MLKP/Kurdistan peyamek weşand û di şexsê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Orhan Bîngol (Alî Dînçer) de ku 6’ê Hezîrana 2024’an şehîd bû, hemû şehîd bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rojên dawî di encama êrîşên sûîqestê yên mêtingeran de û di şer de hevrêyên me yên gelekî hêja fermandarên HPG’ê û YJA Starê şehîd bûn.
Şoreşa Kurdistanê bi têkoşîna mezin a van keç û xortên leheng û bedew rêya xwe vekir. Eger îro dengê Kurdan li cîhanê tê bihîstin, ev yek encama ked, şervanî, pêşengî û dilsoziya bi armancên şoreşgerî yên hevrê Orhan Cîhat Bîngol, Tekîn Goyî, Berwar Dersîm, Nûjiyan Amed, Alan Milazgîr, Rosîda Mêrdîn, Sara Tolhildan, Sema Cuya Çewlîk, Tîjda Jiyan e.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Orhan Cîhat Bîngol de ji bo şehîdan hemûyan ew sersaxiyê ji hevrêyên xwe yên HPG, YJA Star, PKK û PAJK’ê û tevahiya gel re dixwazin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst mêtinger êrîşên xwe yên nemerdane dewam dike. Got, ‘Em vê havînê PKK’ê diqedînin, kilîdê digirin.’ Payîz hat. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji bo wan doh digotin ‘Kobanê li ber ketinê ye’ bi xwe li Kobanê têk çûn, îro jî di rojên ku dibêjin ‘kilîd wê bê girtin’ gerîla li ber xwe dide û derbê li dijmin dixe. Kurdistana Azad wê teqez bi ser bikeve.”