navê azadî û berxwedanê. Fermandarekî mezin ê ku nîşanî me da ku rêya jiyana azad bi şerê dijwar û berxwedaneke mezin e rêhevala nemir Bêrîtan bû. Ji ber vê yekê hevala Bêrîtan ji bo meşa azadiyê ji bo Kurdan bû bangawazî. Li ser banga rêhevalan a ku digotin “Berxwedan Jiyane” rêya jiyana azad e, li ser zinarên Xakûrkê bi tilîlî û dirûşmeyan baskên xwe yên azadiyê vekir. Vê yekê nîşanî me da ku di kêliyên herî dijwar de xwenaskirin gengaz e. Îspat kir ku bijartina azadiyê ji xiyanet û koletiyê bihêztir û bi wate ye. Ji ber ku bêhêvîbûn ferzkirina dijmin bû. Bersiva ku ji wan re hat dayîn ew bû ku derewên wan yên gemar bavêjin li rûyên wan. Destnîşan kir ku teslîmiyet xîyanet e, jiyana xiyanetê ti carî azad û xweş nabe.
Leyla Qasim bi rastiya xwe ya ku ji dîrokê nayê paqijkirin dibe berxwedan. Keçeke Kurd a dilsozê xaka xwe û ji welatê xwe hez dike… Dîrok li ser azweriya wê ya kûr a azadiyê û berxwedana wê ya ku koletiyê qebûl nake, dinivîse. Jina Kurd bi israr bû, ji bo azadiya xwe tiştekî ku nikarîba bike tune bû. Leyla serbilindiya xwe ya jinbûyînê ji cîhanê re qîriya û navê xwe li ser rûpelên zêrîn ên dîrokê li hember despotên qirêj nivîsand. Dîroka qirêj nivîsand ku ev jina Kurd a ku teslîm nebû, hatiye darvekirin. Agirê berxwedanê yê Leyla li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê her û her pêketîye. Jinên Kurd wê her tim agirê vêxin, berxwedana jinan a sedsalan bi kûrahî hîs bikin, bêhna agir bi bayê biharê re bikin yek û her tim agirê geş bikin. Leyla Qasim di dema dadgehê de got, ‘’Min bikujin, lê vê rastiyê bizanin ku bi kuştina min re wê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Ez kêfxweş û serbilind im ku min canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir’’. Bû bang, bû ferman ji bo me Leyla.
Îro li qadên Bêrîtan û Leyla’yan gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava berxwedaneke mezin de ne. Li dijî xiyanet, dagirkerî û faşîzmê şerê hebûnê dimeşînin. Bi vê berxwedanê tola rêhevalên xwe digrin û rûmeta gelan diparêzin. Gerila li çiyayên azad li ber xwe dide û wê her tim li ber xwe bide. Lê rastiyek jî heye, bêguman tenê bi bicihanîn û pêkanîna erkên Şerê Gel ê Şoreşgerî em dikarin berpirsyariyên erka xwe ya dîrokî bi cih bînin. Gerila bi gel, gel bi gerila bi hêz û serkeftîye. Bi vê bîr û baweriyê serkeftin teqez wê ya Kurd û gelên azadîxwaz be. Bi rûhê Leyla û Bêrîtanan emê dijmin binbixin û axa xwe bi azadîyê tacîdar bikin. Dagirkerî û xîyanetê li Başûrê Kurdistan bi dawî bikin!