Milîsên Jin ên Agir û Rojê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wan û Geverê çalakî kirin.
Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“Li Wanê, li taxên Altintepe, Xaçort û Rêya Armûşê bi fîşekên hewayî û dadana agir cejna me ya vejînê 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li taxên me yên Orman, Eskî Kişla, Cûmhûriyet, Esentepe û Gungor ên Geverê şeva 15’ê Tebaxê bi nivîsandina dirûşman, fîşekên hewayî, girtina rê û dadana agir çalakî hatin kirin. Li Eskî Kişlayê li 4 nuqteyên cuda bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin. Li taxa Ormanê rê hate girtin, bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin. Li Esentepe, Cûmhûriyet û Gungorê jî bi nivîsandina dirûşman, dadana agir û fîşekên hewayî pîrozbahî hatin kirin.
Bi pêşengiya tîmên me cejna vejînê 15’ê Tebaxê bi coş hate silavkirin û pîrozkirin.”