Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşeke hewayî pêk anî û wesayîta xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Di êrîşê de 2 rojnamevanên jin ên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Îro bi boneya bibîranîna şehîda rojnameger Hêro Bahadîn, komek heval û hogirên wê li ser gora wê civiyan.
Di bibîranînê de, li ser navê produksiyona Chatrê Hawjîn Şiwane axivî û piştî xêrhatina beşdaran wiha got: “Wek hevalên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, em soza xwe dubare dikin ji bo têkoşîna xwe ya di rêya azadiya civakê û azadiya jinan de û ji bo vê armancê jî em ê li ser rêya van şehîdan xebatên xwe bidomînin.”
Li ser navê Komîteya Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê, Kara Mihemed êrîş şermezar kir û got: “Ev êrîş encama peymanên di navbera Enqere û Bexdayê de tên kirin.”
Bibîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.