Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di 109’emîn meha qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de li navçeya Pirsûs a Rihayê jiyana xwe ji dest dabûn, li ser Cadeya Halitaga ya li Kadikoy a Stenbolê çalakiya bibîranînê li dar xist.
Di çalakiyê de wêneyên ciwanên ku jiyana xwe dest dane hatin hilgirtin û pankarta; ‘’Bila dilê me ji bo edaletê biavêje’’ hate vekirin û dirûşmeyên; ‘’Pirsûsê ji bîr neke’’ û ‘’Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet’’ hatin berzkirin.
Li gel xizmên kesên hatin qetilkirin, kesên ji komkujiyê de birîndar bûn, Parlamentera Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlû, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û gelek mafparêz tevlî bîranînê bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê SGDF’ê Adnan Ozcan ve hat xwendin.
Ozcan diyar kir ku malbat û birîndarên Pirsûsê ji roja komkujiyê heya îro têkoşîna edaletê dimeşînin û destnîşan kir ku ew 9 sal in ji bo ku kiryar werin girtin, kesên alîkarî dayî wan kiryaran werin eşkerekirin û bêhiqûqiyên di dosyayê de ji holê werin rakirin, têdikoşin.
‘WERIN EM BANGA XWE YA JI BO EDALETÊ MEZINTIR BIKIN’
Ozcan ranî ziman ku komkujiya bi Komkujiya Pirsûsê re dest pê kirine bi Komkujiya Amed, Enqere û Dîlokê re berdewam kir û got: ‘’ Îro 20’ê Tebaxê ye, 8 salan beriya niha çeteyên DAÎŞ’ê li Dîlokê di dawetekê de komkujiyek pêk anîn. Di doza têkildarî komkujiyê de bi tenê 7 rûniştin pêk hatin û hin bersûc jî serbest hatin berdan. Li hemberî komkujiyên Amed, Pirsûs, 10’ê Cotmehê ya Enqere, Dîlokê û hemû komkujiyên ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hatine, werin em têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bi banga xwe ya ‘’Ji bo her kesî edalet’’ mezin bikin.’’
‘JIYANA XWE JI BO TÊKOŞÎNÊ FEDA KIRIN’
Ozcan bal kişand ser çîroka jiyana Aydan Ezgî Şalci, Alîcan Vûral û Alper Sapan û wiha berdewam kir: ‘’Aydan, Alîcan û Alper 3 ciwanên ji Behra Reş bûn. Wan ji bo piştgirîya têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê ya gelê Kurd, hemû karker, kedkar û bindestên cîhanê jiyanên xwe feda kirin. Ji bo xwişk-biratî û wekheviya gelan û ji bo jinûveavakirina bajarê Kobanê ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatibû wêrankirin, jiyana xwe feda kirin.’’
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’
Ozcan destnîşan kir ku ew ê li hemû qadan têkoşîna 33 rêwiyên ciwan mezin bikin û axaftina wiha bi dawî kir: ‘’Em bi biryar in ku têkoşîna edaletê ya ji bo Pirsûsê heya kujer bên darizandin û edalet bê dabînkirin, bidomînin. Ji ber ku me soz daye wan. Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin.’’