Cezayên ku di 19’ê Tîrmehê bi hinceta govend gerandine û dirûşmeyên Kurdî berz kirine li hin girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê hatibû birîn, li Îzmîrê hat protestokirin. Jinan, bi tevlîbûna gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ber Îslekeya Ferîbotê ya Konakê ya Îzmîrê daxuyanî dan. Jinan pankarta “Ne çar dîwarên we û ne jî zindanên we nikarin berxwedan û têkoşîna jinan bişkînin” vekirin. Jinan di daxuyaniyê de timî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.
CEZA LI 31 GIRTIYAN BIRÎN
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Vezan Karabûlût diyar kir ku govend û muzîka Kurdî qedexe kirine û bal kişand ser qedexeyên li girtîgehan. Vezan Karabûlût li ser binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê rawestiya û wiha got: “Der barê 31 girtiyan de bi hinceta ‘Di pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê ya azadiya Kobanê de stranên Kurdî gotine û dirûşme berz kirine’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di 12’ê Tebaxê de biryar hat dayîn. Li 26 girtiyan re mehekê cezayê qedexekirina telefon û peywendiyê û ji 5 girtiyan re jî mehekê qedexeya hevdîtinê hat birîn.”
Vezan Karabûlût da zanîn ku di nav kesên ku ceza li wan hatiye birîn de Guler Bîlen a ku 32 sal in girtî heye û diyar kir ku malbatên girtiyan ji ber derenghiştina berdanê bi fikar in. Vezan Karabûlût, wiha dewam kir: “Tecrîda li girtîgehan dewam dike. Cezayên keyfî û derqanûnî tên dayîn. Dema înfaz ji aliyê şandeyên înfazê ve tên dirêjkirin, malbat bi girtiyan re careke din tên cezakirin. Pêwîste gel li dijî bêhiqûqiyê bi hev re bertekê nîşan bide.”
Vezan Karabûlût anî ziman ku ne çar dîwarên we û ne jî zindanên we nikarin berxwedan û têkoşîna jinan bişkînin. Vezan Karabûlût, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê rê nedin darazê weke tundî û êşkence ya mêr-dewletê bi kar bînin. Em dizanin ku ev cezayên dîsîplînê bi armanca dirêjkirina înfazên girtiyan hatine dayîn.”