Pîrozbahiyên ku bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bêne lidarxistin wê werin şopandin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê peyamek weşand û got, “Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nîşanî her kesî dan ku têk naçin.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî got, “Di heman dema êrişa li ser Dêrazorê de êriş li xeta Minbic û Til Temirê jî hatin kirin. Her rê û rêbazê bi kar tînin. Lê belê bersiveke tund wergirtin û wê werbigirin.”
Abdullah Şikakî anîz iman ku 15’ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK’ê xurt kir.