Duşem, 27 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê polîsan êrîş bi ser meşa karkeran: Serokê sendîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser bîranîna 1’ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ÎHD’ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan meşa karkerên madenê yên di grevê de, asteng kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê ji bo Salih Muslim merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa li Rihayê: Civaka demokratîk ji qada xwecihî destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romanyayê zagona feminîsîdê pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi têkoşîn û wêjeya xwe komkujiya Ermenî neda jibîrkirin: Zabel Yesayan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ragihandina Azad a Şengalê û TAJÊ’ê êrîşa li dijî rojanemevanan şermezar kirin: Destê PDK’ê heye
Kurdistan

Ragihandina Azad a Şengalê û TAJÊ’ê êrîşa li dijî rojanemevanan şermezar kirin: Destê PDK’ê heye

Ragihandina Azad a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di êrîşa li dijî rojnamevanan de bal kişand ser rola PDK’ê û destnîşan kir ku wê çapemeniya azad neyê astengkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê wesayîta rojnamevanan kir hedef û di encama êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Endamên Ragihandina azad a Şengalê îro di saetên nîvro de li parka Serokatî ya Geliyê Kersê ya Şengalê kombûn û êrîşên dijî rojnamevavanan şermezar kirin.

Rojnamevanên Êzidî wêneyên du rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêra Behadîn rakirin, êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan û şîrîkên wan şermezar kirin û banga helwestê li sazî û dezgehên ragihandinê û rêxistinên parastina mafê rojnamevanan dikin, kirin.

Destpêkê Kedkara Çapemeniya Azad a Şengalê Rojbîn Hebabî axivî. Hebabî herdu rojnamevanên şehîd bi bîr anî û şifaya lezgîn ji hemû birîndarên êrîşa duh ya Seyîdsadiq re xwest. Rojbîn Hebabî bi navê hemû hevalên xwe yên rojnamevan sersaxî ji malbatên şehîdan û rojnamevanan re xwest û wiha got: “Ji ber rojnamevan dengê rastiyê ne û rastiyê eşkere dikin, lewma dewleta Tirk a dagirker êrîşê wan dike. Naxwaze êrîşên wan yên li ser gelan derbikeve holê. Em ji vir ji wan re dibêjin, wê êrîşên dewleta Tirk nekarin me rawestînin. Berovajiyê wê her êrîşek tê ser me hêza me mezintir dike. Her şehîdek em didin, me bihêztir dike. Ev dibe sedem ku em dengê xwe bilindtir bikin.”

Rojbîn Hebabî di dewama axaftina xwede îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê êrîşê rojnamevanan dike. Lê divê bizanin em ê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û dê êrîşên wan nekare dengê me qut bike.”

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî jî di daxuyaniyê de axivî. Îbrahîm Êzidî şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi bîr anî û got: “Ew soza têkoşînê ya me berê niha ji şehîd Nûjiyan, şehîd Agir û şehîd Mirad re dabû, em careke din li vir dubare dikin. Çawa ragihandina azad pêşengiyê ji sîstema netewa demokratîk re dike, dezgehên ragihandinê yên PDK’ê jî pêşengiyê ji koletî û dagirkirina axa Kurdistanê re dikin. Beriya em bizanin hevalên me yên rojnamevan di wê seyareyê de ne, dezgehên ragihandinê yên PDK’ê dan. Ev jî dide nîşan ku çawa destê wan di êrîşan de heye.”

TAJÊ:PARÇEYA PLANA QIRKIRINÊ YE

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî qetilkirina rojnamevanên jin ên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de em êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê û Iraqê li ser axa Kurdistanê û gelê Kurd şermezar dikin. Êrîşa ku duh li Silêmaniyê hat pêkanîn li dijî wesayiteke rojnamevanan çêbû di encamê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Ev êrîş bi plan bûn û êrîşeke li hemberî dengê jinên azad û gelê azad e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi salan e ji bo gelê Kurd nebe xwedî maf û statu, di nava şerekî mezin de ye û wiha hate gotin: “Ji bo ku li pêşiya deskeftiyên Kurdan bibe asteng û xewn û xeyalên dapîr û bapîrên xwe pêk bîne, her roj komkujiyan pêk tîne. PDK jî ji roja ava bûye ve heya niha weke projeyeke desthiladariyê li hemberî destkeftiyên Kurdan e. PDK bûye dijminê koka xwe û ji Tirkiyeyê bêhtir xizmeta Tirkan dike. Ji bo ku wan razî bike xwe ji wan re îsbat bike, Kurdistan û hemû gelê Kurd rojane dike qurbanî lê van salên dawî û bi taybetî ji sala 2023’an û şûnve Iraq jî bi şêwazeke vekirî tevlî planên qirkirina li ser gelê Kurd bûye. Ev li hevkirin roj bi roj encamên xirab bi xwe re tîne. Encam jî wêrankirin, talan, kuştin û koçberî ye. Her wiha ev lihevkirin, qirkirina li ser gelê Kurd e.

Tiştekî ku em ji wan hêvî bikin nemaye. Herî dawî herdu rojnemavanên jin qetil kirin û dezgehên ragihandinê kirin armanc. Ji ber ku rojnamevanên azad, her dem rastî û qirêjiya wan her wiha plan û lihevkirinên wan ên qirêj eşkere dikin, wan dikin hedef. Dixwazin kes bi qirêjiya wan nehese. Ev êrîş gihîştiye asteke herî xeternak. Hedefgirtina rojnamevanan tê wê wateyê ku dengê gel û rastiya heyî dikin hedef, ji bo wê jî ev êrîş li ser dengê gel e, li ser civakê bi xwe ye. Êdî dijminên me di êrîşên xwe de gihîştine asta bêexlaqiyê. Sûcên şer pir vekirî û bê hesab dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo wê em weke tevgera jinan vê bangê dikin. Rewş her diçe xetertir dibe êdî ji bo tunekirina civakê çi ji destên wan tê dikin. Her kes dizane ku hêviya me ji tu hêzê nemaye. Hêviya me, ji gelê me û jinên azad heye. Bi sekn xwe û helwesta xwe ya zelal, em ê bikaribin gav bi dijimin paşve bavêjin. Ji bo wê jî tê xwestin ku em li her derê dakevin qadan û hesabê van êrîşan bixwazin. Êdî dem hatiye ku em serî rakin. Çareserî em bi xwe ne helwesta me bi xwe ye.

Herî dawî em vê dibêjin: Bi hedefgirtina pêşengên dengê heqîqetê, kes nikare pêşiya felsefeya Jin Jiyan Azadî bigre. Wê deng û felsefeyê, sînorê Kurdistanê û jinên Kurd derbas kiriye û bûye felsefeyeke cîhanî ku hemû jin bi wê felsefeyê diqîrin îro û li azadiya xwe digerin. Ji bo wê jî em dibêjin kesên ku dixwazin vî gelî tune bikin, ew ê tune bibin. Em careke din sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Gulistan Tara û Hîro Behadîn re dixwazin. Her wiha sersaxiyê ji kedkarên çapemeniya azad ku ding û rengê jinên azad in re dixwazin. Serê gelê me sax be.”

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo rojnamevan Gulîstan Tara li Êlihê şîn hate danîn
Nûçeya Pişt re Li Êlihê protesto: Berxwedana me wê li her derê dewam bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îlham Ehmed: Divê mejî biguhere, mafên gelên Sûriyeyê bêne dîtin

Îlham Ehmed li Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn a 6'emîn a li Dihokê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Stenbolê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan

Li Stenbolê Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesî hate pîrozkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Sîpan Hemo bi fermî dest bi erkê xwe kir

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka xwe ya Cîgirê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûhsîn Osman: Divê Kurd rêya ber bi kongreya neteweyî diyar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 kes birîndar bûn.

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?