Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), vê sibehê careke din ligel leşkerên Tirk bi ser gundewarê Ewîna ya navçeya Stewr a Mêrdînê ku bi rojane hewl tê dayîn bikevinê de girtin. Gelê Ewêna li dijî serdegirtina ku ji aliyê bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û dozeran ve hat kirin, rêya Ewîna-Stewrê li trafîqê girtin. Cendirmeyan bi gaza îsotê û ava şîd êrîşê gel kir. Li dijî êrîşa cendirmeyan gel bi keviran bersiv da. Rageşî li ser rawestandina leşkeran bi dawî bû, lê gel rê li trafîqê girt û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Ewîna” çalakiya xwe domandin.
‘EM JI WAN NATIRSIN!’
Balkêş bû ku piraniya çalakgeran jin û ciwan bûn. Jin bi darên girtine destên xwe ve disekinin. Çawa ku cendirme belavî herêmên çiyayî bûn, girseya çalakger jî ji nav xwe kom şandin li herêmên çiyayî û li dijî mudaxileyekî cendirmeyan a bê tevdîr girtin.
Fatma Bûdak, li qada çalakiyê nerazîbûn nîşan da û got, ‘Bi copan êrîşê me dikin. Em ji wan natirsin.” Halîse Sûn jî got, “Serokkomar derdikeve li qadan û qala gelê Filîstînê dike. Li vê derê jî gelê Filîstînê em in. Em gelekî dîlgirtî ne. Av û ceyrana me tuneye.”
Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê George Aslan jî serdana çalakiya gel kir.
Li gund sekinandina welatî û leşkeran didome.