Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Bûyerên li Dêrazorê wê bêne şopandin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete meha 41’ê. Sekretera Giştî ya OHD’ê Ebrû Akkal got, ji bo bidawîkirina tecrîdê divê serlêdanên hiqûqî û navneteweyî bênavber dewam bikin.
Malbata Şehîd Tolhildan diyar kir ku li hemberî xiyaneta PDK’ê û êrişên dewleta Tirk ew bi gerîla re ne.
Şêniyên Colemêrgê bal kişandin ser bandora giran a krîza aboriyê ya li bajarên Kurdistanê û destnîşan kirin ku sedema vê yekê jî desthilatdariya AKP’ê ye.
Li gorî daneyên CISST’ê, li girtîgehên Tirk 350 hezar û 670 kes hene. Di asta ji sedî 18 de zêdeyî kapasîteya xwe tijî bûne. Ev yek jî asta girtinên kêfî nîşan dide.