Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku doh di danê êvarê de dewletaÎranê li girtîgeha Kerecê 4 girtiyên Kurd Firûd Gerawend, Mihemed Xulamî, Îsmaîl Şerefî û Şehab Melêkî bi tometên cuda darve kir.
Hate diyarkirin ku heman rojê de dewleta Îranê bi îdiaya ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ û ‘alîkariya komên muxalefetê’ cezayê girtîgehê li ser çalakvan Hikmet Emîrî yê ji bajarê Dêwlane ferz kir.
Her wiha hate ragihandin ku Hikmet Emîrî ku di warê parastina jîngehê û têkoşîna li dijî pirsgirêkên civakî de çalak e, ji aliyê dadgeha Dêwlan ve bi 6 meh cezayê girtîgehê û 36 meh cezayê girtîgehê yê hatî paşxistin, hatiye mehkûmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku tenê di nava meha bihurî de dewleta Îranê zêdetirî 55 kes darve kiriye.