În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn xwest, têkildarî bombekirina Ozgur Ulkeyê lêpirsîn li Sarigul bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Elewî divê bibin kirdeyê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê
Kurdistan

Rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê

Şehîd Eylem Stêrk ku li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, çîroka rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Ji bo doza azadiyê bi hezaran ciwanan berê xwe dan têkoşînê û xaka Kurdistanê ya pîroz bi xwîna xwe av dan. Yek ji van ciwanên Kurd ên ku canê xwe ji welatê xwe re feda kirin Meryem Onûr (Eylem Stêrk) bû. Meryem Onûr li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ji dayik bû ku malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe bû. Ji ber ku malbata wê li zozanên Botanê koçerî dikir, Meryem jî hîn di zarokatiyê de gerîlayên azadiyê nas kir. Bi bandora ji jiyan û hevrêtiya gerîla hezkirina Meryem a ji xak û welatê xwe her roj hîn mezin bû. Bi taybetî bi kûrbûna li ser fikrên Rêber Apo û gerîlayên YJA Starê yên ji bo azadiyê têdikoşin gelekî bi bandor bû. Dilê Meryem a ciwan êdî bi eşqa azadiyê lê dida. Di dema ciwantiya xwe de hewl da bersivê ji nakokiyên xwe re peyda bike. Bi taybetî bi gerîlayên jin re nîqaş kir.

Meryem ku jiyana gerîla û pêşengiya wan a di şer de ji xwe re kir mînak, sala 2014’an ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên li ser gelê Kurd zêde kirin, tevlî nava refên têkoşînê bû. Haya Meryem jê hebû ku ev rêwîtî dirêj û bêdawî ye. Ji ber ku li zozanên Botanê mezin bû di jiyana gerîla de zehmetî nekişand, zû hînî jiyana gerîla bû û di nava jiyana gerîla de navê Eylem Stêrk li xwe kir. Eylem Stêrk gavên destpêkê yên şerê xwe yê gerîla li çiyayên Botanê avêt û piştre ji bo tevlî pêvajoyeke perwerdeyê ya berfireh bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeyê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû, bi rengekî çalak tevlî bû. Gerîla Eylem ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, xwest demek beriya demekê bersivê bide êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd têne meşandin.

Sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşeke mezin bir ser Rojava. Gund û bajar talan dikirin, ciwan û zarok dikuştin û jinên Kurd direvandin û li bazarên herî kirêt difrotin. Li ser Kurdan dîsa ferman û komkujî bû. Lê wê ewladên vê axê, gelê xwe di nava pençên qirkinê de nehiştibana! Gerîlayên dil bi vîn û şerkerên rojên giran çekên xwe digrin û weke bazan xwe berdidin bi ser wan çeteyên hov. Gerîla Eyem jî yek ji van bazan bû û parêzvana gelê xwe bû. Ew jî li çeperên herî pêş li kêleka hevrêyên xwe şer dike. Ji bo rizgarkirina gelê xwe û tola êşa ku her jineke Kurd kişandiye hilîne bi qehremantî tekoşîn dike. Eylem heta ku jinên ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê de rizgarnekira kela dilê wê nedisekinî. Ew bi serbilindî erkê xwe li hember gelê xwe pêk tîne û dîsa berê xwe dide warên azad.

BI BERXWEDANÊ BERSIV DA ÊRÎŞA DEWLETA TIRK

Piştî têkoşîn û şerekî bê hempa, Eylem Stêrk dibe xwedî gelek danehev û tecrûbeyên dewlemend. Lewma ji bo ku van danehevên xwe bike mal ji tevahî hevrêyên xwe re û xwe di bîrdoziya Rêber APO de kûr bike berê xwe dide akademiya birdozî û leşkerî. Şagirta Rêber APO bi awayekî herî xurt beşdarî perwerdeyê dibe. Danehevên xwe yên şer û jiyanê ji hevrêyên xwe re parve dike û dibe mamosteyek ji wan re. Helbet ew jî xwe bi ramanên APO’yî ve gûrçûpêç dike. Eylem a çalakvan xwe di xeta Bêrîtan û Zîlanan de jî kûr dike û weke milîtaneke serketî ji akademiyê derdikeve.

Ew dilê çiyayan wekî stargeh ji xwe re dibîne û çiya jî wê weke parêzvaneke xwe dibîne. Şoreşgera cengên giran di sala 2020’an de ji bo bilindkirina têkoşîna xwe, pêşniyar dike ku li warê xwe Botanê bizivire. Wê zor, zehmetî û şerê dijwar ê Bakurê Kurdistanê dizanî, dizanî ku ev qad gelek zehmet e û bi zehmetiyên xwe ve tê nasîn. Lê ew jî baş dizanî bû ku ew şagirt û milîtana Rêber APO ye. Lewma li pêşiya têkoşîna wê ev hemû zor û zehmetî ne tiştek in û ji bo hedef û armancên xwe wê baş dizanî bû ya rast çiye. Eylem xwe amade dike û ji bo pêkanîna xeyalên xwe berê xwe dîsa dide warê Egîdan, Botanê.

Xwesteka wê ya çûyina Botanê diteyisî xweşikbûna rûyê wê. Ji ber vê careke din xwe li ser xaka Botanê dîtin û çiyayên Botanê jî deriyê dilê xwe jê re vekirin, ji bo wê dibe dergeha jîneke nû û têkoşîneke bilintir. Li Botanê ew pratîkên herî dijwar û zehmet dide meşandin. Lê ji ber ku ew li wir mezinbibû û gerîlatiya xwe ya yekem li wir kiribû, nedibû xerîbê van zehmetiyan. Yek ji pêşengên xeta têkoşîna azadiya jin Eylem Stêrk li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe xwedî sekneke xurt û neketî. Li gelek qadên Botanê cihê xwe digre û têkoşîna azadiyê di şerê azadiyê de digihîne lutkeyê. Di operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li Botanê dide destpêkirin jî, ew mîna çiyayekî bi hemû heybeta xwe ve li hember disekine û gav paş de navêje. Botana Egîdan şahîdiya şerê Eylem a çeleng dike û wê weke lehengekê di di hişê dilê xwe de qeyd dike. Di sala 2024’an de jî ew bi heman sekn û vînê li kêleka hevrêyên xwe, li hember planên dagirkerî û tinekirina gerîla disekine. Ew bi vê sekn û şerê xwe baş ji dagirkeran re dide diyar kirin ku xwediyê vê xakê yê esîl kî ne û xwedî çi biryarê ne. Eylem weke navê xwe dibe çalakiyeke mezin li hember dagirkeran. Eylem Stêrk tevî hevrêya xwe Sozdar Evîn di Tîrmeha 2024’an de digihêje bêmiriniyê û dibe stêrka ku şevên tarî yê welatê xwe ronî dike. Eylem dibe Egîdeke li warê Egîdan û çîroka rêwîtiya xwe di dilê çiyayên Botanê de dike destanek.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tirkiyeyê sûcên li dijî zarokan gelekî zêde bûne
Nûçeya Pişt re HPG’ê şehîdên Heftanînê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji 13 saliya xwe ve karê wênesaziyê dike

Wênesaz Ala Amoka ku ji temenê 13 saliyê dest bi wênesaziyê kir daxwaza wê ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava û Başûr bîranîna Helebceyê

Ji ber salvegera komkujiya Helebceyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Îrlanda wê heya dawiya meha Gulanê dewleta Filistînê nas bike

Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Mîchael Martîn ragihand ku dewleta Îrlandayê wê heya dawiya meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?