Krîza aboriyê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê şert û mercên jiyana gel giran dike. Zemên li pey hev têne kirin derfetên gel kêm dikin. Yek ji bajarên ku pirsgirêkên aboriyê bandora herî zêde lê dike Colemêrg e.
Şêniyên Colemêrgê ji ANF’ê re qala pirsgirêkên xwe yên aboriyê û çavkaniya van pirsgirêkan kirin.
Şakîr Dûman got, “Krîza aboriyê li her devera welêt heye, divê em vê rastiyê baş zanibim. Bi taybetî bang li rayedaran dikim; aborî bi zemê sererast nabe. Bi zemê hûn nikarin aboriyê baş bikin. Weke dikandarekî biçûk ez baceke zêde didim. Mixabin li vî welatî karên ne li rê zê ye. Heta ku pêşî li vê yekê neyê girtin wê aboriya vî welatî sererast nebe. Kî tê bila bê nikare aboriya vî welatî sererast bike. Bila yên li Enqereyê baş zanibin, haya me ji her tiştî heye.”
Vedat Aldemîr anî ziman ku weke ciwanekî ji Colemêrgê ji sala 2016’an û vir ve ji bo karkirinê timî diçe bajarên li rojavayê welêt û got, “Ji ber pirsgirêkên aboriyê ji malbat û derdora xwe dûr dikevim. Aborî bi temamî têk çûye; weke ciwan em bi zehmetî debara xwe dikin. Berê kesek dixebitî û dikarîbû 10 kes xwedî bikira; niha 10 kes bixebite jî nikare kesekî xwedî bike. Dema ku em pirsgirêkan tînin ziman an têne girtin an jî têne sirgûnkirin.”
Fazlettîn Tekîn jî têkildarî pirsgirêkên aboriyê got, “Sînorên ku çavkaniya me ya debarê bû hate gitin, li her derê qereqol çêkirin, vê yekê bandor li çavkaniyên me yên debarê kir. Bi rastî jî em nikarin debara xwe bikin. Ji bo karkirinê ciwan neçar dimînin biçin bajarên rojava. Em nikarin biçin gundê xwe jî; ketin û derketin qedexe ye. Serokkomar û AKP berpirsyarê pirsgirêkên aboriyê ne.”
Ahmet Yalçin jî got, “Pirsgirêkên aboriyê dibe ku bandoreke kêm li xebatkaran dike, lê belê li Colemêrgê bêkarî gelekî zêde ye. Colemêrg herî zêde kete bin bandora krîza aboriyê. Ji bo mirovên ku hatineyeke xwe ya bi rêk û pêk nîne jiyan gelekî zehmet e. Biha her roj zêde dibe û nayê kontrolkirin. Kî çi dixwaze wî bihayî datîne.”