Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgeya Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk a Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya PADÊ kon veda
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya PADÊ kon veda

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê ji bo piştgiriya partiya PADÊ li navenda Şengalê kon hate vedan. Kon wê 3 rojan vedayî be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê li hember biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku di 6’ê Tebaxê de biryar dabû 3 partiyan bigire û di nav van partiyan de jî Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) jî hebû, li navenda Şengalê kon vedan. Di seatên sibehê de tevî xelkê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser bi sedan kesî serdana kon kirin û nerazîbûna xwe li dijî biryara dadgeha federal a Iraqê nîşan dan û destnîşan kirin ku eva hûn dikin zilm e.

 

Her wisa li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vê biryara ne qanûnî daxuyanî hate dayîn, daxuyanî ji aliyê serokê Eşîra Qîrniya û endamê desteya Aşayîr a Şengalê Xidir Hecî Mîrza ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em civaka Êzidî yek ji kevintirîn ol bawarî û çanda demokratîk ya bi hezaran salan e. Çanda Êzidiyatî çanda demokratîk û wekhev e. Ji ber vê rastiyê ji milê deshilatdaran ve civaka Êzidî rastî 74 fermanan hatiye. Fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk û xiyaneta PDK ê pêk hat, li ber çavê cîhanê di sedsala 21’emîn de trajediya herî mezin hat jiyankirin. Me civaka Êzidî û civaka Şengal piştî fermanê, ji bo em xwe biparêzin, me ji hemû milan ve xwe rêxistin kir, hêza xwe ya parastinê ava kir û partiya xwe ya siyasî ava kir. Bêguman ev yek bi ked û bedelên pir giran bi saya lehengan hat avakirin. Em di 10’emîn salvegera fermanê de ne, heya niha faîlên fermanê nehatine dadgehkirin. Lê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji milê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye naskirin. Lê mixabin ruxmî ku ev jenosîd li ser erdnîgariya Iraqê hat jiyankirin, heya niha hikûmeta Iraqê jenosîd bi fermî nas nekiriye. Bi erk û berpirsyartiya xwe li hemberî civaka Êzidî ranebûye. Di 10’emîn salvegera fermanê de, demek ku bendewarî hebû hikûmeta Iraq jenosîdê bi fermî nas bike, biryara girtina PADÊ, Tevgera Azadî û eniya tekoşîna demokratîk da. Di serî de em civaka Êzidî û gelê Şingalê biryara girtina partiyên siyasî bi tundî şermezar dikin. Partiya azadî û demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) avakarê wê pêşengê civaka Êzidî sembola îtîfaqê şehîd Mam Zekî û pêşengê civaka Êzidî şehîd Seîd e. PADÊ partiya şehîdan e. PADÊ îradeya siyasî ya civaka Êzidî ye. Girtina PADÊ di salvegera fermanê de tê wateya tune hesibandina îrade û hebûna civaka Êzidî. Biryara girtina partiyên siyasî piştî hevpeymana di navbera  dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de pêk hat ku ev yek ne tesaduf e. Her wiha tê zanîn piştî wê hevpeymanê dewleta Tirk rojane axa Iraqê dagir dike.

Em dixwazin bi bîr bixin ku biryara girtina partiyên siyasî ne li gor berjewendiyê Iraqê ye, dikeve xizmeta dewleta Tirk û PDK’ê  Her wiha di destura Iraqê de tê gotin mafê her netewê heye partiya xwe ava bike. Ev biryara ne bi edalet li dijî destura Iraqê ye û li dijî mafê mirovan e.

Li ser vî esasî em carek din biryara girtina PADÊ şermezar dikin û tu carî em vê biryarê qebûl nakin. Wê kes nikaribe îrade û hebûna civaka Êzidî û civaka Şengal tune bike. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin. em nahêlin rêxstin û îradeya Şengalê were şikandin.

Di dawî de em wek civaka Êzidî û civaka Şengal, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku erkê xwe hemberî gelê Êzidî pêk bîne û demildest dest ji vê biryara xwe ya nedemokratîk berde da ku nebe rûreşê dîrokê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pirtûkên hunermendê girtî Benlî hatin desteserkirin
Nûçeya Pişt re YNK: Xiyaneta PDK’ê ya beriya 28 salan veguherî birîneke kûr
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

12 sal cezayê hepsê li Necmeh Emînî hate birîn

Rejîma Îranê bi hincetên cur be cur zextên li ser xwendekar û aktîvîstan didomîne. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

Rojnamevan Gulistan Dûrsûn ji ber tevlîbûna xwe ya li çalakiya şermezarkirinê ya têkildarî qetilkriina rojnamevan…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

Rapora bi sernavê "Rîskên Ked û Jiyanê yên Nedîtbar ên Jinan ên di Karên Çandiniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?