Gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel (Zemanî Amanos) di 18’ê Tebaxê de li herêma Kêla Memê ya navçeya Qileban a Şinrexê şehîd bû. Cenazeyê Guzel duh bi şev ji Şirnexê anîn Wêranşarê û li Goristana Asriyê hate definkirin. Şîna Guzel li mala malbatê hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Rêxistinên DEM Partî DBP’ê yên Riha û navçeyên wê, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin (KATDER), aktîvîstên TJA’yê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî di serdanê de cih girtin. Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê şînê û ji hêla malbatê ve hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.